Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Piştî qetilkirina malbatê kurd banga serhildanê hat kirin

Duh li navçeya Merama Konyayê ji heman malbatê 7 kurd ji aliyên nijadperestên tirk ve hatin qetilkirin. Piştî qetlîmê sazî û dezgehên kurd û kurdistanî bang li gelê kurd kirin ku dakevin qadan

Navenda Nûçeyan |

Duh li navçeya Meram a Konyayê li hemberî malbata kurd êrîşeke nijadperest pêk hat. Nijadperestên tirk ji heman malbatê 4 jê jin 7 kes qetilkirin û xanî dan ber agir.

Navê kesên hatine qetilkirin wiha ne: Yaşar, Bariş, Serpîl, Serap, Îpek, Metîn û Sîbel Dedeogullari.

Hêjayî bi bîr xistinê ye di 12’ê gulanê de li Taxa Bahçeşehîr a navçeya Meram a Konyayê, komeke nîjadperest a 60 kesî êrîş biribû ser malbatê Dedeogûllari ku ji Qersê ne. Kesên êrîş biribûn ser 4 jê jin 7 kesên malbata Dedeogûllari, gotibûn ‘Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bijîn’ û bi kevir, kêr û daran êrîş biribûn ser wan. Têkildarî êrîşê de 5 kes hatibûn girtin lê bi hinceta ‘delîl kêm in’ hatibûn berdan.

Parêzer Karabûlût: Sedem qetlîamê polîtîkaya bêcezatiyê ye

Têkildarî komkujiyê parêzerê malbatê Abdûrrahman Karabûlût axivî û wiha got: “Ewilî di 12’ê gulanê de komeke 50-60 kes êrîş biribû ser malbatê. 7 kes hatibûn girtin. Lê her carê kesek an du kes dihatin berdan. Me hewl da hin kesên din bên girtin lê me dît hemû hatin berdan. Cesaret ji bêcezatiyê girtin. Malbat 3 saet berê li cem min bû. Min derbarê lêpirsînê de ew serwext kiribûn. Dibêjin kesên nenas lê ev êrîş girêdayî êrîşa berê ye.”

KNK: Ya li Konya bû, wehşet û komkujî ye!

Piştî komkujiya li Konyayê gelek saziyên kurd û kurdistanî daxuyanî dan û bang serhildanê kirin.

Konseya Rêvebir ya KNK’ê bi daxuyaniyek bal kişand ser êrîşa nîjatperest a li Konyayê û wiha got: “Ev êrîş ne ji rêzê ye. Wehşet û Komkujî ye.”

Her wiha KNK’ê bang li her kesê kir ku li ber vê rabe.

KCDK-E: Li dijî polîtîkayên îmhayê divê gelê me dakevin qadan

KCDK-E’yê jî destnîşan kir ku li Konyayê qetilkirina 3 jê jin 7 kesên ji malbata Dedeogûllari bi kontrola dewletê pêk hatiye û wiha got: “Divê li dijî polîtîkayên îmha û êrîşên sîstematîk, gelê me li her derê dakevin kolanan û nerazîbûnê xwe nîşan bidin.”

TJK-E: Ji bo darezandina dîktatoriyê sedemek din

TJK-E ya jî têkildarî komkujiyê ev tişt anî ziman: “Li hemberî van ‘êrîşên nijadperes’, ‘îzahat’ û manîpulasyonan nikare hêrsa me jinên kurd kêm bike.”

PKAN: Bi bêdengmayînê qetlîam nayên rawestandin

Plaftforma Kurdên Anatoliya Navîn jî li ser qetlîama Konyayê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Piştî sala 2015’an û şûnde dewletê polîtîkaya kurd a berê vegerand ‘polîtîkaya red, înkar û îmhayê’. Her wiha bi bêdengbûnê kurd nikarin qetlîamên li ser xwe bidin rawestandin.”

FEDA’yê qetlîama li Meram a Konyayê şermezar kir

Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) têkildarê êrîşa faşîst ya li Meram a Konyayê daxuyaniyek da û wiha got: “Weke li Madimakê, yên malbata 7 kesî qetilkirinî weke ku kîn û agir ji wan bibare agir bi malê xistin û piştre dirûşmeyên nijadperest qêriyane.”

KON-MED û FCK-BW-BAEYERN li dijî komkujiyê bang kirin

Têkilî komkujiya nijadperestên tirk ên li ser kurdên Meramê KON-MED û FCK-BW-BAYERN’ê bang li gelê kurd ên Almanya, meclis, saziyan kirin û hemû dostên kurdan ên dijî faşîzmê kirin ku derkevin qadan.

CÎK: Xweparastin fermana Xwedê ye

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) jî têkilî komkujiyê ev daxuyanî da: “Bi dehan sal in ku em bi destê nijadperestên tirk bi hovîtî têne kuştin. Herî dawî li Konyayê ku xwedêgiravî dîndar û muxafazkar e heft jin û zarokên bêparastin bi rengekî hovîtî hatine kuştin û şewitandin.”

Her wiha CÎK di daxuyaniya xwe de wiha bang kir: “Ey neviyên Selahattîn Eyûbî, Şêx Seîd û Bedîûzzeman heta kengê hûn ê li bara vê zilmê û hovîtî û barbariyê bêdeng bimînin!”

KCD: Em ê hesab bipirsin

Desteya Rêveber a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarê qetlîama 3 jê jin bi giştî 7 endamên malbata Dedeogûllari ya li navçeya Meram a Konyayê ji aliyê nijadperestên tirk ve hatin qetilkirin daxuyanî da û got ku ew qetilên Meramê nas dikin û dê hesab bipirsin.

Dê HDP biçe cihê komkujiyê

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî êrîşa nijadperest du êvarê bi lezginî civiya. Piştî civînê HDP’ê diyar kir ku dê îro biçin Merama ku 7 kurd ji aliyê nijadperestên tirk ve hatibûn qetilkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar