Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Cihê ku yekem car DAIŞ hatiye têkbirin: Mexmûr

7 sal beriya niha dema çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dabûn Hewlêrê û heta navçe û wargeha Mexmûrê hatibûn, gerîlayên HPG/YJA-Starê li gel hêzên parastina wargehê berxwedanek mezin nîşan dabûn û cara yekem çete têk biribûn. Lê Maxmura ku Mesud Barzanî spasiya wan kir, niha di bin dorpêça PDK û êrîşên dewleta tirk de ye

Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li qontara çiyayê Qereçoxê ya di nava sînorên navçeya Mexmûr a girêdayî Musilê de ye. 75 kîlometre nêzî Musilê û 60 kîlometre jî nêzî Hewlêrê ye.

Li wargehê nêzî 12 hezar welatiyên ji bakurê Kurdistanê ku di sala 1994’an de ji ber zilma dewleta tirk neçar mane derbasî başûrê Kurdistanê bibin, dijîn.

Piştî 7 kampan Mexmûr

Şêniyên wargehê piştî rêyek gelek dirêj a tije êrîş, zehmetî û êşên jiyanê, li Mexmûrê bicih bûn. Ji sala 1994’an ve bi rêzê li wargehên Bihêrê, Şeraniş, Bêrsîvê, Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nînova û Nehdaran mane. Di van wargehan de ji bilî êşên mezin ên jiyanê ku gelek zarok, pîr û jinan jiyana xwe ji dest dan, panaber bi gelek êrîşan re jî rû bi rû man. Di van êrîşan de jî gelek welatî hatin qetilkirin. Her wiha li wargehên Etruş, Geliyê Qiyametê û Nînovayê bi ambargoyan re rû bi rû man.

Jiyanek nû afirand

Koçberên Bakur di encama van rêwitiyên zor û zehmet de di sala 1998’an de li quntara çiyayê Qereçoxê yê navçeya Mexmûrê bicih bûn. Di salên destpêkê de zehmetiyên gelekî dijwar dîtin û ava vexwarin û paqijiyê jî bi zehmetî peyda kirin. Her wiha cihekî ku xwe bispêrin nebû û tenê ji ber dupişkan bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da.

Tevî hemû zor û zehmetiyan jî, gelê koçber li vir jiyanek nû afirand, mal hatin çêkirin, saziyên rêveberî, şaredarî, perwerde, tenduristî, parastin û hwd. hatin avakirin.

Di heman salê de (1998) ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bi awayekî fermî wekî wargeha penaberan hat qebûlkirin.

Êrîşên DAIŞ’ê

Wargeha Mexmûrê qasî serpêhatiya xwe ya bi êş, bi berxwedana xwe ya dijî çeteyên DAIŞ’ê jî ket rojeva Kurdistan û cîhanê. Dema çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de li Iraq û Sûriyeyê gelek dever dagir kirin û komkujî pêk dianîn, tu hêzekê xwe li ber wan negirt. Lewre her herêmek xistibûn hedefa xwe. Çeteyan di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengal û derdora wê kirin, komkujî pêk anîn. Li hemberî hovîtiyan çeteyan cara yekem gerîlayên HPG-YJA Starê û şervanên YPG-YPJ’ê berxwedan nîşan dan û çete rawestandin.

Piştî Şengalê berê xwe dan Maxmûr û Hewlêrê

Çeteyên DAIŞ’ê piştî Şengalê vê carê berê xwe dan Hewlêrê û heta navçeya Mexmûrê hatin. Li ser hatine çeteyan artêşa Iraqê û hêzên girêdayî PDK’ê herêm vala kir û paşve kişiyan. Her wiha Neteweyên Yekbûyî (NY) nûnertiya xwe ya li wargehê girt û herêm terikand. Bi vî rengî wargeh careke din bi tenê hat hiştin. Di wê demê de metirsiyek mezin li ser Hewlêrê jî çêbibû û bi hezaran kesan ji bajar koç kiribû.

Berxwedana wargehê metirsiya ser Hewlêrê rakir

Di wê demê de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, beramberî êrîşek gengaz tedbîr hatin girtin. Di çarçoveya van tedbîran de şêniyên wargehê ji aliyê Hêzên Parastina Wargehê ve ji wargehê hatin derxistin. Di 7’ê Tebaxê de jî çeteyan êrîşî wargehê kirin. Li ser vê yekê Hêzên Parastina Wargehê û gerîlayên HPG’ê ku piştî êrîşa li ser Şengalê ji bo parastinê hatibûn herêmê, berxwedanek mezin nîşan dan. Di encama berxwedana 3 rojan de, wargeh di 10’ê Tebaxê de ji çeteyan hat paqijkirin. Bi vî rengî cara yekemîn çeteyên DAIŞ’ê hatin têkbirin û xofa wan hat şikandin. Her wiha navçeya Mexmûrê hat rizgarkirin. Di wê demê de pêşmerge jî tev li vê berxwedanê bûn. Bi vî rengî metirsiya li ser Hewlêrê jî rabû.

