Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Bi fikir û ramanê Rêber Apo, jinên kurd bûne sembola berxwedaniyê’

Gerîlaya HPJ’ê Cûdî bal kişand ser dagirkeriya li Kurdistanê û banga parastina xaka Kurdistanê kir. Her wiha Cûdî bal kişand ser berxwedaniya jinên kurd û diyar kir ku bi fikir û ramanê Rêber Apo, jinên kurd bûne sembola berxwedaniyê

Gerîlaya Hêza Parastina Jin a Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Nejbîr Cûdî li ser dagirkeriya li Kurdistanê û rola gerîlayên jin a di parastina welat de ji Ajansa ANF’ê re nirxandin kir.

Cûdî di destpêka axaftina xwe de ji bo yekitiya neteweyî bang li her kesê kir ku ji bo parastina Kurdistanê bibin alîkar û wiha got: “Divê her kes ji 7 salan heta 70 salî di yekitiya kurdan de erkê xwe pêk bînin. Êdî dem ne dema temaşekirinê ye, dema pêkanînê ye.”

Şerê herî dijwar li Îmraliyê tê kirin

Gerîla Nejbîr Cûdî qala êrîşên dagirkerî yên li ser xaka Kurdistanê kir û destnîşan kir ku şerê herî dijwar li hember berxwedaniya li Îmraliyê tê meşandin û ev tişt anî ziman: “Dijmin her tim dibêje ku; ‘min gelê kurd tune kiriye û xistiye bin betonê’, lê belê bi fikir û ramanê Rêber Apo ew gelê ku di gorê de bû, carekî din rabû ser pêyan. Di rastiyê de niha şerê herî dijwar li Îmraliyê tê kirin. Dijmin her tim, dema ku tengav dibe bi êrîşên xwe yên li ser Îmraliyê û Kurdistanê re hewl dide xwe ji nav tengasiyan derxîne. Îro jî bi êrîşkirina li ser Heftanîn, Metîna, Zap û Avaşînê dixwaze rêya rizgarbûyîna xwe peyda bike.”

Çawa li Garê têk çû dê li Metîna, Zap û Avaşînê jî têk biçe

Cûdî bal kişand ser berxwedaniya gerîlayên Kurdistanê û got ku ev berxwedanî hêza xwe ji fikir û ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digire û wiha domand: “Berxwedaniya ku îro tê dayîn berxwedaniyeke dîrokî ye. Yê ku ev berxwedanî li ser lingan hiştiye, îradeyeke ku ji fikir û ramanê Rêber Apo hatiye girtin. Rexmê ku ewqas teknîkekî mezin li ser Kurdistanê tê ceribandin, lê gerîla bi taktîkên xwe yên dewlemend, teknîka dijmin hemû vala derdixînê. Ev hêza berxwedanî tenê bi gerîlayên Kurdistanê re sînordar nemaye. Gelê kurd jî ku heta niha ji bo hebûna xwe biparêza bi sedan salane li ber xwe didin. Ev hemû bi saya keda Rêber Apo tê pêşxistin. Dijmin li hember vê jî wê nikaribe tu carî bi ser bikeve. Çawa ku li Garê binket, dê li Metîna, Zap û Avaşînê jî bin bikevin.”

‘Ji bo yekitiyê çi bikeve ser milê me divê em pêk bînin’

Têkildarî yekitiya gelê kurd gerîlaya HPJ’ê nirxandin kir û bang li her kesî kir ku cih û misyona jê tê xwestin pêk bîne û wiha pêde çû: “Ev sedsal weke ku Rêbertî jî dibêje ‘Sedsala qirbûnkirina gelan e’, ji bo gelê kurd sedasalekî ya hebûn û tunebûnê ye. Yê ku vê hebûnê biparêze, Tevgera Apoyî ye. Eger em li cîhanê temaşe bikin her welatek artêşekî wan heye. Di heman demê de ereb û farsan jî xwedî artêş in. Çima em wek kurd artêşekî me hevbeş nîne ku em welatê xwe bi hev re biparêzin. Ruxmî Rêber Apo bi dehan caran bangên ji bo damezrandina yekitiya neteweyî kiriye. Pêwîst e êdî partiyên siyasî yên kurdî û her mirovekî ku ruhê welatparêziyê pêre hebe, bikeve nava hewldanê û bi çi şêwazê û bi çi rengî lazim be, em yekitiya kurd pêk bînin.”

‘Dijmin nasekine divê em jî nesekinin’

Li ser gotinên kesên dibêjin karê gerîla li Başûr çi ye? gerîla Cûdî jî pirs karê AKP’ê li Başûr çi ye? kir û destnîşan kir ku hêz û helwesta gel wê bikaribe vê dagirkeriyê têk bibe û nirxandina xwe wiha domand: “Dibêjin ku karê PKK’ê li Başûr çi ye? Pêwîst e em bêjin ku karê AKP’ê li Başûr çi ye? Cihekî nemaye ku dagir nekiriye. Ev gelê ku her roj bi êrîşan re rû bi rû dimînin kî ne? Xwezaya ku tê qirkirin ya ku derê ye? Ma ne ya Kurdistanê ye? Li vir divê wek gel seknenkî wê hebe. Ji ber ku yê welat ava dike gel e û yê ku welat winda dike jî dîsa gel e. Weke Rêber Apo dibêje; ‘Divê em ji 7 salî heta 70 salî têkevin nav liv û tevgerê’, pêwîst e em nesekinin, ji ber ku dijminê me tu cara nasekine.”

Hêviya gel ew ku gerîla û pêşmerge bibin yek

Gerîla Nejbîr Cûdî anî ziman ku ger gerîla û pêşmerge bi hev re di yek çeperê de şer bikin dê tu dagirkerek cesaret neke ku derbasî Kurdistanê bibe û wiha pêde çû: “Dîrokekî yê pêşmergeyan heye. bi Enfalan re derbas bûye û li be rxwe dane. Bila nasnameya pêşmerge bi destê hinekî kesên ku ji bo desthiladariya xwe biparêzin wê bikar tînin, xirab nebe. Hêviya gel jî ev e ku gerîla û pêşmerge bibin yek.”

Jinên kurd bûne pêşengên ruhê azadiyê

Gerîlaya Hêza Parastina Jin a Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Nejbîr Cûdî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bi hêza jinan dê serkeftin misoger be, yekitiya kurdan pêk bê û wiha got: “Bi fikir û ramanê Rêber Apo, jinên kurd bûne sembola berxwedaniyê. Li aliyekê YJA Star li Heftanîn, Metîna, Zap û Avaşînê bi lehengî li ber xwe didin, li aliyê din jî dayikên me ku bi rojan in li hember sîstema dagirker li kolanan li ber xwe didin. Jinên kurd bûna pêşenga ruhê azadiyê. Dijmin li hember vê ruhê dê tu carê nikaribe ser bikeve. Ya ku civak ava dike jin e. Yê ji bo damezrandina yekitiya kurd jî pêşengî bike jin in. Ji ber ku yê herî zêde di şer de êş û azar dikişinin jinên kurd in, dayikên me ne. Hêviya me jî ev e ku wek jin li hember vê perçebûyînê rawestin û yekbûna kurd misoger bikin.” ŞAHO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar