Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji ber ambargoya rejîmê li Şehbayê 3 zarok mirin

Di çend rojên derbasbûyî de, 3 zarokên koçber ên ji Efrînê ji ber kiryarên rejîmê û dorpêça ku li ser kantona Şehbayê ferz dike, jiyana xwe ji dest dan

Rejîma Şamê ji beriya 3 salan ve siyaseta xwe ya neheq li hemberî koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimînin, dewam dike û dorpêçek giran li ser kantonê ferz kiriye. Her wiha nahêla ku madeyên bingehîn derbasî kantonê bên kirin.

Rejîm li dergehên di navbera kantona Şehba û bajarê Helebê de ku tenê 15 km ji hev dûr in, kiryarên keyfî dimeşîne û nahêla ku derman, alavên tenduristiyê, sotemenî û ard derbasî Şehbayê bibin. Ew yek dibe sedem ku koçberên Efrînê di şert û mercên dijwar de bijîn.

Xemsariya Heyva Sor a Sûriyeyê rewşê dijwartir dike

Li gorî çavkaniyekî ji Nexweşxaneya Avrîn, Heyva Sor a Sûriyeyê ev du meh in rê nade ambulansên din ku nexweşan veguhêzin nexweşxaneyên Helebê. Ew bi xwe jî bi zanabûn nexweşan paşguh dike û çûyîna wan ji bo dermankirinê asteng dike.

Di çend rojên derbasbûyî de, ji ber xemsarî û derengmayîna ambulansa Heyva Sor a Sûriyeyê 3 zarok li Şehbayê jiyana xwe ji dest dan.

Bijîşkê ku çavdêriya rewşa zarokekî dikir diyar kiribû ku divê zarok bi lez derbasî nexweşxaneyeke Helebê bikin lê belê ambulansa Heyva Sor a Sûriyeyê çend seatan dereng ma û ji ber wê zarok jiyana xwe ji dest da.

Raporên tenduristî yên têkildarî rewşa zarokan

Ajansa Ajansa ANHA’yê nimûneya raporên tenduristî yên têkildarî rewşa 3 zarokan ji Nexweşxaneya Avrîn ya Şehbayê bi dest xist ku tê de rewşên zarokan û sedemên mirina wan aşkera dibe.

Li gorî rapora yekemîn: “Zaroka bi navê Ciwane Ciwan Husên (yek mehî) keça Nazliyê Sîdo ye û li navçeya Ehdasê bi cih dibe, di 21’ê vê mehê de serî li Nexweşxaneya Avrîn da û ew derdasî odeya çavdêriyê hat kirin. Destwerdana lezgîn ji bo wê hat kirin û ofîsa ambulansan a Helebê hat agahdarkirin ku pêwîst e zarok di saet 02:00’an piştî nîvroyê de derbasî Helebê bê kirin. Lê belê Heyva Sor a Sûriyeyê ambulans di demjimêr 05:00’ê êvarê de şand Nexweşxaneya Avrîn û di rêya Helebê de gaza oksîjenê ya tê de bi dawî bû. Piştre zarok veguhastin ambulanseke din a Heyva Sor a Sûriyeyê. Di encamê de berî ku zarok bigihêje Nexweşxaneya Helebê jiyana xwe ji dest da.”

Li gorî rapora duyemîn: “Zaroka bi navê Aye Reşîd Hemo (yek salî) keça Medya ye û li navçeya Til Rifet bi cih dibe. Ji ber ku tenduristiya wê xirab bû berê xwe da Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê. Di saet 02:00’ê nîvro de dermankirina pêwîst jê re hat pêşkêşkirin lê belê encam negirt. Ew di demjimêr 03:00’an de yekser birin beşa zarokan û ketin bi çavdêriyê û ofîsa ambulansan a Helebê hat agahdarkirin ku divê zarok di saet 04:00’an de derbasî Helebê bibe. Lê belê ambulansa Heyva Sor a Sûriyeyê çar saetan dereng ma û di encamê de zaroka bi navê Aye jiyana xwe ji dest da.”

Li gorî rapora sêyemîn: “Zarokê bi navê Mihemed Emîn Mûsa (2 mehî), kurê Mûsa û diya wî Yasmîn e, li navçeya Ehresê dimîne. Di 20’ê tîrmehê de derbasî nexweşxaneya Avrîn bû, ofîsa ambulansa Helebê hat agahdarkirin ku divê ew zarok derbasî Helebê bibe lê ji ber ku bijîşka bi navê (A-A ) ya girêdayî Navenda Tenduristiyê ya Helebê ne amade bû, derbaskirina zarok ji nexweşxaneya Helebê re heta saetên dereng ên êvarê nehat erêkirin. Piştî ku ambulansa Heyva Sor a Sûriyeyê di saet 11:30`ê êvarê de gihîşt nexweşxaneyê, Mihemed jiyana xwe ji dest dabû.”

Koçberên Efrînê dibin qurbanê siyaseta hikûmeta Şamê

Der barê van 3 bûyerên dawî de, endamê rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn Dr.Osman Şêx Îsa daxuyand ku ji ber siyasetên hikûmeta Şamê li dijî koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimeşîne û bi armanca ku koçberên Efrînê careke din bide koçberkirin, sivîl jiyana xwe ji dest bidin û wiha got: “Di encamê de koçberên Efrînê dibin qurbaniyên siyasetên hikûmeta Şamê yên li dijî herêma Şehbayê.”

Şêx Îsa diyar kir ku hikûmeta Şamê ji beriya zêdetirî 3 salan ve nahêle sivîl biçin bajarê Helebê û li nexweşxaneyên wê werin dermnkirin, her wiha rê nade ku alavên tenduristiyê û derman derbasî Nexweşxaneya Avrîn bibe.

Nahêle ku ambulansên Nexweşxaneya Avrîn nexweşan bibin Helebê

Şêx Îsa destnîşan kir ku hikûmeta Şamê nahêle ku ambulansa Nexweşxaneya Avrînê nexweşan veguhêzîne nexweşxaneyên Helebê û tenê rê dide ambûlansên Heyva Sor a Sûriyê derbas bibin.

Di axaftina xwe de Îsa da zanîn ku tîma tenduristiyê yên Heyva Sor a Sûriyeyê dereng tevdigere û nexweşan di dema veguhastina wan a bo Helebê de paşguh dikin, di saetên diyar de nexweşanan nabin Helebê, ji ber wê jî nexweş jiyana xwe ji dest didin.

Şêx Îsa got ku di çend rojên derbasbûyî de ji ber xemsariya tîma tendusitî ya Heyva Sor a Sûriyeyê di veguhastina nexweşan bo nexweşxaneyên Helebê û derengmayînên wan de, 3 zarokan jiyana xwe ji dest da.

Îsa destnîşan kir ku heta piştî ku biryara derbaskirina nexweşan ji bo Helebê ji hêla bijîşkê çavdêriya nexweş ve tê erêkirin, derengimayîna ambulansan dibe sedem ku zarok ji jiyana ji dest bidin.

Rojane pêdiviya zêdetirîn 400 koçberan bi dermankirinê heye lê belê…

Dr.Osman Şêx Îsa daxuyand ku rojane zêdeyî 400 koçberên ji Efrînê ji bo dermankirinê diçin Nexweşxaneya Avrînê lê belê derman û alavên tenduristiyê tune ne û di encamê de dermankirina nexweşan dijwartir dibe û ev tişt anî ziman: “Sedema sereke ku dihêle koçberên li vir jiyana xwe ji dest bidin, dorpêça hikûmeta Şamê ye û kiryarên keyfî yên li dijî şêniyên herêmên Şahbayê ye.”

Her wiha Şêx Îsa bang li aliyên peywendîdar kir ku destwerdanê bikin û dergeh û rêyên diçin herêmên Şehbayê vekin da ku nexweşan veguhêzin bajarê Helebê ji bo ku werin dermankirin. ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar