Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HPG: 494 dagirker hatin kuştin û bi sedan çeper hatin rûxandin

HPG’ê bîlançoya 3 mehan a Cenga Xabûrê û Pêngava Bazên Zagrosan aşkera kir. Li gorî vê gerîlayan 398 çalakî kiriye. Di van çalakiyan de 494 dagirker hatine kuştin, bi dehan wesayîtên zirxî û çeper hatine îmhakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya 23’yê Nîsanê heta 23’yê Tîrmehê ya Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê aşkera kir.

Daxuyaniya HPG’ê ya têkildarî bilançoya 3 mehan wiha ye:

“Hikûmeta şerê taybet a AKP-MHP’ê ya di dîroka Tirkiyeyê de weke şeklekî faşîst girtiye, 24’ê Tîrmeha 2015’an li dijî gelê kurd, hemû sazî û destkeftiyên wê dest bi êrîşeke qirker a topyekûn kiriye. Ev êrîşa  qirker ku navê ‘Çokdanîn’ lê hatkirin, di dîroka TC’ê de bûye êrîşa herî berfireh a qirker û ji bo teqez encamê bigire, bi rastanîna salvegera Peymana Lozanê, carekî din armanca wê derketiye holê.

Gava yekem a vê êrîşa qirker a dorfireh bi Sîstema Îşkenceyê ya Îmraliyê, bi îşkence û şerê derûnî ya li ser Rêber Apo hat destpêkirin. Piştre berê xwe daye hêviya gelê kurd gerîla; li dijî Rêveberiya Xweser a Gel, sazî û hemû dînamîkên me bi hovane êrîşên xwe domand. Hikûmeta şerê taybet û şefên faşîs bi êrîşên qirker ên der mirovî û dorfireh ewilê bawerkirin ku dê gerîla tune bikin, Tevgera Azadiya Kurdistanê tesfiye bikin, serî li gelê kurd bidin tewandin. Bi vê xeyal û gafleta katînê, roj ji bo Tevgera Azadiyê danîne, bi şerê dernûnî yê zêde, xwestiye raya giştî jî bi vê bide bawerkirin. Lê di rewşa heyî de, bi pêşeniya şeklê AKP-MHP’ê ya faşîst de, tevî hemû êrîşên qirker ên dewleta tirk pêk anî, di serî de berxwedana bê emsal a Rêber Apo ya li Îmraliyê, asta şer a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dayî destpêkirin, sekna rûmet a gelê me ku ne serî tewandî û ne jî teslîmbûyî, helwesta berxwedêr a hêz û dostên gelê kurd rûyê navxe ya rejîma faşîst û êrîşkar a qirker a dorfireh a 6 sal in dewlata tirk dayî destpêkirin, raxist ber çavan. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku di reweşeke cidî de rewabûna xwe ji dest dayî, bi gotina ‘Beka’ ber bi têkçûnê ve çûye.

Tu guman têde nîne ku ev yek wisa hesan pêk nehatiye, di encama ked, hewldan û berxwedana biryardar a Rêbertî, gel û tevgera me ya li her çeperê derketiye holê. Gelê me berdêlên mezin daye, ewladên xwe yên herî bi nirx, bi şehîdên fedayî ya gerîlayên Azadiya Kurdistanê gihiştiye vê astê. Bi pêşengtiya şehîdên me yên fedayî, ev meşa azadiyê ya leheng, ji bo her kesê bûye çavkaniya hêviyê, hemû cîhanê şahidî ji têkoşîna hebûnê ya gelê Kurdistanê û dostên wan re kiriye.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê 6 salên xwe tije kir û dikeve sala 7’an, di vê pêvajoya şer ê dijwar û dorfireh de, çawa ku hemû êrîşên dijmin berteref kiriye, di serî de li bakurê Kurdistanê li her derê çeperên xwe û hebûna xwe parastiye. Heman demê gihiştiye asta ku teknîka demê vala derbixe, li ser xeta gerîlayê demê yê ber bi serkeftinê ya gerîlatiya Modernîteya Demokratîk şênber bûye. Tevî hemû avaniyên netew-dewlet a modernîteya kapîtalîst û êrîşê hêzên navneteweyî, gerîlayên ku ji bo hemû hejarên ku dilê wan ji bo demokrasî û azadiyê lê didin, bûye çavkaniya hêviyê, xet, teknîk û performansa xwe ya şer ava kiriye, bûye yek ji destkeftiyên herî mezin ê vê pêvajoyê.

Em Hêzên Parastina Gel a Kurdistanê bi performansa şer a di 3 mehên Pêngavên Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê re, lehengiyên pêk hatin, asta fedatiyê, dewlemendiyên taktîkî û bi çalakiyên zêde di Şerê Gel ê Şoreşger û êrîşên qirker ên 6 salên dawî gihiştiye lûtkeyê. Ji niha û şûn ve jî di wê baweriyê de ne ku wê hê zêdetir serketî û azad, wê meşa Rêbertî ya Azad û Kurdistana Azad ve bi gerîlayên serkeftinê re bi teqez bi ser bikeve.

Bîlançoya 3 mehan a Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan û Cenga Xabûrê wiha ye:

Çalakiyên ji aliyê hêzên me ve hatine kirin;

  • 2 çalakiyê kemînê
  • 10 çalakiyên veşartî
  • 25 Çalakiyên Gerîla yên hemwext û koordînekirî
  • 39 Çalakiyên derbkirinê
  • 39 Çalakiyên Hêzên Parastina Hewayî
  • 44 Çalakiyên Sekvanî
  • 72 Çalakiyên Sabotajê
  • 79 Çalakiyên bi çekên giran
  • 88 Çalakiyên bi serdeçûnê
  • Bi giştî 298 çalakî ji aliyê gerîlayan ve hatiye kirin

Encamên çalakiyên ji aliyê hêzên me ve hatin kirin;

  • 494 dagirker hatine cezakirin
  • 62 dagirker birîndar bûne

Hevrêyên me yên şehîd bûne;

  • 63 hevrêyên me şehîd bûne

Êrîşên ji aliyê hêzên dagirker ve hatine kirin;

  • Artêşa tirk a li ber berxwedana gerîla windahiyên mezin dane û encam nagirin, Herêmên Parastinê yên Medyayê ji hewa û bejahiyê ve her roj bombe dike.
  • Tevî ewqas bomberdûmanê jî artêşa tirk a nikare encamê bigire, ji bêdengiya raya giştî ya navneteweyî, bêdengiya dewletan û rayedarên saziyan hêzê digire û sûcên şer dike û çekên kîmyewî bi dijwarî bikar tîne. Bi taybet di mehên dawî de, ji ber rezîliya xwe 50 carî serî li bikaranîna çekên kîmyewî û gazên jehrî daye. Di nava 3 mehên şer de, li dijî çeper û tunelên şer bi giştî 67 caran gazên kîmyewî û gazên jehrî bikar aniye.

Wesayîtên ku ji aliyê hêzên me ve hatine derbkirin;

  • 2 wesayîtên leşkerî
  • 3 kepçe
  • 2 helîkopterên êrîşê
  • 6 Dron
  • 6 Helîkopter

Amûrên ku ji aliyê hêzên me ve hatine îmhakirin;

  • Wesayîteke bi cûra transît
  • Wesayîteke zirxî ya bi cûra Kîrpî
  • Wesayîtîke bi komanda û paletlî
  • 2 wesayîtên tîpa Reo
  • 2 wesayîtên leşkerî yên asayî
  • 3 çeperên bombeavêjê
  • 5 çeka A4 û çepera wê
  • Kamelyayek
  • dûrbûna teleskopê
  • 6 kon
  • 2 dedektor
  • 3 dron
  • 4 radar
  • 2 kameraya serî
  • 24 kamereya mobeseyê
  • Mertalên ku gule li nav neçin
  • Bi dehan tonên teqemenî û sedan çeper hatin îmhakirin

Amûrên leşkerî yên ku hêzên me li ser dijmin rakirî wiha ne;

  • cîhazek bêtêl
  • çekek MPT
  • çekek bombeavêj
  • çekek BKC
  • çekek B7 (Bisiving)
  • Dûrbînek şev
  • Dûrbînek termal
  • 2 dûrbînên çekê
  • Detektorek mayînan
  • Dronek
  • 6 çanteyên leşkerî
  • bi sedan kg teqemenî
  • kuneyên leşkerî
  • gelek amûrên leşkerî” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar