Navenda Nûçeyan |
Dîwana Hevserokatiyê ya Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) têkildarî salvegera 98’an Peymana Lozanê ku bû sedema parçekirina Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
CDK-S’yê diyar kir ku meş dê bi dirûşma ‘Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê em Kurdistanê biparêzin’ bê lidarxistin û wiha got: “Kurd ku ji gelên herî qedîm ên Rojhilata Navîn e, baş zanin bê şer û koçberî tên çi wate yê. Kurd li welatê xwe ku beriya sed salî bi ‘Peymana Lozanê’ bi çar parçeyan hat parçekirin, bi dehan carî sirgûn bûn, koçber bûn. Ji destê sîstema kapîtalîst ku serê her nebaşiyê ye û ji destê ‘netewe-dewlet’ gelekî kişandin. Kurdên ku bê statu hatin hiştin û ji mafên xwe yên herî xwezayî bêpar man, li çar aliyên cîhanê bûn ‘penaber’. Ji vê jî wêdetir, li welatê xwe ne di asta statuya penaberiyê jî de ne.”
Di dewama daxuyaniyê de tê gotin ku kurd di salvegera peymanê de careke din di navbera serkeftin û windakirinê de ne û wiha tê diyarkirin : “Hîmê bingehîn ê înkarkirin û parçekirina gelekî bi Peymana Lozanê hat danîn. Di salvegera 98’an a Peymana Lozanê de jî kurd careke din di navbera windakirin û serketinê de mane. Li aliyekî nirxên ku bi saya sed û bi deh hezaran şehîdan hat afirandin, li aliyê din jî êrîşên bêperwa yên netewe dewletên serdest, nêzîkatiya bazarkirinê ya hêzên hegemonîk ên navneteweyî û kurdên ku ji ber xiyaneta navxweyî timî di nava metirsiya windakirinê de ne. Kurd bêyî ku biwestin li mafên xwe digerin ên li Lozanê ji dest dane.”
‘Cîhaneke din pêkan e’
Di daxuyaniyê de hat gotin ku kurd di encama perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gihîştine wê baweriyê ku cîhaneke din jî pêkan e û ev tişt hat gotin: ”Kurdan bi perspektîfa ‘Konfederalîzma Demokratîk’ û ‘Neteweya Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan dan ku cîhaneke nû pêkan e. Di salvegera sedî ya Lozanê de nîşan didin ku Lozan tu carî qebûl nekirine û dê qebûl nekin.”
Banga tevlibûnê
Di dawiya daxuyaniyê de CDK-S’yê banga beşdarbûna meşê li kurdên dîasporayê kir û daxuyaniyê wiha bi dawî kir: “Bi vê wesîleyê, em kurdên li dîasporayê 24’ê Tîrmehê saet di 15:00 de li Place de la Riponeyê çalakiya şermezarkirinê li dar dixin. Em bang li welatparêzên xwe, kurdistaniyên ji çar parçeyan ên li sirgûnê dikin, em bang li dostên xwe dikin ku tev li vê çalakiyê bibin.”