Navenda Nûçeyan |
Koordînasyona Partiya Azadiyê ya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) li ser malpera xwe ya înternetê “pajk.org” bi wesîleya salvegera 9’an a Şoreşa Rojava daxuyaniyek weşand.
Peyama PAJK’ê wiha ye:
“Şoreşa Rojava ku 19’ê Tîrmeha 2012’an li Kobanê weke çirûskeke biçûk dest pê kir, li tevahiya bajarên Rojava belav bû, veguherî hêviya azadiyê ji gelên Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê re. Em salvegera 9’an a Şoreşa Rojava pîroz dikin. Di şexsê Silava, Revan, Arîn Mîrkan, Barîn, Dayê Aqîde, Hevrîn Xelef, Hêlîn (Anna Campbell) û temsîla têkoşîna hevpar a jinên ereb-kurd Seda Feysel El Hermez û Hinde Latîf El Xidir de şehîdên Şoreşa Rojava hemûyan bi bîr tînin ku bûn ronahiya hêviya mirovahiyê, di pêşvebirin û serxistina şoreşa Rojava de bi rola lehengiyê rabûn.
Şoreşa Jinan a Rojava ku şoreşa destpêkê ya sedsala 21’ê ye, şênberiya keda 20 salan a Rêber Apo ya li Rojava ye. Şoreşa Rojava ku bi dirûşma jin a azad civaka azad li dijî çeteyên El Nûsra û DAIŞ’ê têkoşîn hat meşandin û bi vî rengî Şoreşa Rojava hat afirandin, îro bi projeya neteweya demokratîk a Rêber Apo baweriya bi xeyalên azadiyê û paşeroja azad a mirovahiyê xurt dike. Şoreşa Rojava ne tenê bandor li Kurdistanê kir, her wiha li nava tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê jî deng veda û mirov pêl bi pêl tev li vê şoreşê bûn. Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya jinên kurd, ereb, ermen û suryan pêk hat, careke din şênber kir ku sedsala 21’ê sedsala azadiya jinan e. Li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku êrîşî mîrateya dîrokî û çandî ya mirovahiyê dikir û ji aliyê hegemonya navneteweyî ve li Rojhilata Navîn weke çekekê dihatin bikaranîn, bi ruhê têkoşînê yê bêhempa, bi xeta şer a gelê şoreşgerî ev çete hatin beralîkirin û bi têkoşîna bêeman a bi hezaran şehîdên leheng bêhn hat ber Şoreşa Rojava, bû çavkaniya hêviyê ji mirovahiya pêşiverû re. Bi modela neteweya demokratîk û paradîgmaya azadîparêziya jinan, demokratîk û ekolojîk, di heman demê de bû tirsa dilê faşîzmê û dewleta tirk.
Yek ji sedemên herî mezin ên êrîşa dewleta tirk a faşîst a li ser Şoreşa Rojava ew e ku Şoreşa Rojava şoreşeke jinan e û bi paradîgmaya azadiya jinan ava bûye. Dewleta tirk a faşîst ku kujerê jinan e, di bingeha êrîşên wan ên heta niha li dijî Rojava kiriye ev rastî heye. Ji ber vê yekê dijberiya li Şoreşa Rojava ya ku 9 sal berê li Kobanê şîn bû, di dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya sala 2014’an a li ser Kobanê de bi gotina ‘Kobanê dikeve, li ber ketinê ye’ hêrs û kîna xwe ya li dijî şoreşê raxist pêş çavan. Jixwe ji aliyê tevahiya gelên cîhanê ve tê zanîn bê çeteyên DAIŞ’ê çima di ser Tirkiyeyê re êrîşî Şoreşa Rojava dikirin. Ji dema pêkhatina şoreşa jinan a Rojava û vir ve êrîşên dewleta tirk a faşîst ên li ser şoreşê dewam dikin.
Dewleta tirk a faşîst ku bi gotina ‘Kobanê li ber ketinê ye, Kobanê dikeve’ xwedî li çeteyên DAIŞ’ê derket, li gel hêzên hegemon ên navneteweyî ev çete afirand. Ji bûyerên ku diqewimin tê fêhmkirin û şênber e ku dawiya dewleta tirk a faşîst tê û di pozîsyona ‘Dikeve, li ber ketinê ye’ de ye. Hilweşandina faşîzmê, têkbirina wê mîna ku di Şoreşa Rojava de hat kirin wê bi berxwedan û têkoşîna hevpar a gelan bibe. Çawa ku li Rojava têkoşîna hevpar a bi lêgerîna azadiyê ya jinan Şoreşa Rojava afirand, îro jî bi aqil û ruhê hevpar ê jinan di çarçoveya paradîgmaya azadîparêziya jinan demokratîk û ekolojîk, wê bi têkoşînê sîstema kapîtalîst faşîst bê têkbirin û mirovahiya pêşverû wê ji vê sîstema paşverû rizgar bibe.
Di salvegera 9’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê de em vê şoreşê ku veguheriye cejna berxwedanê ya gelên Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê, li jinan û gelan pîroz dikin û jinên ku pêşengiyê ji şoreşê re dikin û destketiyan diparêzin silav dikin.”