Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

PAJK: Fermana 73’an bi felsefeya Rêber Apo têk çû

PAJK’ê têkildarî 3’ê Tebaxê daxuyanî da û diyar kir ku fermana 73’an bi saya felsefeya Rêber Apo têk çûye û wiha got: “Sekna jin û civaka me ya êzidî, di roja îro de, nîşan dide sekna herî bi rûmet û berxwedêr a ji bo parastina hebûn û destkeftiyên hatine avakirine. Parastina civak, avakirina jiyan û mîsogerkirina statuya xweser a şengalê ye.”

Navenda Nûçeyan |

Koordînasyona PAJK’ê bi boneya salvegera 7’an a Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an daxuyaniyek da û got ku fermana 73’an bi saya felsefeya Rêber Apo têk çûye.

Daxuyaniya PAJK’ê wiha ye:

“Em salvegera 7’emîn a fermana li ser civaka me ya êzidî bi nefret û hêrseke tund şermezar dikin. Tevahî jin û civaka me ya di vê fermana 73’an de, hat qetilkirin bi rêz û minetdarî bi bîr tînin. Milîtanên heqîqetê, şervanên Rêber Apo, yên ku di oxira parastin û xilaskirina jin û civaka me ya êzidî de, bi ked, îrade, fedekarî û ruhê fedayiyane gihîştin şehadetê, bi rêzdarî û heskirin bi bîr tînin. Ji bo azadkirina jinên êzidî yên winda, soza tolhildanê ya ku me dabû jinên êzidî û gelê xwe em dubare dikin. Li hemberî vê heqîqeta mezin a şehîdan ava kir, soz û biryardariya xwe yê bilindkirina têkoşîna azadiyê dubare dikin.

Di dîroka gelê Kurdistanê û tevahî civakên Rojhilata Navîn de, civaka me ya êzidî, bi bawerî, jiyan, dîrok, çand û hebûna xwe xwedî bîra herî kevnar a mirovahiyê dijî û heta roja îro daye jiyandin. Ji ber xwedî vê taybetmendî û baweriyê bû, ji bo desthilatdaran û bi taybet dewleta tirk her tim weke civaka herî metirsîdar hat dîtin. 73 fermanên ku li ser civaka me ya êzidî pêk hatin destê dewleta tirk di piraniya wan fermanan de heye. Fermana ku di sala 2014’an de, li ser civaka me ya êzidî pêk hat, bi armanca tunekirina hebûn, hafize û çanda ku xwe dispêre heqîqeta jin û civaka qedîm a Kurdistanê bû. Ev ferman, di şexsê civaka me ya êzidî de, li ser tevahî nirxên civakî û baweriyên xwecihî yên hîna jî civakên Rojhilata Navîn didin jiyîn bû. Di vê wateyê de, êrîşa li dijî civaka êzidî êrîşa li dijî hemû nirx û destkeftiyên rabirdûya gel û erdnîgariya Rojhilata Navîn bû.

Rêber Apo, beriya fermanê bi demê kurt, ji bo parastina nirx û civaka êzidî, hişyariyên cidî pêş xistibû. Ji bo wê jî erk û berpirsyariya parastina hebûn û çanda civaka êzidî da ser milê tevger û partiya me. Tevî hemû astengî û helwesta îxanetkar a PDK’ê, ji bo pêşî li temamkirina fermanê bê girtin, şervanên Rêber Apo, di bin fermandariya Şehîd Nûjîn Sêrt, Dilşêr Herekol û Egîd Civyan de, ked û fedekariyekî ku mînaka wê çênebûye nîşandan û xwe gîhandin civaka me ya êzidî. Civaka me ya êzidî jî, bi bîr û baweriya xwe berdêlên herî giranbiha dan, ji bo parastina nirxên mirovahiyê. Li hemberî desthilatdarên qirker û faşîst yên sedsala 21’emîn jin û civaka me ya êzidî, li ser navê mirovahiyê berxwedaniyeke bê ku emsala wê li cîhanê hebê pêş xist. Felsefe, bîrdozî û çanda berxwedêr a Apogerî bi heqîqeta civaka me ya êzidî temsîl dikir re bû yek û Şengal hat rizgarkirin.

Fermana 73’an heft sal li pey xwe hiştin lê plan û metirsiya li ser jin û civaka me ya êzidî bi awayekî hatibe rojane kirin berdewam dike. Dewleta tirk, her roj gefxwarinan li ser Şengalê pêşdixîne û ji bo zemînê dagirkirin û pêşxistina qirkirinekî nû ava bike di nav hewldanên cidî de ye. Dewleta tirk, çawa ku bi êrîşa li ser Rojava re, xwedî li çeteyên DAIŞ’ê derket, bi heman zihniyeta qirker dixwaze êrîşî Şengalê jî bike. Plana ku dabû pêşiya DAIŞ’ê, êdî raste rast bi xwe xistiye meriyetê. Hevpeymana di 9’ê Cotmeha 2020’an de, di navbera Bexda, Hewlêr û dewleta tirk de, hat çêkirin rûyekî nû yê qirkirina civaka me ya êzidî ye. Divê rastî û piştperdeya vê planê ji aliyê gelê me yê Şengalê ve baş werê dîtin li hemberî wê di nava xwe de bibe xwedî yek helwest. Êrîşa nijadperest a li Konya, dorpêça PDK’ê ya qadên gerîla, vekirina gorên şehîdan li Efrînê û bêhelwestiya cîhanê, li hemberî van kiryarên dewleta tirk û hevkarên wê berdewamiya zihniyeta qirker û faşîst a li hemberî jinan û gelan e.  Bi zihniyeta nijadperest û zayendparêz a mêr xeteriya qirkirina li ser jin û gelan di astekî metirsîdar de berdewam dike. Divê werê zanîn ev zihniyet bi DAIŞ’ê re dest pê nekir û pê re jî bi dawî nebû. Ji ber ew zihniyet di roja îro de li hemberî civakê hîn xetertir bûye. Ev şêwayê destgirtinê wê me bibe ber xeflet û metirsiyên hîn mezintir. Di serî de jin û civaka me ya êzidî û hemû gelê me li hemberî vê xeteriyê hişyar be, xwe bike yek û parastina xwe ya cewherî li her cihê dijî mayînde bike.

Sekna jin û civaka me ya êzidî, di roja îro de, nîşan dide sekna herî bi rûmet û berxwedêr a ji bo parastina hebûn û destkeftiyên hatine avakirine. Parastina civak, avakirina jiyan û mîsogerkirina statuya xweser a Şengalê dikare bi îsrara di vê seknê de werê mîsogerkirin. Civaka me ya êzidî piştî fermanê bi hemû hêza xwe hewldanekî mezin ji bo xwe pêşxistin, zanekirin, xwe bi rêxistinkirin, derbaskirina êş û derûniya fermanê da pêşxistin. Li hember fermanê, şêweyên xwe parastinê û mîsogerkirina jiyana azad, bi gavên şoreşê di warê zîhnî, kesayet, jiyan û xwerêxistinkirinê de avakirin. Ev bîr, bawerî û sekna jinên êzidî îro şoreşa xwe ya civakî diafirêne, mezin dike û diparêze. Pergala ku îro civaka me, bi taybet jinên êzidî, ji bo jiyana xwe bi ewle û demokratîk dibînin, xweseriye. Divê hemû hêz di serî de Iraq û hikûmeta herêmê vê daxwaza civaka êzidî weke mafê herî rewa bibînin û bipejirînin.

Bi munasebeta salvegera 7’emîn a komkujiya li ser jin û civaka me ya êzidî, em bang li hemû jin û gelê xwe yê li her çar parçeyên Kurdistanê dikin bi helwestekî hevbeş û yekgirtî li hemberî tevahî xeteriyên îro li ser Kurdistanê heyî li ber xwe bidin û nirx û deskeftiyên têkoşîna azadiyê biparêzin. Bang li hemû jin û civaka me ya êzidî ku di kampan de, ji aliyê PDK’ê ve dîl hatiye girtin vegerin ser cih û warê xwe. Dîsa bang li tevahî jin û gelên têkoşînvan û berxwedêr ên ji bo aştî û aramiya herêm û cihê têdikoşin û li dijî komkujiya jinan û kurdan bibin xwedî helwestekî tund û radîkaltir û nehêlin bi navê gelan fermana gelên din werê dayîn. Li ser vê bingehê em carek din fermana 73’an a li ser jin û civaka me ya êzidî hate pêşxistin, bi hêrsekî tolhildanî şermezar dikin. Soza me daye şehîdan û jinên êzidî û tevahî gelê xwe dubare nû dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar