Mizgîn Ronak |
Darên Efrînê dikin zarezar hê jî li bazara talanê. Pelên wan dibin xwelî û bi ser serê mirovahiyê de diweşin. Darzeytûnên Efrînê ev çend sal in tên kişkişandin bi erdê ve ji Efrînê heta Enqereyê û nizanim ku derê… Zeytûn dimirin, çivîkên ku wextekî li ser wan daran stran digotin, dibizdin. Deng tê, deng tê! Dar digirîn, zeytûn û pel, dendikên wan in; bi ser serê me de dibarin. Darzeytûnên Efrînê darbestên çi ne, wiha rêz bi rêz di ber me re derbas dibin bi ku ve diçin? Van darên ku Çiyayê Kurmênc li pişta xwe kirine, me bi ku ve dibin?
Dê ev koçberî heta ku derê here? Pirsên ku me dorpêç kirine bi îskeîska darên Avaşînê diêşên! Ên Efrînê ne bes bûn, îja yên Avaşînê!
Dar diweşin, dar dimeşin! Dest û ling zincîrkirî, şax şikestî. Desmalên şînê hene li ber çavên wan, Avaşîna şehîdan ji pelên wan dilop dike, dibe baran her tişt… Gelo yên ku darên Avaşînê neparastin û nehiştin lehengên wan jî biparêzin di çola kîjan şermê de ne niha? Zarezara darên Avaşînê digihîje heta qesr û qonaxên wan ên Sedamî? Gulistana ku pêşkêşî faşîzma tirk dikin nifrînên ji hesin li wan nake gelo? Ev heyranî û qurbaniya ji bo gurên boz ji ku tê, nizanim lê ku wiha bidome dê gulistan bimîne sê parçe ne çar parçe. Dê roj were, hevokek wiha li derdorê bigere: Perçeyê welatê Başûr, Helebjan û Hewlêr û Diyala û Selahedîn û Zaxo; li ser tepsiyeke bixwîn pêşkêşê gurên boz kirin û guran wan bi yek carê xwarin! Welat ma sê parçe, welat ma sê parçe!
Niha di vê sibeha bi zarezara darên kuştî û lalbûyî de, ne gotina “xiyanetê” bi kêrî tiştekî tê, ne jî “xwefiroşî” û “birakujî-xwişkkujî.” Tu gotin nikare darên Avaşînê yên ku wan wekî cendekên xeyalên xweş rêz bi rêz dikişînin, dixwin û difiroşin rizgar bike. Tu gotin, tu gotin… Min demek berê wiha nivîsîbû di helbestekê de: “Gotin sîxur in/her tiştî dibêjin/lê tu tiştî nabêjin/gotin sîxur in/her tiştî dibêjin/lê tu tiştî napêjin…”
Mînak; bi salan e ku em-ez li ser “kurmên darê” û “girîngiya yekitiyê” dinivîsînim. Lê gotin rastiyê naguherînin û ez êdî ji hesta; te xweş got-nivîsî, wê/wî xweş got-nivîsî hez nakim. Tiştên din lazim in êdî, bagerên nû. Lew; Çira/şev çira ye êdî/venaşêre tu tiştî/ne sir/ne sihir/ne sûretê/romantîk ê li ber dil/Şev çira ye êdî/ her tişt li ber çavan e.
Bi taybetî jî dar li ber çavan in. Li Efrînê tên kuştin, li Stenbolê tên firotin, li Konyayê tên sotin. Li Avaşînê tên birîn, li Amedê dibin birîn, li Mêrdînê dibin girîn. Gelo yên ku “xakî welat” firotin û daran wiha qurban kirin kêfxweş in niha? Çend quriş girtin, çend caran têr xwarin, çend bazar li bejna xwe kirin? Gelo nizanin ku dê darên Avaşînê bi ava xwe ya şîn û sirûda xwe ya serberz tim li pey wan bin û bipirsin: Çima yekane gulistana xwedî statuya fermî ket vî halî?
Çavkanî: Rojnameya Xwebûnê