Dîroka kurdan dîroka lehengan e. Destanên newaze tim bûne para kurdan. Gelek kes hatin û pêşengtî ji civaka me re kirin. Gelek şarezayên dem û dewranên xwe xîreta kurdbûnê ji me re wekî mîrate hiştin.
Mîr Celadet Alî Bedirxan jî lehengê dîroka kurdan e, pêşengê civaka xwe ye, şarezayê dem û dewrana xwe ye…lê ew berî her tiştî xîreta kurdbûnê bi xwe ye. Celadet Alî Bedirxan di heman demê de yek ji mîrên zimanê kurdî ye jî. Di 15’ê tîrmeha 1951’ê de wî xatir ji me xwest.
Bi boneya salvegera xatirxwestina Celadet Alî Bedirxan Rojnameya Xwebûnê bi helbesta wî ya navdar ‘Bilûra Min’ giyanê wî yê pak bi bîr anî.
Bilûra Min
Celadet Alî Bedîrxan
Bilûra min a şêrîn
Tu di sariya sibehê
Û hingûra êvarê de
Hevalê bêhevalan,
Destebirayê şivan û dilketiyan î.
Dengê te
Hêstirên dilên xemgîran,
Silava ji hev-veqetiyan,
Girîn û zarîna dilketiyan
Tîne bîra min
Bilûra min, tu î,
Xemrevîna têrkeserên dinyayê!
***
Dengê bilûra min,
Çiya û zozanên bilind,
Kaniyên bi gul û rihan dorgirtî
Guhê şkeft û serê zinaran
Guhdarên te ne!
Û sura bayê xerbî,
Te di nav pelên darê de digerîne.
***
Bilûra min, were em ê
Bi wî çiyayê bilind re
Bi hewa kevin,
Û bibin cîranê bayên xurt
Û hevalê kimtên wan
Yên bi mij û dûman,
Û tê de dengê xwe berdin,
Û zarîna dengê me
Bikeve nav kortal û geliyan
Û bêcaniya erdên jêrîn
Bihejîne;
Û pêlên ava heftreng
Ên xemzebaz
Nalîna me bigehîne
Deşta Sirûc û Diyarbekrê;
Û beriya mêrxasên Berazan;
Û kalîna berxan,
Tev şehîna hespan
Li me vegerînin.
***
Bilûra min, binêre û bibihîse!
Roj çû ava,
Stêra êvarê bû geş,
Kolosên çiyan ên gewr
Û hewraniyên wan ên sor û zêrîn
Bûne cûn;
Û pêlên ava şevên reş
Ketine deşt û newalan,
Heta rûyê gir û kepezan.
Di qeraca de
Kevir piyê şevgera dixapînin
Û bêdengiya şevê de
Pêjna lingên mêrxasan tên.
***
Bilûra min,
Dengê xwe berde!!
Dinya
Mîna zarokekî berşîr,
Ket dergûşa xwe;
Dengê xwe berde, bilûra min,
Û jê re bilorîne,
Xema wê birevîne!!
Bilûra min tu î.
***
Xemrevîna terkeserên dinyayê;
Û li rohelatî
Dema ko dinya hişyar dibe
Ji xew radibe
Ji me re
Strana azahî û serbestiya
Kurdistanê
Binehwirîne
Û dengê wê stranê, bila
Mîna tîrêjên rojê yên pak û zêrîn
Bikeve nav dil û guhên me.
Bilûra min
Tu î xemrevîna dilketiyên welêt
(Seydayê Gerok, Hawar; Hejmar: 4)
Çavkanî: Rojnameya Xwebûnê