Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dayikên girtiyan: Daxwazên wan daxwazên me ne

Dayikên girtiyên ku 239 roj in di greva birçîbûnê de ne, bang li gel kirin. Hanim Mûratoglû ku du kurên wê di girtîgehê de ne got ku daxwazên girtiyan daxwazên wan e û Necla Ortaç jî diyar kir ku girtî ji bo jiyaneke mirovane di grevê de ne

Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bidorveger ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, di roja 239’an de ne. Çalakiya ku 5 rojan carekê komên cuda dewr digirtin, di 14’ê Tîrmehê de veguherî 15 rojan carekê. Ji 14’ê Tîrmehê ve her kom 15 rojan di greva birçîbûnê de dimîne.

Dayikên ku zarokên wan di grevên birçîbûnê de ne bang li gel kirin ku bibin dengê girtiyan.

‘Ji bo dawî li zilmê bê dest bi greva birçîbûnê kirine’

Dayik Hanim Mûratoglû (48) ku du kurên wê girtî ne, bang kir. Kurê wê Halîl Mûratoglû (29) di Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê û kurê wê Gazî Mûratoglû (20) jî di Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê de ye. Li Halîl Mûratoglû di sala 2015’an de bi îdiaya ‘endamtiyya rêxistinê’ 15 sal û li Gazî Mûratoglû jî di sala 2016’an de ku li Nisêbînê di dema qedexeyên derketina derve de hatiye girtin, 25 sal ceza hatiye birîn.

Dayik diyar kir ku girtî ji bo mafên xwe yên hatine binpêkirin, ji bo zext û zoriyên li ser ziman û çanda wan bi dawî bibin dest bi greva birçîbûnê kirine û daxwazên girtiyan daxwazên wan in jî.

Mûratoglû da zanîn ku her du kurê wê di sala 2018’an de jî 3 mehan di greva birçîbûnê de mane û wiha got: “Em naxwazin zarokên me têkevin greva birçîbûnê lê gava mafên wan bên binpêkirin, ji bêgavî dikevin. Zarokên me li girtîgehê, em jî li malê di greva birçîbûnê de ne. Hefteya borî ez bi Halîl re axivîm, sirf ji bo ez li ber nekevim got baş e. Lê ez dayik im, hîs dikim, rewşa wan nebaş e.”

Divê raya giştî hesas tevbigere

Dayik Mûratoglû destnîşan kir ku lewma divê raya giştî di vî warî de hesas tevbigere û ev tişt anî ziman: “Divê her kes xwedî li daxwazên wan derkeve û dengê xwe bilind bike. Girtî hemû zarokên me ne û canên me ne. Têkoşîna wan ji bo me ye. Di grevên berê de zarokên me jiyana xwe ji dest dan. Ji bo vê carê kes jiyana xwe ji dest nede, divê em dengê xwe bilind bikin. Em doza wekheviyê dikin. Me bi di tunebûnê de zarokên xwe mezin kirin. Hatin vî emrî, niha jî di girtîgehan de eziyetê dikişînin.”

Her wiha dayikê anî ziman ku ji ber ku gel baş xwedî li girtiyan derneketiye, girtiyan çalakî ji 5 rojan kirine 15 roj û diyar kir ku ji bo ji girtîgehan xeberek nebaş neyê, çi dikeve ser milê kê divê bike.

Bila daxwaz bên qebûlkirin

Necla Ortaç (50) ku kurê wê Mûrat Ortaç 11 sal in girtiye û niha Girtîgeha Şakran a Îzmîrê de ye, anî ziman ku hevjînê wê ji ber ku felcî ye 7 sal in û ew jî 4 sal in kurê xwe nedîtiye û diyar kir ku kurê wê 910 kîlometreyan dûrî wan e û vê yekê wekî bêhiqûqîtiyê bi nav kir.

Ortaç got ku tenê bi telefonê bi kurê xwe re diaxive û wiha axivî: “Zarokên me ji bo jiyaneke mirovane di grevê de ne. Jixwe heger şert û mercên girtîgehan baş bûna dê neketana greva birçîbûnê. Berê jî 3 mehan di greva birçîbûnê de mabû. Demildest divê daxwazên zarokên me bên qebûlkirin.” MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar