Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Nûnerên PYD’ê hatin berdan lê nûnerê Rêveberiya Xweser nehat berdan

Du endamên PYD’ê ku 10’ê hezîrana 2021’yan ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibûn girtin, bêyî ku derxînin dadgehê serbest hatin berdan. Lê Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê ku heman rojê hatibû binçavkirin bêyî ku hincetek were nîşandan, nehat berdan

Navenda Nûçeyan |

Nûnerê Peywendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl, Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen û Endamê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê di 10’ê hezîrana 2021’an de dema saet di 03.00’an de diçûn pêşwaziya mêvanên xwe, li Balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibûn binçavkirin.

Der barê sedema girtinê de heta niha rayedarên PDK’ê tu zanyarî nedabûn PYD’ê û rêveberiya xweser. Her wiha daxwazên hevdîtinê jî nehatibûn pejirandin.

Piştî 50 rojan Nûnerê Peywendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl û Endamê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê hatin berdan.

Lê Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen bêyî ku tu hincetek were nişandan, nehat berdan.

Li gorî agahiyên ku Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya başûrê Kurdistanê dane, di dema girtinê de tu tawanbariyek li ser her du endamên PYD’ê nehatiye îspatkirin û bêyî ku derxînin dadgehê hatine berdan.

Nûnerên Rêveberiya Xweser diyar kirin ku wan xwestiye hîn bibin ka çima endamê wan Cîhad Hesen nehatiye berdan. Lê bersivek ji wan re nehatiye dayîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar