Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

KCK: Şoreşa Rojava rengê Rojhilata Navîn guherand

KCK’ê derheqê salvegera 9’an a Şoreşa Rojava daxuyanî da û wiha got: “Bi Şoreşa Rojava re ne tenê rengê Rojava û Sûriyeyê, ya tevahiya Rojhilata Navîn guheriye. Hemû civakan bi rengekî radîkal diguherîne. Tesîrên vê deh salên li pêşiya me dê xweştir xuya bike.” 

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarî salvegera 9’emîn a Şoreşa Rojava de daxuyanî da.

KCK’ê diyar kir Şoreşa Rojava ev 9 sal in şoreşa tevahiya mirovahiyê ye û wihagot: ‘’Pêşengiya têkoşîna dijî DAIŞ a li dijî mirovahiyê kiriye û bi vî rengî xizmeteke mezin daye tevahiya mirovahiyê. Ya ku DAIŞ serberjêr kirî Şoreşa Rojava û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ye. Tevahiya mirovahiyê gelek tiştan deyndarî Şoreşa Rojava ne. Ji vî alî ve şoreşeke wiha ye ku divê tevahiya mirovahiyê lê xwedî derbikeve. Bê şik û guman mirovahî xwedî li vê şoreşê derketiye jî. Lê heq dike mirov zêdetir lê xwedî derkeve.”

Bingeha şoreşê ji aliyê Rêber Apo ve hat danîn

Hevseroktiya Konseya Rêveber KCK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev tişt anî ziman: “Di salvegera 9’an a Şoreşa Rojava de em hemû şervanên ku ji bo vê şoreşê bi ser bixin û biparêzin şehîd bûne, hemû fermandaran bi hurmet û minet bi bîr tînin; di têkoşîna ji niha û pê de serkeftinê ji bo xaziyên şoreşê dixwazin.

Bingeha Şoreşa Rojava Rêber Apo daniye ku 20 salan li Rojhilata Navîn, Sûriye û rojavayê Kurdistanê maye û ji nêz ve bi gel re têkildar bûye. Bi hezaran jin û mêrên rojavayî ji hêla Rêber Apo ve hatine perwerdekirin, bûne fermandar û şervanên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê. Bi çarçoweya îdeolojiya Rêber Apo, nêzîkatiya wî ya rêxistinî û jiyanê têkoşiyane û şehîd bûne. Ev şoreş ji hêla Rêber Apo, şehîdên me, ji hêla gelê rojavayê Kurdistanê ve ku heta hetayê dilsozê Rêber Apo ye, hatiye afirandin. Ev şoreşa ku Rêber Apo bingeha wê daniye, her wiha dibe şoreşa pêşî ya berbiçav bûyî ya paradigmaya civaka demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinan a Rêber Apo. Ev şoreş li Rojhilata Navîn ku hişmendiya desthilatxwaz, dewletxwaz, destpotîk, zilamserwer lê serwer e, bûye wehayeke demokrasiyê. Bûye şoreşa ku ne tenê gelên Rojhilata Navîn tevahî gelên cîhanê berê xwe daye, hemû mirovahî kelecanî kiriye. Ji bo Rojhilata Navîn û mirovahiyê, hêviya ji bo jiyana nû ya azad û demokratîk geş kiriye.

Ji her aliyê cîhanê mirov tev li şoreşê bûn

Ev şoreş çawa di serî de şoreşa gelên kurd, ereb, sûryanî û hemû gelên Rojhilata Navîn be, ji hemû deverên cîhanê jin û xortên ciwan hatine tev li vê şoreşê bûne, şehîd bûne, bûne gazî.  Ev enternasyonalîst xeta civakxwaz, demokratîk û azadîxwaz a Şoreşa Rojava afirandine. Haveynê şoreşê ev şehîdên enternasyonalîst in.

Neteweya Demokratîk, civaka demokratîk, azadiya jinan, xwîşk û biratiya gelan, pergala Konfederaliya Demokratîk a der û dûrî desthilat û dewletê bûne nirxên sereke yên vê şoreşê. Jinan mohra xwe li ser pergala demokratîk a civakxwaz danîne. Ji vî alî ve Şoreşa Rojava di serî de bûye şoreşa jinan. Niha jî stûnên sereke yên şoreşê dayik û jin in. Li dijî her cure êrîşê di paratina xeta Rêbertî de li eniyên pêş cih girtine. Îro jî yên ku pêşengiyê li Şoreşa Rojava dikin jinên kurd, ereb, sûryan in. Jinên ji gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bûne xwedî wê rûmetê ku şoreşa pêşî ya jinan pêk anîne.  Em hemû dayik û jinên ku xwedî li şoreşê derketine bi coşiya xwe ya azadî û demokrasiyê silav dikin.

Şoreşa Rojava di nav 9 salan de bûye şoreşa mirovahiyê. Pêşengiya têkoşîna dijî DAIŞ’ê ya dijî mirovahiyê kiriye û bi vî rengî xizmeteke mezin daye tevahiya mirovahiyê. Ya ku DAIŞ sereberjêr kirî Şoreşa Rojava û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ne. Tevahiya mirovahiyê gelek tiştan deyndarî Şoreşa Rojava ne. Ji vî alî ve şoreşeke wiha ye ku heq dike tevahiya mirovahiyê lê xwedî derbikeve. Bê şik û guman mirovahî li vê şoreşê xwedî derktiye. Lê heq dike mirov zêdetir lê xwedî derbikeve. Êrîş û komkujiyên dewleta tirk ên li ser Rojava êrîş û komkujiyên li ser tevahiya mirovahiyê ne. Ji ber ku ev şoreş ya tevahiya mirovahiyê ye. Ji 10 hezaran zêdetir şervanên mêr û jin di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de şehîd bûne. Wan ji bo tevahiya mirovahiyê xwîna xwe rijandine. Lê di rewşeke wiha de ku gel li vê şoreşê xwedî derketine û li dijî dagirkeriya dewleta tirk derketine; DYE, Fransa, Almanya û gelek dewletên ku ji DAIŞ’ê ziyan gihaştiye ser wan li bara vê dagirkeriyê bêdeng mane, yan jî bi helwesta xwe ev pejirandine û teşwîq kirine. Bi vî rengî bûne xwedî helwesta herî bêexlaq a dîroka mirovahiyê.

DAIŞ û hevkarê wê yê mezin TC gefê li şoreşa Rojava dixwin

Hê jî, DAIŞ û hevkarê herî mezin ê DAIŞ’ê û gelek hêza gefê li Şoreşa Rojava û pergala demokratîk a Bakur-Rohilatê Sûriyeyê dixwin. Ji vî alî ve parastina vê şoreşê peywireke bi lezgînî ye. Di serî de gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hemû mirovahî divê parastina vê şoreşê bikin. Divê mirov zanibe pêvajoya parastina şoreşê ye, hemû qadên jiyanê divê li gorî parastina vê şoreşê rêxistiniya we werê kirin û avakirin. Tu hêz nikare bi wî gelî ku ji bo parastina şoreşê rêxistiniya wê hatiye kirin. Careke din ji bo ku weke dagirkeriyên ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî neyên jiyîn teqez divê mirov bigihije rastiya şerê şerker.

Şoreş û têkoşînên azadiyê rast û şaşiyan, dost û dijminan, welatparêz û xayinan zelal dikin. Gelê Rojava di nav vê şoreşa mezin de fedakariyên mezin jî, xayintî jî dîtine. Ji ber vê jî her demê li dijî xayîntiyê helwesta herî zelal daniye. Niha jî li ber gelê Kurdistane xwedî helwesteke mînak e. Bi helwesta xwe ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk li ber gelê Kurdistanê mînak e. Em vê helwesta wan bi hurmet silav dikin.

Girîng e ku li Rojhilata Navîn şoreşa demokratîk were jiyîn û bibe mînak. Li gel hemû êrîşan heke ev şoreş hatibe sala xwe ya dehan, ev bi karakterê azadîxwaz û demokratîk ê jinan re têkildar e. Her ku civaka demokratîk berbelav dibe û lê kûr dibe gel xurt dibe, şoreş wiha dikare zora her zoriyê bibe. Hêza herî mezin a Şoreşa Rojava xisletê wê yê demokratîk e. Ev xisletê wê gel jî xurt dike. Gelê xurt jî li dijî her êrîşê berdêla xwe çi dibe bila bibe wê bisekine. Şoreşa Rojava, bi xisletê xwe yê azadîxwaziya jinan û civaka demokratîk, weke şoreşeke ku sosyalîzma berbiçav bûyî ji bo hemû gelên çewisandî dibe ronkahî.

Şoreşa Rojava renge Rojhilata Navîn guherand

Bi Şoreşa Rojava re ne tenê rengê Rojava û Sûriyeyê, ya tevahiya Rojhilata Navîn guheriye. Hemû civakan bi rengekî radîkal diguherîne. Tesîrên vê deh salên li pêşiya me wê xweştir xuya bike. Gelê Kurdistanê çawa ku li hemû qadan veguherînên mezin dijî, wê Rojhilata Navîn jî biguherîne; Rojhilata Navîn ne pir dûr wê bibe xwedî karakterekî demokratîk.

Em gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku ji Rojhilata Navîn re dibe model bi hurmet silav dikin, em sond dixwin ku xeta Rêber Apo li her deverê bi cih bînin. Dema wê ye ku ‘Yek Du Rojavayên Zêdetir’ werin avakirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar