Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

19’ê Tîrmehê deriyê azadiyê ji bo jinan vekir

Nêrgiz Ismayîl | 

19’ê Tîrmehê ku wek şoreşa jinan tê binavkirin, 10 sal berê ne tenê ji jinên kurd re ji jinên ereban û hemû jinên neteweyên din re deriyê azadiyê vekir.

Têkildarî 19’ê Tîrmehê şoreşa Rojava Hevseroka Mekteba Parastinê ya Herêma Cizîrê Hediye Şêx Hesen axivî.

Hesen şoreşê li gelan pîroz kir û banga yekitî û hevgirtinê li hemû hêzên Rojhilata Navîn kir.

Beriya şoreşê jin dihatin eciqandin

Hediye Şêx Hesen diyar kir ku beriya şoreşa 19’ê Tîrmehê ji her tim li malê bûn, dibin zima kelepora civakê de dixeniqîn û wiha got: “Ez wekî jineke ji pêkhateya ereb im. Xewna me hemûyan e ku miletên Rojhialata Navîn yek bin û bikaribin bi hev re bijîn. Ez vê yekê ne tenê ji bo gelê kurd dibêjim, lê belê pêwîstiya hemû miletên ku li ser vê xakê dijîn di vê zanebûnê de bin ku fêrî bi hev re jiyandinê bibin. Beriya şoreşê jin di bin zilma kelepora civakê de dihatin eciqandin. Me nikarîbû qet li ber xwe bidin. Ev rastiyek e. Rast e em çûn dibistanê jî û dixwendin lê belê di dawiyê de hemû zanebûnên me qezenc dikir dîsa vedigeriya jiyaneke bêqîmet.”

‘Tu kes mîna Rêber Apo nebû hevalê jinan’

Di axaftina xwe de Hesen destnîşan kir ku şoreş ne tenê ji bo jinên kur ji bo hemû miletên ku li ser heman erdnîgariyê dijiyan, hêviyan ava kir û ev tişt anî ziman: “Di bin siya rêjîma Baasê de ka qîmeta kê hebû? Taybet bibêjim jin. Sîwana Neteweya Demokratîk ew derfet da ku em hemû bi feraseta biratiya gelan xwe pêş bixin û wê dîroka ku hatibû tepisandin vegerînin cewhera wê. Eger ji bo xwe wekî jinek bigirim dest wiha dibînim, ne birayên min bi min bawer bûn, ne bavê min ne jî kesên eşîra min. Niha wiha bûye ku ez li ser kar im, di nava xebatê de me. Di kîjan kêliyê de dikarim aktîv bim. Baweriya her kesî bi min tê ji ber ku ez di nava xebateke neteweyî de me. Îro malbata min jî mîna jineke bask şikestî li min nanirên. Ev yek gelekî girîng e û dîrokî ye.

Jinên ereb gelekî bi cerg in û xurt in lê belê çand û kelepûrên ku bi hişmendiya zilamtî hatine ferzkirin hêliştiye ku hêza me bê tepisandin. Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreş di nava şoreşê de ye. Şoreşa jinan li ser her tiştî re ye. Ev ji bo me qîmeteke gelekî mezin e. Tu kesî mîna Rêber Apo nebû hevalê jinan. Tu serokan, tu mezinên eşîran rojekê ji rojan hizirnekirine ku jinan bikin pêşenga civakê. De jê berde bibe pêşenga civakê ji sînorê malbatê pê ve jê re jiyan nenivîsandin.”

‘Xwedîderketina destkeftiyan erka me ya dîrokî ye’

Her wiha Hevseroka Mekteba Parastinê ya Herêma Cizîrê Hediye Şêx Hesen axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lê belê şoreşa jinan ku ev bû neh sal in em di nav de ne mafê azadiya me da me û zêde jî kir. Li ser me dimîne ku em jî bi zanebûn xwe pêş bixin û bikaribin layîqî vî şensî bibin. Rast e şoreşê şens da bêguman xwedî derketina li wî şensî erka me ya dîrokî ye. Ez dixwazim şoreşa 19’ê Tîrmehê destpêkê li hemû jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, hemû gelên li Sûriye û Rojhilata Navîn pîroz dikim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar