Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

PKK: Şoreşa Rojava parçeyek ji şoreşên Kurdistan û Rojhilata Navîn e

Komîteya Rêveber a PKK'ê têkildarî salvegera Şoreşa Rojava daxuyanî da û wiha got: “Li cografyayeke biçûk hatibe kirin jî Şoreşa Azadiyê ya Rojava parçeyekî Şoreşa Sûriyeya Demokratîk, şoreşên Kurdistanê û Rojhilata Navîn e.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî PKK’ê wiha ye:

“Em dest bi sala dehemîn a Şoreşa Azadiyê ya Rojava dikin ku 19’ê Tîrmeha 2012’an dest pê kir. Ev şoreş neh sal in mîna stêrkekê cîhanê ronî dike; di serî de jin, ciwan, karker û kedkar ji bo tevahiya mirovahiyê dibe ronahiya hêviyeke nû. Bi têkbirina çetetiya DAIŞ’ê ya faşîst ku bûbû belayê serê kurdan, jinan, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê, nîşanî her kesî da ku afirandina cîhaneke ji jiyaneke demokratîk û bi hev re, pêkan e. Tecrûbe û pratîka destpêkê ya fikrê ‘Modernîteya Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, lewma xwedî ders û danheviyên girîng ên şoreşgerî ye.

Li ser vê bingehê em ruh û îradeya 19’ê Tîrmehê silav dikin ku şoreşeke mezin e.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî jî gelê me yê li rojavayê Kurdistanê ji ber van serkeftinên şoreşgerî-demokratîk ên bi hev re kirine, pîroz dikin. Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya 19’ê Tîrmehê li Rêber Abdullah Ocalan, hêzên azadiyê, gelê me, gelên Rojhilata Navîn, jin û bindestan hemûyan pîroz dikin. Di şexsê rêberên mezin ên şoreşger ên Rojava Şîlan Kobanê û Xebat Kobanê de şehîdên leheng hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Her kesên li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê li dijî dagirkeriyê şerê rizgariyê dimeşînin, silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.

Şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa azadiya jinan e

Em zanin û jê bawer dikin ku li cografyayeke biçûk hatibe kirin jî Şoreşa Azadiyê ya Rojava parçeyekî Şoreşa Sûriyeya Demokratîk, şoreşên Kurdistanê û Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê di serî de jin û ciwan bala bindestan hemûyan kişande ser xwe, li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst hîmên xwe yên sîstema alternatîf demokratîk danî. Bi taybetî li dijî çetetiya DAIŞ’ê ya faşîst çar aliyên cîhanê kir qad çalakiyê, ciwanên ji gelek gelan li dijî DAIŞ’ê di nava yekîneyên şer de bi rêxistin kir û karakterê xwe yê enternasyonalîst raxist pêş çavan.

Her wiha em zanin û dibînin; Şoreşa Azadiyê ya Rojava xwedî karakterên neteweyî demokratîk jî bin di cewhera xwe de Şoreşa Azadiyê ya Jinan e. Kar û têkoşîna şoreşgerî ji destpêkê ve li her qadê bi pêşengiya jinan hat meşandin û pêş ve birin. Aşkera ye ku neh salên şoreşê bi vî rengî bihuriye. Bi awayekî şênber aşkera kiriye ku jiyana civakî ya xwe dispêre azadiya jinan dikare pêk were. Nîşanî her kesî da ku karakterê bingehîn ê sedsala nû wiha ye.

Şoreşeke rastiyê ye

Bêşik û bêguman Şoreşa Azadiyê ya Rojava şoreşeke rastiyê ye, xwe dispêre fikrê Modernîteya Demokratîk ê Rêber Abdullah Ocalan. Aşkera ye ku li ser vê bingehê neteweya demokratîk a xwe dispêre komuna demokratîk û kesayetên azad, her wiha xweseriya demokratîk a cihêrengiyan ji xwe re dike esas, bi cih hatiye. Weke şoreşeke ji rêbaza jiyan û zîhniyetekê, afirandina civaka demokratîk û mirovê azad ê nû ji xwe re kiriye esas. Van hemûyan jî li ser bingeha karê îknakirinê û perwerdeya di asta seferberiyê de dike. Bi vê karakterê xwe li her cûre têkilî û tifaqê vekiriye. Tecrûbeyeke şoreşgerî ye ku ji her alî ve xwedî dersên dewlemend e.

Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku xwedî ewqas dewlemendiyan e, niha dikeve sala xwe ya dehan. Di rewşekê de ku sîstema dewletê û desthilatdariya xwe dispêre siyaset û zîhniyeta serweriya mêr li ser rûyê cîhanê serweriya xwe ya mêtinger û zordar ava kiriye, hebûna Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya neh salan û pêşketina wê, bi tena serê xwe serketineke gelekî mezin e. Li gel kêmasiyên xwe jî di nava neh salên derbasbûyî de pêşketinên gelekî girîng afirandiye. Em di wê baweriyê de ne ku di sala nehemîn a şoreşê de wê şaşitî û kêmasiyên xwe ji holê rake û serketinên nû yên şoreşgerî bi dest bixe.

Civaka xwe dispêre xweparastinê ji aliyê aborî, civakî, siyasî û çandî ve were avakirin

Weke ku tê zanîn salvegera nehemîn û sala dehemîn pêvajoyeke gelekî girîng e. Ji ber ku derfetê wê yekê dide ku bûyerên qewimîne, berhemên hatine afirandin bi her awayî bên nirxandin, dersên kûr ji rabirdûyê bêne derxistin, xwe nû bike û paşerojeke xurt plan bike. Em di wê baweriyê de ne ku di sala dehemîn de Şoreşa Azadiyê ya Rojava wê bi vî rengî were nirxandin û bi rexnekirin û rexnedayîna li ser Xeta Modernîteya Demokratîk dersên dewlemend ji neh salên derbasbûyî bêne derxistin, ji bo kûrkirin û daîmîkirina şoreşê wê sala dehemîn veguhere pêvajoyeke nû ya pêngavî.

Di nava Şoreşa Rastiyê de ku şoreşeke ji rêbaza jiyan û zîhniyetê ye, rawestîn lê nayê, ji bo wê daîmî divê. Bi eşqê divê li pey jiyana azad bibeze, ev yek esas e. Weke hêzeke fikrî û pêkanînê, divê timî di nava lêgerîna li rastiyê, başiyê, bedewiyê û jiyana azad, xwegihandina li rastiya jiyana rast be. Aşkera ye ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku Şoreşa rastiyê ye di sala dehemîn de li ser vê bingehê wê kûrtir bibe, bêhtir bi pêş bikeve.

Tê dîtin û fêhmkirin ku bi feraset û pratîkeke rasteqîn a xweparastinê wê parastina şoreşê û civakê xurtir bibe. Civaka xwe dispêre xweparastinê wê ji laiyê aborî, civakî, siyasî û çandî ve bê pêşvebirin. Pêşengiya jin û ciwanan a di nava şoreşê de, wê kêmasiyan ji holê rake û ev pêşengî wê bêhtir xurt bibe. Bi xeteke siyasî ya rast û dîplomasiyeke bi bandor wê pêşî li metirsiyên li ser şoreşê bê girtin. Em di wê baweriyê de ne ku ev pêkan e û hêzên azadiyê yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê xwedî wê hêzê ne ku van bikin.

Li ser vê bingehê em destpêkirina sala dehemîn a Şoreşa Azadiyê ya Rojava careke din silav dikin û di sala dehemîn de ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re serkeftinê dixwazin.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar