Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd serî li CPT dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan û xwestin ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabe

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo qedexeya li ser hevdîtina parêzer, malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe serî li Komîteya Şopandin û Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da. Di serlêdanê hat gotin ku qedexeyên hevdîtinê di meha adar, nîsan, gulan û hezîranê de bi awayek sîstematîk dewam kiriye û ev rewşa heyî li dijî destûra bingehîn û peymanên navnetewî ye. Di serlêdanê de ji bo tecrîd bi dawî bibe û pêşiya hevdîtina were vekirin bang li CPT’iyê hat kirin wezîfeya xwe bike.

Parêzeran di serlêdanê de her wiha têkildarî serlêdanên ji bo Ocalan û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li gel wî tên ragirtin û bersivên wergirtine û ji bo dawîkirina tecrîdê hin daxwaz jî pêşkêş kirine.

Serlêdan bêencam tên hiştin

Di metna serlêdanê de cih dane serlêdanên ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û di tevahiya 4 mehan de ne erênî û ne jî neyînî bersiva serlêdana wan a hevdîtinê nehatiye dayîn. Di vê demê de herî kêm her car 4 parêzeran 68 caran serî li dozgeriyê dane û bira û vasiyê Ocalan jî ji bo hevdîtinê 20 caran serlêdan kirine. Di metna serlêdanê de hat gotin ku parêzer ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve û malbat jî ji 3’yê Adara 2020’an ve heta niha qet hevdîtin nekirine.

Îtîraz tên redkirin

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku li Girtîgeha Îmraliyê Rewşa Awarte didome û hevdîtinên telefonê jî birêkûpêk pêk nayên û xetereya têkildarî rewşa Ocalan berdewam dike. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku hemû biryarên derbarê Ocalan û girtiyên din de hatine girtin ne hiqûqî ne û ev biryar di çarçoveyên polîtîk de tên girtin.

Hat gotin ku biryarên tên girtin kes nikare rave bike û parêzer nikarin naveroka dosyeya biryaran fêr bibin û hat destnîşankirin ku hemû îtîrazên wan ên ji bo biryarên li Îmraliyê tên girtin ji aliyê Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê ve tên redkirin.

Berpirsyartiya komîteya we tê binpêkirin

Parêzeran got ku her çiqas wan bi şexsî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabe jî lê derbarê serlêdana xwe de tu bersiv wernegirtine û ev sepanên li Îmraliyê di heman demê de berpirsiyartiya Komîteya we ya li dijî sepanên dij mirovan e, muameleya xerab û rakirina tecrîdê jî binpê dike.

Di serlêdanê de hat diyarkirin ku qedexeya hevdîtina telefonê û desteserkirina nameyan ango nedana nameyan bo miwekîlên wan jî berdewam dike. Parêzeran di metna serlêdanê de destnîşan kir ku qanûnên destûra bingehîn li Îmraliyê nayê sepandin û ji ber vê yekê tecrîd berdewam dike û hat diyarkirin ku daraz û îktîdar di tecrîdê de dest dane destê hev û bi hev re tecrîdê pêk tînin.

Bi hezaran kes di greva birçîbûnê de ne

Di metna serlêdanê de hat destnîşankirin ku li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê ji bo tecrîd bi dawî bibe bi hezaran girtî di greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger de ne û tevî bang û daxuyaniyên komîteya we jî tecrîd didome û daxwazên girtiyan nayên qebûlkirin. Di serlêdanê de hat gotin ku 768 hiqûqzanên li Tirkiyeyê kampanya îmzeyan a li dijî tecrîdê ku qebûl nakin dane destpêkirin û hiqûqzan ji bo mafên bingehîn werin pêkanîn bang li rayedaran dikin. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku têkiliya Ocalan û girtiyên li cem wî her cûre rêyên pêywendî danînê bi cîhana derve re hatine qedexekirin û qedexekirina li ser hevdîtina parêzer, malbat û wasî ku bi awayek sîstematîk bedewam dike dê wek muameleya xerab û dij mirovane derbasî qeydan bibe.

Daxwazên parêzeran

Parêzeran di serlêdanê de ji bo bidawîkirina îşkence û sepanên muameleya xerab bang li CPT’iyê kir û xwest wezîfeya xwe pêk bîne. Parêzeran ev daxwaz ji CPT’iyê kirin:

*Divê komîteya we bi awayek lezgîn serdana Girava Îmraliyê bike.

*Divê serdana parêzeran bi tavilê pêk were û her tim berdewam bike.

*Lazim e hevdîtina malbatê û vasî her tim pêk were û cezayên dîsîplînê yên dij hiqûqî werin bidawîkirin.

*Li gel mafê serdanê divê mafê axaftina bi telefonê jî bicih were.

*Lazim e astengiyên li pêşiya name û faksan werin bidawîkirin.

*Pêwîst e astengiyên li pêşiya rojname, kovar û pirtûkan ku sepanên dij hiqûqî ne werin bidawîkirin.

*Em bi lezgînî daxwaz dikin ku îşkence, sepanên dij mirovane û muameleya xerab werin bidawîkirin û tevdîr û prosedur werin bikaranîn û bikevin meriyetê. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar