Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Şehîdên fermanê bi merasîmeke leşkerî bi bîr anîn

Şervanên YBŞ’ê bi merasîmeke leşkeri şehîdên fermanê bi bîr anîn. Fermandarê YBŞ’ê Xelîl Ereb got ku êdî şervanên êreb û êzidî di heman çeperan de dijî DAIŞ’ê şer dikin

Şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi merasîmek leşkerî, şehîdên fermanê bi bîr anîn.

Di merasîma leşkerî de yek ji fermandarên YBŞ’ê Xelîl Ereb axivî. Xelîl Ereb destpêkê komkujiya li ser êzidiyan bi tundî şermezar kir û behsa êrîşên hovane yên DAIŞ’ê kir û wiha got: “Di van êrîşan de gelek windahî û komkujî çêbûn. Piraniya kesên ku hatin revandin, kuştin û ji qatlîaman re derbas bûn keç û jinên êzidî bûn û ji vê wehşetê para xwe girtin. Ji bo vê jî ev roj ji bo me rojekê xemginiyê ye.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Xelîl Ereb şervanên di oxira Şengalê de şehîd ketine bi bîr anî û wiha berdewam kir: “Heger ku em niha di vê xakê de bi parastî kom dibin, bi saya hevreyên ku li ser wê xakê xwîna xwe dayîn e.

Îro piştî ku di herêmê de Yekîneyên Berxwedana Şingalê ava bû, di bin sîwana yekitiya gelan de hemû pêkhateyên herêmê bûne yek û dikarin bi hev re DAIŞ’ê têk bibin. Me karî ku tiştek ku DAIŞ’ê tune kiriye em îro bi berxwedaniya xwe bi dest dixin. Ji ber ku pêkhateyên ereb û êzidî di roja me ya îro de di eynî çeperan de şer dikin.”

Fermandar Xelîl Ereb di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: “Di roja reş a fermanê de PDK’ê me tenê hêla. PDK bi hevkariya DAIŞ’ê re wekî di tepsiya zer de keç û xortên Êzidxanê teslîmê DAIŞ’ê kir. Ji bo vê jî em tu caran rê nadin ku hêzên mîna PDK’ê berê xwe bidin Şengalê. Her wiha em spasiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK ) dikin. Em wekî şervanên Yekîneyên Berxwedana Şingalê li hemberê DAIŞ û kesên mîna DAIŞ’ê bi hêz in.”

Merasîma leşkerî bi dirûşmeyan bi dawî bû. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar