Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku artêşa tirk a dagirker li Werxelê gaza jehrî bi kar aniye.
Daxuyaniya HPG’ê ya têkildarî mijarê wiha ye:
“19’ê tîrmehê saet di 22:30’î de artêşa tirk a dagirker li herêma Avaşînê bi teqemeniyan û gaza jehrî êrîş bir ser tunelên şer ên li qada Werxelê.
19’ê tîrmehê saet di 16:00 de li nehiya Kanîmasî ya navçeya Amediyê bi balafiran bombe li derdora gundê Bazê hate barandin. Ji ber bombardûmanê agir bi qadê ket û şewat hîn jî dewam dike.
19’ê tîrmehê saet di navbera 16:30-00:00 de qada Çemço ya herêma Zapê bi obusên ji qereqolên li ser sînor hate bombekirin.
Ji ber van êrîşan tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN