Navenda Nûçeyan |
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi wesîleya salvegera 9’an a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand û salvegera şoreşê pîroz kir.
YPJ’ê diyar kir ku bi navê Yekîneyên Parastina Jin, dê Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku bûye hêviya jiyana gelan a li dijî hêzên hegemon, heta dawiyê wê mezin bike û xwedî lê derkeve û wiha got: “Li dijî êrîşên tên kirin û yên bên kirin, em ê gelê xwe biparêzin, erk û berpirsyariyên vê mîrateya dîrokî û berxwedana destanî bi cih bînin. Em soza xwe ya di vê der barê de dubare dikin.”
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Em salvegera 9’an a Şoreşa Rojava di serî de li rêberê konfederalîzma demokratîk li Rêber Apo, şehîdên şoreşê hemûyan, berxwedêrên li zindanan, malbatên şehîdan, gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û li tevahiya gelên cîhanê pîroz dikin. Arîn Mîrkan, Zîn Kobanê, Avesta Xabûr, Anna Campbell, Hevrîn Xelef, Yadê Eqîde, Zehra Berkel, Karker Efrîn û Gelhatan bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku şoreşê mezintir bikin, bigihînin qadan û dibêjin, ‘Dem dema tolhildanê ye. Dem dema xwedîderketina li şoreşê ye. Dem ew dem e ku li dora rêberê konfederalîzma demokratîk bibin xeleka ji agir û tecrîdê bişikîne.’
Sala 2011’an li dijî sîstema netewe dewletan li gelek welatên ereb serî hat hildan. Tûnis, Misir, Lîbya û Yemenê pêşengî ji vê serhildanê re kirin. Di demeke wiha de ku gelan dest bi meşa diyarkirina çarenûsa xwe kirin, bêguman gelê kurd jî ku ji dîroka hebûna xwe û vir ve ji bo azadiyê têdikoşe, di vê pêrvajoya serhildanê ya Rojhilata Navîn de rêxistiniya xwe xurt kirin û 19’ê Tîrmeha 2012’an di serî de li Kobanê li Rojava hîmên sîstemeke demokratîk danîn. Şoreşa Rojava şênberiya keda 20 salan a Rêber Apo ya li xaka Rojava ye. Ev şoreşa ku pêk hat, bi pêşengiya jinên kurd û gelê kurd hestên gelan hemûyan ên li herêmê hişyar kir, bû sembol û yekitiya gelan a kurd, ereb, suryan, asûrî, ermenî û tirkmen, bû hêviya jiyana azad ji cîhanê re. Gel bi îradeya xwe, bi paradîgmaya azadîparêziya jinan, demokratîk û ekolojîk derbasî sîstema konfederalîst demokratîk bû û rêveberiya xwe afirand. Jinên kurd ên ku pêşengî ji şoreşê re kirin, bandor li jin û ciwanên herêmê kirin, piştre bi têkoşîn û tilîliyên xwe yên azadiyê bandor li jin û ciwanên cîhanê kir û kirin ku ji her devera cîhanê jin tev li vê govenda azadiyê bibin. Şoreşa Rojava şoreşeke ku ji bo avakirina civaka azad pêk hatiye. Rewatiya Rêveberiya Xweser ku hêviya jiyana demokratîk a gelan e, ji bo gelên ku îro li lêgerîna jiyana demokratîk e, bûye modeleke jiyanê ya nû. Ji ber vê yekê naskirina statuya Rêveberiya Xweser naskirina îradeya gelan e. Xwedîderketina li vê modelê ku xala diyarker a serdemê ye, wezîfeya bingehîn a tevgerên gel ên azadîxwaz û demokratîk hemûyan e.
Ji dema ku hîmên şoreşê hatin danîn û pê ve, dewleta çete û mafya ya tirk xwe li vê şoreşê ranegirt, çeteyên DAIŞ’ê ji her alî ve fînanse kir, herî dawî di bin navê pirsgirêka ‘man û nemanê’ de bi îdîaya parastina sînorên xwe, ji bo xeyalên xwe yên Osmaniya Nû pêk bîne, êrîşên dagirkeriyê bir ser xaka rizgarkirî. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di encama van êrîşan de hatin dagirkirin.
Di encama êrîşên dewleta çete û mafyaya tirk de bi hezaran mirovên me bi xwînxwarî hatin qetilkirin. Îro jî li Efrînê destdirêjî li jinan tê kirin, sivîl têne revandin, extiyar û zarok tên kuştin, li bajarên ji aliyê dewleta çete û mafya ya tirk ve hatine dagirkirin bi her awayî sûcên li dijî mirovahiyê têne kirin.
Ji bo guhertina demografiya bajarê Efrînê polîtîkayên qirkirinê têne meşandin. Bi heman rengî li bajarê Serêkaniyê li qaşo dibistanan perwerdeya çekê didin zarokan. Tevî ku ev yek di çapemeniyê de hate weşandin jî cîhan li pêşberî vê yekê xwe li kerr, lal û korbûnê datîne û van sûcên li dijî mirovahiyê ji nedîtî ve tê. Ji ber ku Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropa statuya Rojava nas nakin, êrîşên dewleta çete û mafya ya dewleta tirk rewa dikin.
Bi navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) em soza xwe dubare dikin, em ê Şoreşa 19’ê Tîrmehê heta dawiyê biparêzin û mezin bikin ku li dijî hêzên hegemon hêviya jiyanê ya gelan e. Li dijî êrîşên tên kirin û yên bên kirin, em ê gelê xwe biparêzin, erk û berpirsyariyên vê mîrateya dîrokî û berxwedana destanî bi cih bînin. Em soza xwe ya di vê der barê de dubare dikin.
Bi navê YPJ’ê em destnîşan dikin ku li gel gelê kurd û hemû gelên bindest in. Di salvegera 9’emîn a şoreşê de bi biryardariya bicihanîna erk û wezîfeyên xwe em soz didin ku armanca xwe ya azadkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi cih bînin, xewn û xeyalên nîvcomayî yên gelê xwe pêk bînin û bersivê bidin hêvî û bendewariyên gelê xwe.”