Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

HPG: Komên girêdayî PDK’ê êrîşî hevalên me kirin û şehîd xistin

HPG'ê li ser koma gerîla ku agahî ji wan nedihate girtin daxuyanî da û wiha got: “Li gorî agahiyên ku me ji gelê xwecih girtî hêzên bi ser PDK'ê ve dora komê pêçaye, van hêzan êrîş biriye ser wan û hin hevalên me şehîd bûne.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê bûyera ku 26’ê Tîrmehê li navçeya Xelîfan a girêdayî Hewlêrê de çêbibû û hatibû gotin hêzên PDK’ê êrîşî komek gerîlayên HPG’ê kirine, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Komeke me ya biçûk a gerîla ku di çarçoveya peywira xwe de ji deverekê diçû devereke din, piştî ku gihîştin dehma Xelîfan, di 26’ê tîrmehê de têkiliya me ji hev qut bûye.

Li gorî agahiyên ku me ji gelê herêmê girtine hêzên bi ser PDK’ê ve dora komê pêçaye, van hêzan êrîş biriye ser wan û hin hevalên me şehîd bûne. Agahiya ku gelê xwecih daye wiha ye. Qada navborî ji hêla hêzên PDK’ê ve hatiye dorpêçkirin, ketin û derketina nav qadê hatiye qedexekirin, tu agahiyek nayê stendin.

Di heman demê de rayedarên PDK’ê jî di ser çapemeniyê de diyar kirine ku li dehma Xelîfan rûdanek çêbûye. Derheqê aqûbeta van hevalên me fikarên me hene. Tu maneyeke wê nîne ku komeke di wir re derbas dibe, wisa tê dorpêçkirin û êrîş li ser wan tê kirin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Tê fêhmkirin ku helwesteke wiha tê nîşandan ku tenê xizmetê ji dijminên gelê Kurdistanê re dike.

Beriya ku zêde zor li sînorên tehemmûlê were kirin, derheqê aqûbeta van hevalên me de, em li hêviyê ne ku PDK ji bo me û raya giştî ne bi berevajîkirinê, agahiyeke pêbawer û ewle bide.

Di qonaxa krîtîk a dîrokê de li bara vê êrîşkariyê ku ji hêla berjewendiya neteweyî ya gelê kurd ve dikare rê li ziyanên mezin veke, em bang li gelê xwe dikin ku bihistyar be û hemû derdorên siyasî yên têkildar ji hêla peywirên neteweyî ve bi berpirsyarî tevbigerin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar