PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Kurd bi taga ‘KDPêdîBese’ dorpêçkirina herêmên gerîla şermezar kirin

Piştî belavbûna agahiya ku li Xelîfanê alozî di navbera çekdarên PDK’ê û gerîlayan de derketiye bikarhênerên Twitterê yên kurd, bi armanca şermezarkirina hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta tirk û bi taybet jî dorpêçkirina herêmên gerîla, taga ‘KDPêdîBese’ vekirin

Navenda Nûçeyan |  

Şevê din Wezareta Pêşmergeyan daxuyaniyek belav kiribû û îdîa kiribû ku komek gerîlayan êrîşê çekdarên wan ê li herêma  Xelîfanê kirine. Lê çavkaniyên herêmî van îdîayên Wezareta Pêşmerge derewandin û ragihandin ku dema komek gerîla derbasê qadek din a xwe dibûn ketine kemîna çekdarên PDK’ê û hatine gulebarankirin.

Lê heya niha agahiyek zelal derbarê bûyerê de bidest neketiye û HPG jî  hîn daxuyanî nedaye.

Piştî bihîstina bûyerê bikarhênerên Twitterê bi armanca şermezarkirina êrîşên PDK’ê yên li dijî herêmên gerîla û hewldanên dorpêçkirina kampên gerîla û kemîn avêtina pêş hêzên gerîla, taga ‘KDPêdîBese’ vekirin.

Kurd bi tagê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk a dagirker re şermezar kirin û bang li desthilata PDK’ê kirin ku dest ji dijminahiya li kurdan berde.

Peyam zêdetir bi zimanê kurdî (Kurmancî), tirkî û îngilîzî hatin nivîsîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar