PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Hêj aqûbeta 2 hezar û 880 êzidiyan nediyar e

Di ser fermana 2014’an a Şengalê re 7 sal derbas bûn lê hîn jî aqûbeta 2 hezar û 880 êzidiyên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine revandin nediyar e. Her wiha bi dehan gorên komî hîn nehatine vekirin

Çeteyên DAIŞ’ê ku para xwe ji mirovahiyê ne girtine, 3’yê Tebaxa 2014’an êrîşî Şengalê kirin û komkujî pêk anîn. Di van êrîşên hovane ku wekî fermana 73’yan tê binavkirin de, malên welatiyan, gund û bajarok hatin hilweşandin,  bi hezaran kes hatin qetilkirin û bi komî hatin binaxkirin.

Çeteyên hov ku nekarîn êzidiyan bi darê zorê bikin misliman, dest bi komkujiyê kirin. Jin, zarok, mêr, pîremêr, pîrejinên li dibistanan û cihên din hatin komkirin, destpêkê ji hev veqetandin. Jin, zarok û xort revandin, ên temem mezin jî qetil kirin û xistin gorên komî.

80 gorên komî

Elyas Xidir yek ji wan kesan e ku li gundê Koço ji aliyê çeteyan ve hatine girtin û gulebarankirin. Dema çeteyan welatî gulebaran kirine û avêtine gorên komî, Elyas piştî çete ji wir çûne, bi awayekî birîndar xwe xilas kiriye. Elyas dibêje; “Serê sibehê çeteyan em hemû li dibistana gundê Koço kom kirin. Jin û zilam ji hev cuda kirin. Jin birin qata jor û mêr jî li qat jor hiştin. Piştre serçeteyan xwest ku em bibin misliman lê me red kir. Li ser vê yekê çeteyan mêr birin derveyî gund û gulebaran kirin.”

Li gorî agahiyên Elyas dane, tenê li derdora gundê Koço di rojekê de li 6 cihan komkujî çêbûn.

Li gorî daneyên saziyên mafên mîrovan ên navneteweyî û yên Iraqê, çeteyan di nava meha tebaxê de li 80 deverên Şengal û derdora wê 2 hezar û 293 kes qetil kirin, bi komî binax kirin.

Bi hezaran kes hatin revandin û 360 hezar kes koçber bûn 

Li gorî lêkolînên heman saziyan, çeteyan di êrîşan de bi hezaran, jin, zarok û mêr revandin, cihên pîroz hilweşandin. Di lêkolînan de amarên têkildar wiha hatine dayîn:

Hejmara kesên koçber bûne: 360 hezar

Zarokên bê bav mane: Hezar û 759

Zarokên bê dayîn mane: 407

Zarokên bê dayik û bav mane: 2 hezar û 745

Zarokên hatine qetilkirin: 2 hezar û 745

Jinên hatine revandin: 3 hezar û 504

Zilamên hatine revandin: 2 hezar û 869

Kesên bêser û şûn mane: 220

Kesên derketine derveyî welat: 100 hezar

Cihên pîroz ên hatine hilweşandin: 68

Piştî 7 salan hîn jî rewşa wan nediyar e

Di ser fermanê re 7 sal derbas bûn lê hîn jî rewşa gelek kesên hatine revandin nediyar e, bi dehan gorên komî nehatine vekirin û bi deh hezaran koçberan nekarîne vegerin ser warê xwe.

Ji bo ku komkujiyên çeteyan pêk anîne wekî jenosîd were qebûlkirin, rêveberî, sazî û dezgehên Şengalê di nava hewldanan de ne lê heta niha hin welatên xekî Belçîka û Holandayê wekî jenosîd qebûl kiriye. Hewldanên di vê mijarê de hîn berdewam dikin.

Ji bo vekirina gorên komî û diyarkirina nasnameyên kesên hatine qetilkirin, çend hewldan çêbûne lê hîn bi dehan gor nehatine vekirin. Cihên goran hatine tespîtkirin lê ji ber şewatên di demsala havînê de derdikevin û lehiyan, hin gorên li gundê Solax jihev çûne. Desteya Rêveber a Şengalê demek beriya niha li ser mijarê daxuyanî dabû û bal kişandibû ser girîngiya xebata gorên komî. Piştî ku zextên civakê zêde bûn, saziyên Iraq û navnetewî dest bi vekirina gorên komî kirin.

18 gorên komî hatin vekirin

Yekemîn gora komî 15’ê adara 2019’an li gundê Koço hat vekirin. Li gorî tîma niştimanî ya vekirina gorên komî ya Iraqê, di xebatên li Koço de bi giştî 17 gor hatin vekirin û cenazeyên 364 êzidiyên hatine qetilkirin, hatin dîtin.  Ji van nasnameyên 104 kesan hatin aşkerakirin û di 6’ê sibata 2021’an de li gundê Koço bi merasîmekê hatin veşartin.

Di 25’ê cotmeha 2020’an de jî li gundê Solax goreka komî ku jinên hatine qetilkirin tê de bûn, bi amadebûna nûnerên hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî (NY) hat vekirin. Di gorê de 80 cenazeyên jinan hatin dîtin.

Li gorî daneyan, hîn jî 62 gorên komî nehatine vekirin.

Aqûbeta kesên hatine revandin

Ji bo rizgarkirina jin, zarok û mêrên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn revandin, hêzên YBŞ/YJŞ, HSD, TAJÊ û Mala Êzidiyan a Rojava xebat û hemleyên taybet meşandin. Di van xebatan de bi hezaran kes hatin rizgarkirin û radestî malbatên wan hatin kirin. Lê hîn jî rewşa gelek kesan nediyar e.

Li gorî raporên saziyên mafên mirovan ên navnetewî, aqûbeta hezar û 304 jinan û hezar û 576 mêran ku bi giştî dibin 2 hezar û 880 kes, hîn nediyar e. Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar