Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hêzên gerîla balafireke TB2 Bayraktar xistin

Gerîla di 21'ê gulanê de balafireke keşfê ya artêşa tirk a bi tîpa TB2 Bayraktar xist. Li ser rêbaza xistina balafirê agahî nehat dayin

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa tirk ên li ser herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê, berxwedana dîrokî ya gerîla dewam dike. Artêşa tirk sê meh in tevî ku bi her cûre teknîkê êrîş dike û bi binpêkirina pîvanên şer, sûcê şer dike, li hemberî gerîla nikare bi pêş ve biçe û li cihê ku xwe gihandiye, asê maye. Gerîla li gel berxwedanê, her wiha bi rê û rêbazên serdema nû çalakiyan dikin û derbê li dagirkeran dixin.

Yek ji çekên ku artêşa tirk li dijî gerîla bi kar tîne, balafirên bêmirov ên biçek û bêçek (SÎHA-ÎHA) ne ku ji aliyê şîrketa Baykar a zavayê Erdogan Selçûk Bayraktar e. SÎHA ya bi tîpa Bayraktar TB2 ku artêşa tirk ji sala 2015’an û vir ve li Kurdistanê gelekî bi kar tîne û li Sûriye, Lîbya û Qerebaxê jî jê sûd wergirt, niha ji Qatar, Ûkrayna û Azerbaycanê re jî tê firotin. Di 25 rojên destpêkê yên êrîşên dagirkeriyê de ku şer lê giran bû, SÎHA’yeke bi tîpa Bayraktar TB2 ji aliyê gerîla ve hat xistin. Li gorî agahiyan, balafira keşfê 21’ê gulanê li herêma Zêbarî ya navçeya Akrê hat xistin. Herêma qalkirî qadeke çiyayî ye ku di navbera herêma Kurojehro ya Zapê û qada Heft Tebax a Garê de ye.

Li ser rêbaza xistinê agaihê nehat dayîn

Gerîla ji ber sedemên ewlekariyê aşkera nakin ku bi kîjan rêbazê ev balafira keşfê xistine. Hêzên gerîla gelek caran bi çekên giran derb li helîkopterên artêşa tirk xistin û ev agahî beriya niha li nava raya giştî hatin parvekirin. Çalakbûna Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal û rewşa balafira hatiye xistin ku zêde zirar lê nebûye, nîşan dide ku bi rêbazên cuda hatiye xistin. HPG’ê di vê der barê de heta niha daxuyaniyeke fermî nedaye. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar