Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Rojava difetisînin

Ji 23’yê nîsanê ve êrîşên giran li ser Qadên Parastinê yên Medyayê tên kirin. Li hember vê yekê Gerîlayên Kurdistanê bênavber çalakiyan li dar dixin. Heta roja îro gerîla li ber xwe didin û 100 roj derbas kiriye vê berxwedanê.  Li her deverê kurdistanî jî li qadan in û çalakiyên piştgiriya bi gerîla re li dar dixin. Her wiha aliyê wê yê din jî şermezarkirin PDK’ê û hevakariya wê bi dagirkeran re ye.

Rojavayê Kurdistanê ji vê yekê çi zirarê dibîne? Hinek alî dibêjin ma çima Rojava xwe dixe nava vê meseleyê.

Îro rojavayê Kurdistanê ji aliyê dagirkeriyê ve hatiye dagirkirin û herêmên ne dagirkirî jî rojane tên hedefgirtin. 4’ê Tebaxê bû dîsa komkujiyek bi destê dagirkeriya dewleta tirk pêk hat. Komkujî li Eyn Îsayê bi qetilkirina 3 jê zarok 4 kesan ji heman malbatê bû.

Li bakurê Kurdistanê jî herî dawî qetilkirina 7 kesên kurd ji heman malbatê bi destê faşîst û nijadperestan bû. Bûyerên weke qetilkirina Denîz Poyraz û avêtina kurdan ji helîkopteran jî di bîra me de ye.

Li başûrê Kurdistanê jî bi her awayî dewleta tirk dixwaze herêmê dagir bike, daristanên Kurdistanê dişewitîne û darên wê didize û bi vê dagirkeriya ku dixwaze temam bike jî dorpêçkirina rojavayê Kurdistanê temam dike.

Li ser sînor di navbera Rojhilat û Bakur de jî dewleta tirk kurdan qetil dike û niha dîwar di nav van parçeyan de lê dike.

Em dîsa werin ser rojavayê Kurdistanê û mijara dagirkirina dewleta tirk a başûrê Kurdistanê. Bi temamkirina vê dagirkeriyê, dixwaze Rojava ji aliyê deriyê rojhilat ve dorpêç bike. Jixwe deriyên din bi hevkariya Rûsya û rejîmê ve kengî dixwazin vê dorpêçê zêde teng dikin û dixwazin bifetisînin. Parçeyekî vê jî qutkirina ava çemê Firatê û ava Elok ku li ser bajarê Hesekê ye. Yên ku tê nagihêjin ka dewleta tirk çi siyaseta qirêj li ser herêmê dimeşîne, em vê agahiyê li rûyê wan bixin. Dema ji bo ava Elok ku Rûsya li gel tirkan rûdine û dibêje em çareser bikin û bila Rêveberiya Xweser elektirîkê wekî ku hûn dixwazin bide we, wê demê rayedarên tirk ên dagirker dibêjin; “hûn elektirîkê bidin jî û nedin jî em stasyona Elokê pê naxin û avê bernadin.”

Îjar plana dawî ya dagirkeriyê ku dixwaze herêmê dorpêç bike, ew e ku ji Başûr ve jî dorpêçe pêk bîne û bixe bin destê xwe. Başûr ango PDK’ê çi sûdê ji vê digire em nizanin lê armanc dorpêçkirin û fetisandina rojavayê Kurdistanê ye.

Li ser vê plana ku dewleta tirk dixwaze pêk bîne û pê ve girêdayî dixwaze şerekî di nava PDK û PKK’ê de derbixe parçeyek vê ye. Ji ber wê PDK’ê hêz dişîne qadên gerîla. Armanca sereke jî ew e, bi temamî dorpêçkirina Rojava ye.

Der barê mijarê de yek ji fermandarên HSD’ê Mehmûd Berxwedan, hişyarî ji bo PDK’ê kir ku hêz neşîne qadên gerîla. Ger şerekî derkeve, ew ê bê alî nemînin û aliyê wan ji xwe diyar e. Aliyê ku bibe hevkar li gel dagirkeran, ew ê hedefa wan be.

Ya esas ew e, lewazbûna gerîla tê wateya dagirkirina başûrê Kurdistanê û dagirkiriya Başûr jî tê wateya fetisandina rojavayê Kurdistanê. Ji ber wê yekê, ew ê hêzên rojavayê Kurdistanê ji xwe re tenê nebin tamaşevan.

Nûçeyên Têkildar