Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, topbaran û hedefgirtina Minbic, Til Rifet, Girê Spî, Til Temir û başûrê Kurdistanê, meşek li Minbicê organîze kir. Bi dehan şêniyên bajarê Minbicê tev li meşê bûn. Meş ji çerxerêya Mîzan dest pê kir.
Meş li çerxerêya Meseb veguherî mitîngê. Di mitîngê de daxuyaniyek ji aliyê Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Minbicê Mihemed El-Hesen ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta tirk li ser herêmên nexasim bajarê Minbicê û herêma başûrê Kurdistanê, Avaşîn, Zap û Metînayê hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Ev yek berdewamiya pêkanîna planên guhertina demografîk ku dewleta tirk ji beriya çend salan ve li ser hesabê gelên herêmê pêk tîne ye.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji destpêka ku bajarê Minbicê ji aliyê şervanên HSD’ê ve ji tarîtî û zilma DAIŞ’ê hate rizgarkirin, dewleta tirk bi dijwarî gundewarên ku sivîl tê de dijîn topbaran dike û armanca wê ew e ku tevlihevî û metirsiyan di nava şêniyan de derxîne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta tirk dagirkeriya xwe li herêmên Sûriye û başûrê Kurdistanê berfireh dike, dixwaze projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser têk bibe ji ber ku ew projeya rizgarkirina tevahî gelên Rojhilata Navîn e.
Tevgera Ciwanên Şoreşger di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku dê asta têkoşîna şoreşgerî li hember çi êrîşên li ser xaka, rûmet û azadiya şêniyan bilind bikin û dê parastina destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestbixin, bikin.
Di dawiyê de hat gotin ku dê li hember êrîşên dijmin bê bersiv nemînin û bi hêzên leşkerî re bisekinin da ku parastina şêniyan bikin. MINBIC