Li devera Dehla Şêx ya dikeve navbera gundê Bafê û Erzenax ên bi ser navçeya Hezexa Şirnexê ve ji ber gulebarana leşkeran li zeviyên derdora Çemê Dîcleyê şewat derket. Hat zanîn ku leşkeran ji Qereqola Akdîzgîn a bi ser navçeya Basa ya Şirnexê ve ku li aliyê din ê çem e gule berdane. Şewata ku ber bi nava gundan ve diçe, welatî bi derfetên xwe yên kêm mudaxile dikin. Gelek dar şewitîn. Sala par jî ji heman qereqolê gule hatibûn reşandin û şewat derketibû. ŞIRNEX