Navenda Nûçeyan |
Rojnameger û nivîskar Yaşar Eroglu bi navê Çerxa Xedar romana xwe ya pêşî di sala 2020’î de nivîsîbû. Eroglu herî dawiyê bi navê ‘Dayik’ romana xwe ya duduyan derxist. Romana ku ji Weşanên Belkî derketî xwedî naverokeke têr û tije ye.
Di naveroka romanê de qala dayikeke Serhedê hatiye kirin û bi vê yekê re ji mijarên asîmîlasyonê heta tunehesibandina civaka kurd, zewaca bêdil û bi darê zorê girtine dest. Bi taybetî di şexsê ‘Dayik’ê de panaromaya geşedanên civakî, siyasî, çandî û hwd. dihewîne.