Alan Meîş |
Başûrê welêt, ji dest diçe, destê neyaran tê de dirêj dibe, destkeftiyên bi dehhezaran şehîd winda dibin, şerê kursî û berjwendiyên partiyetî, Kurdistanê erzan dike û dike pariyeke rihet ji bo her aliyekî.
Bêguman ev bûyerên ne ji rêzê, çavkaniya xwe ji hişmendiya desthildarî û ne qebûlkirinê dide der û rewşa welatiyên wê derê tarûmar dike. Ji 23’ê Nîsanê ve, dewleta tirk a dagirker êrîşeke dijwar dibe ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê lê derdikeve holê ku destê hêzên herêmî û bi taybet PDK’ê di dijwarkirina van êrîşan li dijî PKK’ê de heye û rê ji bo dewleta tirk hêsan dike.
Di vê navberê de du bûyerên gelekî girîng rû dan;
-Hewldana PDK’ê ya derxistina şerê navxweyî.
-Dûrixstina Lahor Şêx Cengî ji hevserokatiya YNK’ê.
Her du bûyer gelekî bi hev girêdayî ne û paşxaneya wan jî yek e. Berî niha PDK’ê îdia kir ku ‘PKK’ê pêşmerge şehîd xistine’ û hewl dida çirûska agirekî ku ne di berjwendiyên kurdan de ye şewq bide û tîrêjên wê jî bigihêje her çar aliyên Kurdistanê. Bi vê yekê dixwest êrîşên dewleta tirk ên li ser axa başûrê Kurdistanê rewa bike û li bermaberî wê jî têkliyên xwe yên aborî bi Tirkiyeyê re xurt bike û ‘hesabên Bankê’ yên malbata ‘Barzanî’ tije bibin. Bi taybetî nivîskar û lêkolînerê amerîkî Michael Rubin di gotareke xwe de dibêje: “Mala Barzanî, dikare serweriya niştîmanî li beramberî pereyan bike berdêl û rê ji dewleta tirk re hêsan dike.” Weke ku gotinek jî heye dibêje ‘Eger ne ji min re be, bila ne ji birayê min re be’, ev helwesta zelal a PDK’ê li dijî PKK’ê ye û bi destê dagirkerên Efrîn û Serê Kaniyê, şerê parêzvanên Kerkûk û Şengalê dike.
Di vê dema dawiyê de jî, Hevserokê YNK’ê Bafil Talebanî, kurmamê xwe Lahor Şêx Cengî ji hevserokatiyê avêt û darbe li dijî wî ragihand. Lê sînordarkirina Şêx Cengî xwedî armanceke kûr û dûr e. Cengî weke kesê yekem li beramberî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê di sala 2014’an de rawestiya û di guhertina helwesta cîhanê de roleke girîng lîst. Her wiha ji destpêka Şoreşa Rojava ve, desteke mezin da xelkê wê deverê û karibû mohra di bidesxistina deskeftiyan de bilîze. Her wekî wî destûr dida berpirsên Rojava ku li nava Silêmaniyê weke dîplomat û berovajî Hewlêrê bi cih bibin û alîkarî ji bo PKK’ê jî pêşkêş dikir. Di heman demê de, hemwext destpêkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûr jî, Şêx Cengî êrîş red kir û weke dagirkerî pênase kir. Van helwestan PDK’ê bêzar kir, ji ber ku ew ji bilî xwe tu desthilatek an jî aliyekî kurd qebûl nake û xwe weke ‘Melayê Kurdan’ destnîşan dike. Ji lewre, Bafil û Qubat Talebanî ber bi xwe ve kişandin û li dijî Lahor, gaveke ne qanûnî avêt, da ku fişarê li Rojava û PKK’ê bike û rêvebirina pêşmergeyan bixe destê xwe û xwe di hundirê Silêmaniyê jî bi hêz bike. Bi vî awayî derfeteke din ji bo dewleta tirk pêşkêş dike û destê wê jî bêyî tu satengiyan di nava axa kurdan de dirêj dike.
Ev gav li gorî xuya dike, bandorê ne tenê li PKK’ê, Rojava û YNK’ê dike, berfirehkirina dagirkeriya Tirkiyeyê di nava parçeyekî Kurdistanê, tê wateya windabûna wê deverê û êdî ne pêkan e careke din ji wir derkeve. Gelo wê demê dê kursî çi sûdê bide, bi sedan milyonan ji kurdên bendewar e?!