Barzanî spasiya gerîla û wargehê kir

Piştî rizgarkirina wargehê û navçeya Mexmûrê Serokê Herêma Federal a Kurdistanê yê wê demê Mesud Barzanî, çû serdana wargehê û bi fermandarên gerîlayên HPG’ê re hevdîtin kir. Barzanî spasiya gerîlayan kir û bal kişand ser pêwendiya di navbera gerîlayên HPG’ê û pêşmergeyan de.

Dewleta tirk careke din bû bela serê wargehê

Wergeha penaberan û herêma derdora wê ji çeteyan hatibû rizgarkirin û gel vegeriya bû malên xwe, lê vê carê belayek din bi ser wan de hat. Dewleta tirk a dagirker ku bibû sedema koçberbûna nêzî 15 hezar kesan û li 7 wargehan jî êrîş pêk anîbûn, careke din berê êrîşên xwe dan wargehê.

6’ê Kanûna 2017’an balafirên şer ên artêşa tirk Mexmûr bombebaran kir û di êrîşê de 5 endamên Hêzên Parastina Cewherî yên bi navê Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar şehîd bibûn.

13’ê Kanûna 2018’an balafirên şer ên tirk bombe li penaberên Mexmûrê barandin û sivîlên bi navê Asya Elî Mihemed a 73 salî keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê ya 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bibûn.

Piştî çalakiya Hoqabaz êrîş û ambargo

Di 17’ê Tîrmehê de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrîşan.

Rojek piştî bûyekê, ango 18’ê Tîrmeha 2019’an balafirên şer ên artêşa dewleta tirk, wargeh bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê bi sivikî birîndar bûn.

15’ê Nîsana 2020’an balafira bê pîlot a tirk bombe li şêniyên wargehê barandin û di encamê de sê jinên ciwan ên wargehê şehîd bûn.

15’ê Hezîrana 2020’an balefirên artêşa tirk derdora wargeha Mexmûrê û Çiyayê Qereçox bi dijwarî bombebaran kir.

Herî dawîyê 5’ê Hezîrana 2021’an  balafira keşfê ya bi çek a dewleta tirk wargeh bombebaran kir. Cihê ku êrîş lê pêkhatî ber derê parka Şehîd Aryen bû. Yanî nîva wargehê  û derdora parqê dibistanên wargehê hene.

8 zarok mirin, 2 hezar karker bêkar man

Li aliyê din rêveberiya PDK’ê jî 17’ê Tîrmehê ambargo danî ser warehgê û rê neda ku tu kes ji wergehê biçe Hewlêrê. Ji ber ambargo û girtina rê ku hîn jî didome, bi dehan nexweşên rewşa wan giran e, nekarîn biçin Hewlêrê, lewma 8 dayikan zarokên xwe winda kirin. 2 hezar kes bêkar mane û gelek pirsgirêkên tenduristî û aborî derketine.

Şêniyên wargehê: Tenê PKK bi hawara me hat

Bi minasebeta 7’emîn salvegera êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şêniyên Wargehê Mehmûd Yaman û Hacî Nerexî ku dema DAIŞ’ê êrîş kir, wan jî di parastina wargehê de cih girtibûn, ji ajansa Rojnewsê re axivîn.

Mehmûd Yaman bi bîr xist ku gelek hêz û welatan destek daye çeteyên DAIŞ’ê û dixwestin gelê kurd tune bikin û da zanîn ku dema çeteyan êrîşî wargehê kir, wan jî wekî hêzên parastina cewherî wargeh parast û gotine ‘divê Mexmûr wekî Şengalê nebe.’

Yaman bal kişand ku wê demê hêzên pêşmerge û Iraqê ji herêmê vekişiyane, tenê gerîlayên PKK’ê bi hawara wan hatiye û wiha got: “Ji bo parastina gel me wargeh vala kir û li hemberî DAIŞ’ê me 3 rojan li ber xwe da. Li navçeya Mexmûrê PDK û hêzên Iraqê hevalên me bi tenê hiştin û revîn. Berxwedana PKK’ê, fikir û ramanên Rêber Apo bawerî da me û em li hemberî DAIŞ’ê bi ser ketin. DAIŞ yekem car li Mexmûrê şikest.”

Yaman di dawiya axaftina xwe de xwest ku herkes dijî kiryarên dewletên dagirker û hevkarên wan ên li hemberî gelê kurd dengê xwe bilind bikin.

Banga yekitiyê kir

Hacî Nerexî jî bi bîr xist piştî ku pêşmergeyan gelê êzidî bi tenê hişt û DAIŞ’ê li Şengalê komkujî pêk anîn, li Mexmûrê wan dest bi tedbîran kiriye û ev tişt anî ziman : “Me bi awayekî rêxistinî parastina xwe kir. Kesên ku nedikarîn xwe biparêzin, me rêdikirin derveyî wargehê û li cihên ewle bicih kirin. Dema çeteyan êrîş kirin, gel, gerîla û pêşmergeyan bihev re li dijî DAIŞ’ê şer kir û çete ji wargehê derxistin. Piştre gel dîsa vegeriya wargehê.”

Nerexî di dawiyê de banga yekitiyê li gelê kurd û aliyên siyasî kir. Çavkanî: Rojnews – Mexmûr

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar