Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

KNK: Li dijî dagirkeriyê divê em xwedî helwest bin

Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad diyar kir ku li başûrê Kurdistanê zemînê yekitiya neteweyî heye û wiha got: " Partiyên Kurdistanê hemû, divê li dijî êrîşan û dagirkeriyê xwedî helwest bin.”

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûrad têkildarî hevdîtinên li başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Mûrad anî ziman ku di hevdîtinan de yên bi partiyan û rêxistinên civakî yên sivîl re, wan tespît kirine ku ji bo yekitiya neteweyî zemînek heye û wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku bi berxwedana neteweyî, bi piştgiriya dost û parêzvanên azadiyê em ê êrîşan û hewldanên dagirkeriyê bişikînin.”

Mûrad têkildarî helwesta PDK’ê ya der barê hewldanên yekitiya neteweyî de jî ev tişt anî ziman: “Ji bo daxwaza me ya hevdîtina bi PDK’ê re hîn bersiv nehatiye dayîn. Me hîn jî nekarîn bi nûnerên wan re hevdîtinê ibkin. Ne bersiveke erênî ne jî neyînî nayê dayîn. Divê ew bi xwe aşkera bikin bê çima bersivê nadin. Deriyê me li her partî û rêxistinê vekiriye.”

Pêwîstî bi yekitiyê heye

Mûrad diyar kir ku du mehan wan li başûrê Kurdistanê kar kir û wiha dewam kir: “Bi her awayî divê mirov li ber dagirkeran rabin. Pêwîstiya gelê kurd ji her demê bêhtir niha bi yekitiya neteweyî heye. Pirsgirêk dûrî ji şerê navxweyî divê li dora maseya danûstandinê bi rêya diyalogê bên qedandin û çareserkirin. Ji ber ku yekitî û hevgirtin pêk nehatiye, eniyên parastina Kurdistanê lawaz dibin. Bi navê KNK’ê di asta Herêma Kurdistanê û Iraqê de me hewl da ku partiyên siyasî yên kurd, fraksiyonên parlamenteran, rêxistin, rewşenbîr, medya û rêxistinên jinan ên kurd bibînin.”

Bang li partiyên siyasî kir

Her wiha herî dawî Mûrad ev bang li partiyên siyasî kir: “Partiyên Kurdistanê hemû, li dijî êrîş û dagirkeriyê divê xwedî helwest bin. Di serî de jin û ciwan em bang li her kesên azadîxwaz dikin, ji bo pêşî li şerekî navxweyî bê girtin û dagirkeriya dewleta tirk bê astengkirin, zextê li aliyên siyasî bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar