Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Jinên kurd bi biryardarî di çeperan de li ber xwe didin’

Ji Biryargeha Navendî ya YJA Starê Batûfa Çekdar diyar kir jinên kurd li dijî dagirkeriya tirk berxwedaniyeke dîrokî didin meşandin û got ku artêşa tirk nikare li dijî gerîla şer bike, çeteyên ku ji Sûriyeyê anîne li dijî gerîla didin şerkirin

Ji Biryargeha Navendî ya YJA Starê Batûfa Çekdar bal kişand ser berxwedaniya dijî dagirkeriya tirk a bi pêşengiya YJA Starê û wiha got: “Jinên kurd di çeperan de û di nav çiyayan de berxwedaneke dîrokî birêve dibe. Ev berxwedaniya ku em li Bakur-Başur birêve dibin, bi pêşengiya YJA Starê de pêk tê. Hêza jinan, nasnameya YJA Starê, di her çepera berxwedanê de heye. Ev berxwedaniya ku li hember dagirkerî, li hember faşîzmê çêdibe, bi jinên kurd ên welatparêz û berxwedêr ve birêve diçe. Bi rastî ev tenê gotin nîne, ji ber ku berxwedaniya jinên kurd sala borî li Heftanînê hat dîtin. Dîsa ev çend meh in li Zap, Metina û Avaşînê jin bi biryar li hember qirkirin û dagirkirinê disekînin.”

Çekdar di axaftina xwe de bal kişand ser 14’ê Tîrmehê, Berxwedana Zindana Amedê û ev tişt anî ziman: “Em di meha Tîrmehê de ne, destpêkê di şexsên şehîdên berxwedana zindanê û şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînin û em bejna xwe li beramberê ked û fedakariyên wan ditewînin. Em dibêjin; dê ruhê 14’ê Tîrmehê di nav têkoşîna me de bê jiyîn û niha di her kêliyê de jî tê jiyîn. Bi rastî ruhekî wisa bû ku li Kurdistanê bû bingeha şoreşa vejînê. Ew şoreşa vejînê di her qadê de û di jiyana gelê kurd de û di berxwedana têkoşîna azadiyê de zindî dimîne û mezin bû. Di roja me ya îro de jî, ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê, li her kolanekî, li her bajarekî, li her qadekî û di her çeperekî berxwedana gerîla de di dilê şervan û welatparêzekî kurd de û ew kesên ku dibêjin; dilê me ji bo azadiyê lê dide, têkoşîna her kesî ye û li her cihekî tê jiyîn û wê ev têkoşîn her mezin bibe. Ruhê 14’ê Tîrmehê her tim di têkoşîna me de zindî ye, wê her daîm zindî bimîne. Ji bo vê wan şehîdên mezin ên rûmetê bi bîr tînim.”

Hişmendiya xwe ya qirkirinê domand

Nirxandina Fermandara YJA Starê Batûfa Çekdar wiha ye:

“Di rastiyê de faşîzma îro ya li ser gelan û ya li hember Tevgera Azadiya me didome, ji pêvajoya zindana Amedê ne cuda ye. Dibe ku şekil guhertiye, di cewherê de ew dagirkerî ye, ew faşîzm e û ew hişmendî ye. Bi taybet ew hişmendiya qirker a li ser gelê kurd e. Heke mirov bibêje; dewleta tirk di wê rojê de heta roja me ya îro çi guhertin çêkiriye? Tu guhertin çênekiriye, dewleta dagirker li hember têkoşîna gelê kurd û li hember tevgera me ya azadiyê, di qonaxa xwe ya tengav û lewaz de dijî. Ev dewlet di merheleya êrîşkariyê de ye, ji ber ku sedemên vê hene. Ji berxwedana 14’ê Tîrmehê heta niha 39 sal derbas dibin, têkoşîna beriya wê û heta vê kêliyê jî berdewam kir. Dîsa her ku wext derbas bû, faşîzm li beramberî vê têkoşînê tengav bû. Dest ji hişmendiya xwe ya qirker jî berneda. Li Tirkiyeyê tiştek bi navê reseniyê nemaye. Mesela pir teoriya yerlî û millî dikin, lê di rastiyê de ne wisa ye. Tiştekî ku pala xwe bidin hêza xwe ya cewherî nema ye. Wexta qirkirina li ser kurdan dibe mijara niqaşê, gelek derdor bê deng dimînin. Ev bêdengî pergala AKP-MHP rewa dike.

Dewleta tirk hiqûqa xwe binpê dike

Bi zext, êrîş û operasyonên li ser gelê kurd û Tevgera Azadiyê dixwazin, wexta mijar dibe kurd her kes bêdeng dimîne, çavên xwe digirin. Ew kesên ku pêşengiya vê hişmendiyê dikin, cesaret digirin. Bi wî rêbazê didomînin. Ew bi xwe baş dizanin ku sedema van êrîşan ev e. Hem operasyonên li ser qadên li Bakur-Başûr hem jî li ser gelê kurd û li ser girtîgehan, van zextan bisekinîn, wek dewlet û wek hiquq û qanunên xwe tevbigerin, wê bi rastiya xwe ya hundir re rû bi rû werin. Ji bo van deng û bertekan qut bike, şerê li hember gel û gerîla di rojevê de dihêle. Di vê pêvajoyê de êrîşên li ser qada demokratîk û êrîşên li ser gelê bakurê Kurdistanê, êrîşên li ser gelê Tirkiye, asta xwe û dozaja xwe li gor berê derbas kiriye. Bi kurtasi dewleta tirk hiqûqa xwe binpê dike.

Dê gerîla gav paş ve navêje

Bêguman armanca wan ew e ku pêşiya çalakiyên gerîla yên bi bandor bigirin. Em dizanin ku di van pêvajoyên derbasbûyî de ruxmê ku ewqas operasyon û teknîka di destên xwe de bikar tînin, hemû alîkarî û piştevanî, ji cerdevaniyê, kontrayên ku li derdora xwe birêxistin kirine, lê cardin gerîla di berxwedaniya xwe de gavek paşve neavêt. Di her qadê de çalakiyên gerîla yên li qada Bakur pêşketin.  Gerîla li Dêrsim, Botan û Serhedê çalakiyên mezin li dar xistin. Wê gerîla di qadên bakurê Kurdistanê de pêşengiya vê berxwedanê bike.

Xwestin Başûr dagir bikin

Di êrîşên 23’ê Nîsanê de diyar bû ku xwestin sîstema gerîla belav bikin û qadên gerîla teng bikin. Em dizanin ku ev operasyon bi dijwarî berdewam dike. Ruxmê ku ev operasyon sê meh in didome, pêvajoyên berê û bîlançoyên du mehan, ji aliyê Navenda Parastina Gel ve hat aşkerakirin. Berxwedana ku li van qadan çêdibe, rastiya dewleta tirk radixe ber çavan. Di salên borî de jî li ser Qadên Parastinê yên Medyayê gelek operasyon hatibûn çêkirin. Di sala 2019-2020’an de li herema Heftanînê ev operasyon çêbûn. Ev cihên ku gerîla li ber xwe dide, ev cihên ku artêşa tirk operasyonan li dar dixin armanca dewletê çi ye zelal kir. Di vê operasyonê de armanca sereke ew e ku axa Başûr dagir bikin, di armanca duyemîn de tê fêmkirin ku dixwazin sîstema gerîla, qadên ku gerîla bi salan e xwe tê de rêxistin kiriye, di wan qadan de pisporî qezenc kiriye, dixwazin derbe lê bidin. Her çiqas pişta xwe bidin hêzên komploger ên li ser Kurdistanê, dîsa dibêjin; em hêza NATO’yê ya bi hêz in, di van herêmên şer de û di van herêmên ku gerîla tê de berxwedaniyê dike, pir baş aşkera ye ku hêza vê artêşê nîne ku bikaribe li hember gerîla tiştek bi dest bixe. Ev artêş nikare li hember vîna gerîla bisekine, ew li beramberê me şer dikin, çeteyên li Sûriyeyê, çeteyên ku di bin navê penabertiyê de anîne li gel xwe û li hember gerîla didin şer kirin. Artêşa tirk hem bi van çeteyan hem jî kontra û cerdevanên li bakurê Kurdistanê anîne, li beramberî me dide şer kirin. Mirovên ku ji bo pereyan şer dikin, helbet nikarin, li hember şervanên Apoyî şer bikin. Qadên berxwedanê, di dîroka şerê me de pêvajoyekî nû da destpêkirin. Li Metîna, Zap, Avaşîn û Zagrosan tenê şerê tunêlan nayên kirin. Ev şerê tunêlan tenê aliyekî wê ye. Di dîroka şerê me de cara yekemîn e ku ewqas berxwedaniyekî demdirêj, ewqas pisporî û xwulixkariyekî mezin heye.

Divê helwestekî neteweyî hebe

Hinek mijarên ku mirov rexne bike lê divê li hember vê dagirkeriyê helwestek bê dayîn. Ji bo qirkirina li ser xwezaya Kurdistanê, helwestek welatparêziyê lazim e. Em vê ji bo gelê me yên başûrê Kurdistanê dibêjin. Herêmên ku tê de şer dewam dike, ji Heftanîn heta Xakurkê, ev heremên çiyayî nin, ji wextên ku dagirkeriya Seddam ve û bi dehan caran ev gund hatine wêrankirin. Di pêvajoyên berê de jî êrîşên dewleta tirk li ser van herêman çêbûne. Axa başûrê Kurdistanê di roja me ya iro de bi rastiyekî dijwartir re rû bi rû ye. Bi dehan eşîrên vê axê ku hebûna wan di vê axê de ye, xwe spartin van çiyayan û hîn di van çiyayan de hene. Em dizanin ku çanda wan eşîran, çanda welatparêziyekî kûr e. Xwediyê çanda eşîreta kurdîtiyê ne ku çand û kerameta xwe diparêzin. Niha xeta li Zaxo, Metîna, Qaşura, quntarên Zendura, eşîra Sindiyan, Guliyan, Berwariyan, dîsa li xeta Xakurkê, eşîrên ku Zap û derdorên wî, eşîrên Zêbarî û Rêkaniyan welatparêz in. Ew xwediyê welatparezî û kerametekî kûr in.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar