Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Şopên ji Kobanê

Şaristan Mahîr | 

Mirovahî ji roja avabûna civakê, heya niha bi şopên ku li du xwe hiştine dîrok nivîsandine. Dîroka mirovahiyê bi giranî piştî dîtina nivîsê tê destgirtin. Lê beriya vê dîtina mezin a nivîsê jî em lê mêze dikin dîroka mirovahiyê winda nebûye û xwe gihandiye heya roja me ya îro. Dîrok bi şopên jiyanê zindî ye û zindî dimîne. A balkêş ew e ku di her serdemekê de em rastî şopên afirineriya jiyana jinan tên. Jin bi şoreşa gundan re dîrokê nû nivîsandin. Em bi şopên civaka xwezayî re jiyana wê demê nas dikin. Bi vê awayê em digihêjin rastiya jin avakerên jiyanê ne. Rastiya ku em di roja me de digihîjin ew e ku dîrok bi awayek gelemperî li ser terîfa şopên jiyanê gihiştiye van rojan.

Di dîroka nivîskî de em herî zêde rastî dîroka desthiladaran tên. Lê berxwedêrên civakan û yên ku ji bo heqîqet û civaka xwe ked daye, serî hildaye û têkoşiyane, bi şopên li peyê xwe hiştine bûne nivîskarên dîroka xwe. Ew şopên kedê ji mirovahî û şoreşgeran re bûye îlhama berxwedanî û azadîxwaziyê. Ji ber wê jî hemû cîhên ku civak lê jiyiya ne û tê re derbas bûne em rastî şopên wan tên. Bêguman heqîqet hebûnek mayînde ye, heqîqata ku em behsa wê dikin şopên wê di destpêka dîroka mirovahiyê de veşartî ye. Yên digihejin vê rastiyê di heman demê de, ma ne ew in ku digihêjin rastiya xwe ya naskirinê­­? Dema Hallaci Mansur li hember zilma halîfeya Abbasî zanebûna ‘Enel Hak’ vegot gihaştibû kijan rastiyê gelo? Hallaci Mansur tenê yek ji wan e. Em bi hezaran şopdarên heqîqetê û yên jiyana azad û wekhev binêrin rastiya ‘xwe bizane’ tê beranberî me. Hemû jî li dû şopê xwe zanêbûnê meşiyane û têkoşiyane. Ev meş heta roja me ya îro hatiye û berdewam dike.

Di cîhana me de li her devera ku em lê dijîn, a rast li ser her bosteka axa ku em pêlê dikin em rastî şopên berxwedêran, azadîgeran û heqîqetvanan tên. Cihê ku lê zilm, zor û desthiladarî hebûye şopên şoreşgeran jî heye. Yek ji wan cihê ku her bostek wê bi şopên şervanên heqîqet û azadixwaz rizgar bûye jî bajarê Kobanê ye. Bajarê Kobanê bi şahidiya hemû cîhanê berxwedaniya bi navê kurdan li hemberî çeteyên DAIŞ’e da meşandin. Ev berxwedaniya ku 134 roj berdewam kir di nav gelê kurd û cîhanê de weke Stalîngrada kurdan hat binavkirin. Berxwedana Kobanê ji bo hemû mirovahiyê girîngiya xwe diparast. Ji ber ku çeteyên DAIŞ’e li serê hemû mirovahiyê xetere û belayêke mezin bû. Di pêla erîşên DAIŞ’e de vê carê bajarê Kobanê hebû lê pêlên êrîşan her diçû belav dibû û zêde dibû. Lê şikandina DAIŞ’ê bi berxwedaniya Kobanê bû sembola berxwdaniya hemû mirovahiyê. Her welat, bawerî, gel û yên ku bi parastina rûmeta mirovahiyê rabibûn di vê berxwedaniyê de cihe xwe girtin. Kobanê bû parêzvana rûmeta mirovahiyê. Ji ber vê jî 1’ê Mijdarê li hemû cîhanê weke roja Kobanê tê pîrozkirin. Berxwedaniya Kobanê hema jixwe ve û ji nişka ve derneket holê. Kobanê di heman demê de çûrîska ku yekem agirê şoreşa 19’ê Tîrmehê pêketî ye. Ruhê berxwedaniyê di 19’ê Tîrmehê de bi pêxistina agirê şoreşê dest pê kir.

Kobanê yan jî em dikarin bêjin warê berxwedan û lehengiyê, di her kolan an jî taxa ku em têre derbas dibin, şopekî yê ji têkoşîna şervanan derdikeve pêşiya me. Dema mirov li vî bajarî pêl axê dike, mûyên canê mirovan têl bi têl dibe, carnan jî mirov wisa pê dihise ku xwîna di bedena mirovan da zuha bûye û gotin di devê mirov de lal bûne, li beranberî rastiya şerê ku hatiye jiyîn. Wê demê ji dilê mirov nayê ku mirov pêl vê axê bike. Carnan dibêjim xweziya ev kolan bi ziman bûna û behsa wê berxwedaniya bêhempa bikiribûna. Her cihê ku em pêlê dikin, têde derbas dibin û lê rûdinên pirsa gelo kîjan lehengê/î li vir şer kir û li ber xwe da, tê serê me. Ev pirs bi awayên cuda cuda di serê me de dirêj dibin û diçin. Li Kobanê yek kêliya ku mirov bi wan berxwedêran nehizire û wan nejî, nîne. Jixwe atmosfer û şopên ku hatine hiştin, te dixe nav van pirs û fikaran. Yek ji cihê ku hîn bi awayek zindî şahidiya van rojan dike jî kolana dibistana Ş. Serhed e ku hîn keziyên edûl û porên derweşên serdemê di nava qefesa camîn de li erdê tên parastin. Yek ji şopên ku nayê jibîrkirin û rastiya bedelên azadiyê nîşanî me dide jî ev şopa ku Edûl û Derweşan li pê xwe hiştine. Kolanên Kobanê bi şopên van şoreşgeran tijî ye. Gotin di cih de be bianîna ziman xelas nabe. Gelek zarokên Kobanê îro bi navê wan şoreşgeran tên binavkirin. Her yek ji wan şoreşgeran li kolan, mal, bin darek, ber sihek, li diwar, hewş û di her bostek wê de xwe didin jiyîn û bi me jî didin jiyandin.

Ev rastiyên ku em rastê wê tên nîşanî me dide ku şoreşger bi şopên ku li du xwe dihêlin şopdarên xwe ava dikin û di nav pelên dîrokê de xwe zindî dihêlin. Dîroka şop û şopdaran li ser axa rûmetê neqîşkiriye. Ji ber vê ev rastî û dîrok tu carî nayê tunekirin û jibîrkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar