Otopsiya pêşîn a 7 cenazeyê ferdên malbata Dedeoglu ku li navçeya Meramê ya Konyayê hatibûn qetilkirin temam bû. Li gorî agahiyên ku parêzerê malbatê Abdûrrahman Karabûlût da, di laşê 6 kesên ku hatine qetilkirin de 16 gule hene û rapora otopsiya kesek jî nehatiye zelalkirin.
Karabûlût ku bi serdozger re hevdîtin kir, ev agahî dan: “Li gorî ku serdozger gotiye, têkiliya êrîşkar bi kesên ku beriya niha êrîş kirine re heye. Şeklê wî hatiye diyarkirin.” KONYA