Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bo bîranîna êzidiyên ji tîna jiyana xwe ji dest dabûn, av belav kirin

Bi boneya salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, ji bo êzidiyên ku dema ji ber êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê direviyan û di rêyan de ji ber nebûna av jiyana xwe ji dest dabûn, av hat belavkirin

Îro salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an e. Li tevahî Şengalê ev roj bi xemgîniyek mezin tê pêşwazîkirin. Di çavên her şêniyek Şengalê de êş û azara wan rojan û xemgîniya ji ber windahiyên xwe tê dîtin. Di fermana 2014’an ku piştî peşmergeyên PDK’ê û hêzên Iraqê xwe paşve kişandin û ezidî bi tenê hiştin pêk hatibû de, bi hezaran êzidî bibûn qurban, di gorên komî de hatibûn veşardin, bi hezaran hatibûn revandin, bi sed hezaran koçber bibûn û li ser rêyan bi sedan kesan ji tîna û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dabûn. Hîn jî li tevahî Şengalê gorên komî yên nehatine vekirin hene. Bi hezaran jin û zarokên hîn di lepên çeteyên DAIŞ’ê de mane hene. Bi hezaran zarokên sêwî mayî hene.

Bi boneya salvegera fermanê, ji bo bîranîna qurbaniyan îro çalakiyek watedar li çar aliyên Şengalê pêk hat. Welatiyan ji bo bîranîna kesên ku dema dixwestin ji destê çetêyên hov xwe xilas bikin, di rêyan de ji ber bê aviyê jiyana xwe ji dest dabûn, av belav kirin. Di vê çarçoveyê de li bajaroka Sinûnê jî hejmarek cîwanên êzidî li çarxêreya Mam Zekî li kesên ku derbas dibûn av belav kirin. Bi sedan seyare li ber cîwanan sekinîn û ji destê cîwanan ava sar girtin.

Çalakiya av belavkirinê dê heta êvarê dom bike.

Di dema fermanê de di bin germahiya meha tebaxê de ji tirsa hovitiya çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran êzidî berê xwe dabûn çiyayê Şengalê. Li hinek herêman hêzên HPG, YPG’ê xwe gihandîbûn hewara xelkê û av belav kirîbûn, lê belê li gelek cihan jî av ne gihiştîbû û di rêyan de gelek zarok, jin, pîr û kalan jiyana xwe ji dest dabûn. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar