Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

HPG’ê der barê tevgera PDK’ê de daxuyanî da

HPG têkildarê liv û tevgera PDK’ê ya li qadên gerîla de daxuyaniyek da û wiha got: “Ji ber hêzên PDK’ê ber bi cihên gerîla bi pêşve çûne ji bo demek kurt pevçûn derketiye. Hêzên PDK’ê bi çekên giran li qadê daye û ji ber wê di eraziyê de şewat derketiye.” 

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê der barê liv û tevgera hêzên PDK’ê ya li qadên gerîla de daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir: “Hêzên girêdayî PDK’ê roja 5’ê hezîranê bi rengê êrîşê hatiye qada navbera Girê Çarçel û Girê Hekarî yên girêdayî herêma Metînayê û xwe bi cih kiribû. Hêzên PDK’ê tevî hemû bang û hişyariyan li vê qadê karê çêkirina çeperan domandiye, rêyên nû çêkiriye, hêz û wesayîtên zirxî sewqî qadê kirine. Pir bi şeklekî watedar bi taybetî di saetên sibehê ya roja 24’ê tîrmehê li Girê Çarçel cereke din hêzên xwe xist nav tevgerê û hewl daye ber bi cihên gerîla bi pêşve biçin. Weke berê me ji raya giştî re jî ragihandibû, qada behsa wê tê kirin herêmeke bingehîn ê hêzên gerîla ye ku bi salan li wir xwe bi cih kiriye, di navbera gerîla û hêzên PDK’ê ku nû hatine qadê de mesafeyek kêm heye.

Di encama pêşveçûna hêzên PDK’ê ya ber bi noqteyên gerîla de ji bo demek kurt pevçûn çêbûye. Hêzên PDK’ê bi çekên giran li qadê xistine û di encama wê de jî şewat bi erazî ketiye. Di heman demê de tevgera zêde ya balafirên şer û keşfê yên aîdê dewleta tirk a li ser herêmê jî didome.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar