Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Beriya birîndaran derman bikin îfadeyên wan girtin

Karkerên demsalî yên kurd ku li Afyonê bi êrîşa nijadperest re rû bi rû man diyar kirin bêyî ku werin dermankirin îfadeyên wan hatine girtin

Navenda Nûçeyan |

Karkerên kurd ên li Afyonê karên demsalî dikin, duh li bajaroka Dereçîne ya navçeya Sultandagi ya Afyonê bi êrîşa nijadperestan re rû bi rû mabûn. Di êrîşê de 7 karkerên kurd birîndar bûbûn. Ji 7 karkerên birîndar 5 karker rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sultandagi. Karker Îsmaîl (18) û Îremnûr (17) û pismamê wan Alî Tan ku birîndar bûbûn ji ber zêde verşiyan ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Afyonê.

Piştî muayineyê derket holê ku ji ber lêdanê Îsmaîl û Alî Tan birîndar bûne û masûr û gurçikên wan zêde zerar dîtine. Birîndaran diyar kirin ku beyî bên dermankirin ew birine midûriyeta polîsan û îfadeyên wan girtine.

Dayika Îsmaîl Tan ê di êrîşê de birîndar bû Azîze Tan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û bertek nîşanî êrîşkaran da û wiha got: “Kurê min birin daristanê û gotin ‘Em te bikujin. Ben bînin em wî darve bikin’ û gefa kuştinê lê xwarin. Xwestin kurê min bikujin.”

Azîze Tan anî ziman ku piştî zarokên wan ji nexweşxaneyê derkevin dê vegerin Amedê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar