Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

YPJ: Têkoşîna jinên êzidî dê bibe bersiv ji hemû ferman û xiyanetan re

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê şehîdên Fermana 3’yê Tebaxê bi bîr anî û wiha got: “Mafê hemû gelan ê parastina rewa heye ku li hember êrîşên dagirkeriyê bisekine. Roja îro jî gelê Şengalê bi hêza xwe ya parastinê hebûna xwe bi wate û mezin dike.”

Navenda Nûçeyan |

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê şehîdên Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a DAIŞ’ê ya li ser civaka êzidî pêk anî, bi bîr anî.

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye:

“Di salvegera fermana 74’an ku dikeve sala xwe ya 7’emîn de, tevahî şehîdên fermanê û şervanên ku canê xwe kirin sîper ji bo gelê me ye êzîdî ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin, em bi minetdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin.

Ji dîrokê heta roja me ya îro gelê me yê êzîdî gelek caran bi qirkirin û fermanan re rû bi rû man lê belê tu caran jî dev ji çanda xwe ya berxwedêr bernedan. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de hêzên desthilatdar bi feraseta qirêjiya dewletên hogemon bi navê çeteyên DAIŞ’ê êrîşê cih û warê Derwêş û Edulan kirin. Hêzên desthilatdar fermana ku bi hişmendiya nîjadperest û faşîzm pêkanîn ve xwestin çand û dîroka gelê êzidî tune bikin. Fermana di dîroka 3’ê Tebaxa 2014’an de gelek jin, keç, zarok û mirovên temen mezin bi awayek dijmirovahiyê ji ber îxaneta mala Barzanî ya ku ji dîrokê, heya roja îro, ji ber neparastina gelê me yê êzidî hatin qetilkirin, tecawîzkirin, revandin û di bazaran de hatin firotin.

Bi 12 siwariyên şagirtên Rêber Apo û bi sedan keç û xortên kurd ku bi evîna Derwêş û Edulan ji warên azad rabûn, berê xwe dan warê çanda mirovahiyê. Bi şer û berxwedaneke gotin kêm dibînîn ve gelê me yê êzidî ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê xilas kirin. Bi rizgarkirina Şengala pîroz ve gelê me yê êzidî, bi vîna xweya azad, xwe rêxîstinkirin, rêveberiya xwe ya xweser avakirin û bûne xwedî sazî û dezgeh. Xala herî sereke jî jin û ciwanên herêmê bi navê YBŞ û YJŞ’ê hêza xwe ya parastinê ava kirin.

Roja îro ji ber çavnebariya hikûmeta Iraqê, mala Barzanî û hevkarê wî dewleta mafya û çete ya Tirkiyeyê rojane bi awayên cûr be cûr êrîşî gelê me yê êzidî dikin û gefê li wan dixwin. Lê gelê êzidî ku tu caran serî jî desthilatiyê re netewandine û xwedî çanda xwe derketine. Mafê hemû gelan yê parastina rewa heye ku li hember êrîşên dagirkeriyê bisekine. Roja îro jî gelê Şengalê bi hêza xwe ya parastinê hebûna xwe bi wate û mezin dike. Divê hemû cîhan xweseriya gelê êzidiyan nas bikin û bizanibin ku hebûna gelê êzidî hebûna civakan e, xweseriya gelê êzidî pêşeroja azad a gelan e.

Em hêzên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) parastina jinên êzidî, gelan û hemû gelan weke erka xwe ya sereke a dîrokî dibînîn. Hêzên me jî li hember fermana 3’ê Tebaxa 2014’an hem ji bo vekirina korîdora navbera Şengal û Rojava hem jî, ji bo hawara jin û gelê Şengalê li hember çeteyên DAIŞ’ê şer kirin berdelên giran dan. Li Reqayê ku navenda çeteyên DAIŞ’ê bû hêzên YJŞ’ê kêleka şervanên YPJ’ê şer kirin û li vê deverê dawiya zilma çeteyan anîn. Dîsa li Dêra Zorê ku pêngava tunekirina çeteyan de YPJ’ê bi YPG û HSD’ê re têkoşîna xwe bi serkeftî dawî kirin bi sedan jinên êzidî ji destê çeteyan rizgar kirin û tola fermanê rakirin. Bêguman ev serkeftin bi yekitiya ruhê jinên di azadiyê de bi israr in ve pêk hat û roja îro ev ruh xurtir dibe ji bo hêzên dagirker û mêtinger dibe tirsa herî mezîn. Li ser bingehê parastina van destkeftiyan ve em careke din soza xwe tola jinên esîr hatine girtin dubare dikin.

Li ser vê bingehê em careke din ji şehîdên azadiyê re, dayikên şehîdan re, hemû jin û gelê êzidî ku di fermanê de jiyana xwe ji dest dan re soza welatê azad didin, em dibêjin soza me wê bibe bilindkirina têkoşîna me.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar