Navenda Nûçeyan |
Serokê berê yê Meclisa Rêveberiya PDK’ê ya Silêmanî û Helebceyê Edhem Barzanî li ser hesabê xwe yê facebookê bi boneya Cejna Qurbanê peyama pîrozbahiyê pêşkêşî, gerîla, pêşmerge, şervan û malbatên şehîdan kir.
Edhem Barzanî di peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Pir hêvîxwaz im, ev cejn bibine havênê aştî, aramî û yekitiyekî seranserî ya hemû hêz û aliyên siyasî. Bi hemû hizir û îdeolojî û nêrinên cuda, tifaq di nava miletê me de roj bi roj bihêztir bibe. Çanda yektirsandinê nemîne. Kurdistan mala me hemûyan a hevbeş e. Her wiha parastina xak û welat xema hevbeş a me hemûyan e. Xwedayê mezin li gel biratî, tifaq û yekbûnê ye.”