Li gorî nûçeya Ajansa ANHA’yê ku ji çavkaniyên herêmî girtî, istîxbarata dewleta tirk a dagirker li bajarokên Silok û Turkman ên kantona Girê Spî dorpêç kir û piştre welatiya bi navê Emîne El-Hebîb (ji eşîra Teyî ya Ereban) ji bajarokê Silokê, her wiha welatiya bi navê Ebîr Hisên El -Îsa (ji eşîra El-Bo Esaf) ji bajarokê Turkman a kantonê, revandin.
Heman çavkanî destnîşan kir ku hêzên dagirker herdu jinên revandinî, birine baregeheke leşkerî ya dewleta tirk a li Girê Spî û heya niha jî çarenûsa wan ne diyar e.
Sûcên dagirkeriya tirk ên li kantona dagirkirî hîn jî didome. Çavkaniyên herêmî aşkera kiribûn ku jinên kantonê di zindanên kantonê de hatine îşkencekirin. EYN ÎSA