Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KNK: Şoreşa Rojava hê jî bi serkeftî dewam dike

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojava peyamek nivîskî weşand û ji bo xurtkirin û xwedîderketina li şoreşê bang kir

Navenda Nûçeyan |

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi minasebeta 9’emîn salvegera Şoreşa Rojava peyamek da û di peyamê de bal kişande ser ked û fedakariya şervanên ku di oxira wê şoreşê de şehîd bûne.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“19ê Tîrmeha 2012’an, li Kobanê pêngava pêşî hat avêtin, Kobanê azad bû. Bi azadkirina Dêrik û Efrînê coşa şoreşê xurt û germtir bû. Gav bi gav li seranserê rojavayê Kurdistanê berdewam bû. Ev pêşveçûn berdewam in. Di serî de sê kanton (Cizîr, Kobanê û Efrîn) hatin damezrandin. Li gorî wê rêveberiya xweser hat avakirin. Bi azadkirina Girê Spî û bi hevgirêdana kantona Cizîr û Kobanê şoreşa Rojava kete qonaxeka din. Piştre jî deverên dagîrkirî Heseke, Hol, Şedad, Minbic, Tebqa, Reqa, bakur û rojhilatê Dêra Zorê hatin azadkirin. Her wiha sîstema xweser gav bi gav cihê xwe girt. Niha jî rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyayê ji nû ve tê sazkirin, meclisên herêman têne avakirin.

Șoreșa rojavayê Kurdistanê tenê şoreşeke çekdarî ya li hember dagirkerî û desthilata hegemoniya rejîma Sûriyeyê nebû. Belku proje û modeleke xwe birêveberiyê ye li ser binemaya azadî, demokrasî, wekheviya cenderiyê û pêkve jiyana gelan û jîngeparêziyê hatiye damezirandin. Ev proje bala gelek dostên Kurdistanê kêșa. Li seraserê cîhanê bi hezaran dost û hevkaran qesta rojavajê Kurdistanê kirin. Hejmarek ji wan ji bo vê modelê giyanê xwe feda kirin. Nemirî û serbilindî ji bo hemû wan lehengan yên giyanê xwe ji bo azadî û parastina Rojava pêșkeș kirî.

Serkeftin bi xwîna bi hezaran şehîdan pêk hat

Bêguman bi çêbûna modeleka bi vî awayî û bi destveanîna wan armancan karekê wiha hêsan û bê arîşe nabe. Bi taybetî li deverekê ku berdewam di bin gefa êrîșên dijminan û di bin dorpêça aborî ya derdor de be.

Serketineke din a herî mezin têkșikandina hêz û desthilata tarî û hovane ya DAIŞ’ê bû. DAIŞ a ku zêdetir ji nîvê cografiyaya Sûriyeyê girtibû bin kontrola xwe û xwedî hêzeke leșkerî ya mezin û dewletek li navçeyê damezirandibû, li ser destê azadîxwazên Kurdistan û hevkarên wan hat têkbirin û hilweșiya. Ev serketinek dîrokî ya şervanên Kurdistanê bû. Vê serketinê gel û hêzên me zêdetir bi cîhanê dane naskirin, rêya azadî, aştî û çareseriyê xweş kir. Bi helkefta vê serketina mezin û dîrokî, em carek din YPG-YPJ-HSD’ê pîroz dikin û serketinên mezintir ji wan re dixwazin. Me di vî şerî de gelek bedel dan. Ev serketin bi xwîna hezaran şehîd û birîndaran pêk hat. Em hemû deyndarên wan e. Bi vê helkeftê em carek din di kesayetiya şehîdên rojavayê Kurdistanê de, hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û li hember bîranîna wan rêz digirin û bejna xwe ditewînin.

Êrîşên têkbirina pergala Rêveberiya Xweser

Li gel vê yekê jî, êrîşên li ser Rojava û bi giştî bakurê Sûriyeyê, êrîşên têkbirina sîstema xweser, heta niha jî berdewam in. Dewleta tirk, ji bo pêşî li şoreşa Rojava bigire û nehêle kantonên rojavayê Kurdistanê bigihin hev, bi bahaneya DAIŞ’ê di Tebaxa sala 2016’an de, herêma Cerablûs û Bab ê dagir kir. Pîştî wê jî dewleta tirk, bi erêkirina Rûsya û çavlêgirtina hêzên din ên navneteweyî, di serê sala 2018’an de êrîşê Efrînê kir û dagir kir. Peyre jî bi erêkirina rêveberiya Amerîkayê, di cotmeha 2019’an de erîşî Serêkanî û Girê Spî kir û dagir kir. Hem li herêma Efrînê, hem li herêma Serêkanî û Girê Spî, gel û şervanên azadiyê, berxwedaneke bêhempa meşandin. Ev berxwedan heta niha jî berdewam e. Dewleta tirk û hevkarên wê, êrîş û gefên xwe yên li ser Rojava berdewam dikin. Dijminên gelê me û hevkarên wan li ser kar in. Bi hemû giyanên xwe êrîşên hovane berdewam dikin. Li hember van êrîşan jî, şerê azadiyê, şerê têkbirina dagirkeriyê, bi qehremanî û bi dilsozî berdewam e.

Rola jinên azad bûye mînakek cîhanî

Şoreşa rojava, bi fedakarî, bi lehengî û bi xwîna pakrewanan hat pêşxistin. Ji bo şoreş bi pêş keve, ji bo gel û welat azad bibe, bedelên gelek mezin hatin dayîn. Berxwedana bêhempa ya keç û xortên kurd, li seranserê cîhanê deng veda. Bi taybetî berxwedan û parastina Kobanê,  ew bû sembol û bû destanek navneteweyî.

Şoreşa Rojava, ne tenê di warê parastin û qehremaniyê de, her wiha bi avakirina sîstema xwe ya xweser, bi nêzîkbûna xwe ya ji bo gelan û baweriyan, bi nêzîkbûna xwe ya demokratîk, bi avakirina civakek rêxistî jî, li herêmê bûye mînakek. Bi taybetî li hember sîstemên herêmê yên kevin û desthildar, avakirina civak û sîstema alternatîf, di vê civak û sîstemê de rola jinên azad bûye mînakek cîhanî û bala hemû cîhanê dikişîn ser xwe. Rola jinên kurd di Şoreşa Rojava de ket rojeva cîhanê û bi baldarî tê şopandin.

Şoreşa pêkhateyên herêmê

Şoreşa Rojava, di heman demê de şoreşa pêkhateyên herêmê ye. Bi vê şoreşê kurd, ereb, suryanî-kildanî-asûrî, ermenî, çeçen û yên din, weke bawerî jî misilman, mesîhî, êzidî û elewî, li ser bingeha wekheviyê bi hevre di nava aştiyê de ne. Her wiha ji aliyê yekitiya hêzên kurdistanî ve jî gavên cîdî hatine avêtin. Çendî civîn bi partî û rêxistiyên cuda yên siyasî yên rojavayê Kurdistanê hatine encamdan û gehiștine derencam û hevgehiștinên baș.

Şoreşa Rojava, bi avakirina civaka demokratîk û bi sîstema xwe ya alternatîf ve, di nehemîn salvegera xwe de jî bi serketî berdewam dike. Bi vê helkeftê em weke KNK, salvegera nehemîn ya şoreşa Rojava, di serî de li şervanên azadiyê û hemû gelên Kurdistanê pîroz dikin, di şexsiyata şehîdên Rojava de, hemû şehîdên Kurdistanê bîr tînin û li hember bîranîna wan rêz digirin û bejna xwe ditewînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar