Welat Perwer |
Du cure pirsgirêk hene; Yek pirsgirêkên xwezayî, yek jî pirsgirêkên civakî. Pirsgirêkên ku di çavkaniya wan de mirovên jirêderketî û desthilatdar hene, wek ‘pirsgirêkên civakî’ tên pênasekirin. Bi derketina pergala hiyerarşiyê re çêbûne. Lê piranî piştî derketina dewletê ev pirsgirêk zêde bûne. Her ku diçe jî ev pirsgirêk zêde dibin. Temenê van pirsgirêkan herî zêde heft hezar sal in. Mînak, pirsgirêkên zayendperestî, desthilatdarî, çînayetî, aborî û zihnî û hwd. ji van pirsgirêkan in.
Lê belê pirsgirêkên hîn kevintir û giştîtir hene, ew jî ‘pirsgirêkên xwezayî’ ne. Ev pirsgirêkên xwezayî ne tenê pirsgirêkên mirovan in, pirsgirêkên hevpar ên hemû hebûnan in. Ango pirsgirêkên gerdûnî ne. Ev jî pirsgirêkên xwe têrkirinê, xweparastinê û xwezêdekirinê ne. Dibe ku ev pirsgirêk wek hejmar kêm bin, lê belê pirsgirêkên jiyanî ne. Pirsgirêkên hebûn û tunebûnê ne. Ger ku hebûnek nikaribe xwe biparêze, xwe xwedî bike û xwe zêde bike dê tune bibe. Hebûnên ku karîbûne van pirsgirêkan çareser bikin, heyîna xwe heya niha domandine, yên ku nekarîne jî tune bûne çûne.
Em li rewşa kurdan binêrin ka kurd çi dijîn. Gelê kurd li kêleka pirsgirêkên civakî hîn jî pirsgirêkên hebûnê dijî. Wê gelê kurd hebe, an nebe, ev nediyar e. Ji ber ku kurd di bin lepa qirkirinê de ne, ev wisa ye. Kurdan hîn jî bersiva wan her sê pirsên bingehîn (xwe xwedîkirin, xwe parastin û xwe dayîna berdewamkirin) bi qasî ku têrê bike nedane.
A yekemîn; kurd çawa xwe xwedî bikin? Ango bersiva kurdan a ji bo xwe xwedîkirinê çi ye? Di halê heyî de kurd bi gotina Rêzdar Ocalan “li welatê nan de bê nan mane.” Kurdan çandinî û sewalkarî afirand, di jiyana civakî de şoreşên pir mezin pêk anî. Heta ji ber ku kalîteya jiyanê bilind kir, forma civakê jî guhert. Heya wê demê forma civakê klan bû, di dema neolîtîkê de bû qebîle. Pêşiyên kurdan hem xwe têrkirin hem jî mirovahî. Lê di rewşa heyî de gelê kurd ji ber ne xwediyê welatê xwe ye, ji bo ku bikaribe pariyek nan bixwe, di karên herî zor û zehmet de ji kesên din re dixebite. Heqaret lê tê kirin, bi êrîşên nijadperest re rû bi rû tê. Va ye, li bajarên Tirkiyeyê tişta ku li kurdan dikin li holê ye. Bûyerên li Konya, Enqere, Afyon, Çorum û hwd. hemû jî ev in. Ji kurdan re dibêjin ‘qaçakçî’ ango kolber û ji sibê heta êvarê di sînorên Kurdistanê de wan dikujin. Bi kurtasî kurdan hîn jî bersiva xwe xwedîkirinê neda ne. Di halê heyî de kurd bêyî ku tavîzan ji pir tiştên xwe yên jiyanî bidin, nikarin hem wek xwe bimînin hem jî debara xwe bikin. Ev ne tenê ji bo karkerên demsalî derbasdar e, di heman demê de ji bo yên xwende û xwedî kar jî wisa ye. Heta mirov dikare bibêje yên ku herî zêde ji mebdeyên xwe yên jiyanî tavîzan didin ev beşên civakê ne.
A duyemîn; kurd li ser çi esasî xwe zêde bikin? Ango bersiva kurdan a xwe zêdekirinê çi ye? Di halê heyî de xwezêdekirin bûye mekanîzmaya kurdan a xweparastinê. Bi anîna zêde ya zarokan hewl dide ku xwe biparêze. Lê mixabin ji ber ku di jiyana heyî de, tu mafekî kurdan tuneye, gotin di cih de be, kurd wek koleyan çavên xwe li vê cîhanê vedikin. Her zarokê/a ku tê vê cîhanê, ne xwediyê welêt ne jî xwediyê xwe ye. Bênav e, nayê naskirin, di bin lepa qirkirinê de ye. Ji bo vê yekê jî ev cureyê zêdebûnê, zêdebûneke tenê fîzîkî ye. Hâlbukî di mirovan de zêdebûn, bi ziman, bi çand, bi aborî, bi perwerde, bi zihniyeta resen û hwd. çêdibe. Bi vî awayî kurdek beyî ku tavîzên jiyanî bide û dûrî xwebûna xwe bikeve, nikare zarokên xwe mezin bike. Di halê heyî de kurd ji bo hebûna xwe ya fîzîkî jî bidomîne, xwe mecbûr dibîne ku yan ji cewherê xwe dûr bikeve, yan bibe yekî/e din, an jî xwe veşêre. Bi kurtasî kurdan bersiveke rast nedane meseleya xwe zêdekirinê jî.
A sêyemîn; dê kurd xwe çawa biparêzin? Ango wê bersiva xweparastinê çi bibe? Di xwezaya hebûnê de xweparastin heye. Lewra xwebûyîn heye. Di zimanê hebûnê de ‘hewcebûyîn’ tune ye. Helbet hebûn bi hev re girêdayî ne. Hemû hev xurt dikin, ew tiştek cuda ye. Lê beriya her tiştî her hebûn ‘xwe’ ye. Di zimanê hebûnê de kes nabêje ‘bila yên din were min biparêze’ lê mirov ne wisa ne. Dewlet ji mirovan re gotiye ‘ez ê te biparêzim.’ Dewlet hêza xwe parastinê ji civakê girtiye, xwe weke hêzeke ceberût li ser civakê ferz kiriye. Gotiye ‘ger ez nebim wê pirsgirêk derbikevin. Ez hêza te ya parastinê me’ û ev têgihiştin jî xistiye hişê mirovan. Ev pênc hezar sal in bi vî awayî ye. Ev tiştên ku me anî ziman li welatên normal diqewîmin. Îcar li Kurdistanê qirkirin heye. Dewletên dagirker ji ber ku dijminên kurdan in, bi xwe dibin hêza herî êrîşkar û qirker. Hem bi xwe bi hemû derfetên xwe êrîşên xwe yên qirkirinên fîzîkî pêk tînin, hem bi asîmîlasyonê qirkirina çandî dikin, hem jî bi nijadperestiyê berê mirovan didin kurdan da ku li ser kurdan qetliyaman pêk bînin. Bûyera herî dawiyê ya li Konyayê bi vî awayî pêk hat. Lewra tiştekî ku kurd ji dewletê bixwazin û li bendê bin ku bên parastin tuneye.
Baş e, divê gelê kurd çi bike? Aşkera ye ku divê her kes xwe biparêze. Ji ber ku nabe xweparastin dewrî yekî din bê kirin. Xweparastin, xwebûn û hebûn bi hev re ye, ev bêyî hevdu nabin. Çawa ku kesek nikare li dewsa me bijî, kesek nikare dewsa me jî me biparêze. Ev hem wek tiştekî şexsî ye hem jî civakî ye. Her şexs divê xwe biparêze lê ji ber ku mirov hebûneke civakî ye û êrîş li ser nasnameya şexs a kurd e, wê demê divê parastin jî birêxistî be. Ji bo êrîşên ku di çavkaniya wan de dewlet heye, bên şikandin, xebateke bi hev re û rêxistinkirî pêwîst e.
Bi kurt û kurmancî dema mirov li rewşê dinêre, dibîne ku gelê kurd hîn jî xeteriya tunebûnê û pirsgirêka hebûnê dijî. Ger ku gelê kurd xwe perwerde neke, rêxistin neke û li hemberî hemû curê êrîşan çalak nebe, wê nikaribe bersiveke rast û têrker bide wan pirsgirêkên jiyanî. Wê demê jî wê nikaribe hebûna xwe di çarçoveya xwebûna xwe de bidomîne.