Navenda Nûçeyan |
Li bajarê Neqede ya rojhilatê Kurdistanê îro di saet 10.00’ê berê nîvro de, kesek ku têgotin azeriye û navê wî Yunis Qadiriye, êrîşî çend welatiyên kurd kir û di encama êrîşê de kurdek bi navê Wirya Îbrahîmî tê qetilkirin.
Piştre kujer ji aliyê polîsên Îranê ve tê binçavkirin. Welatiyên kurd piştî ev êrîşa nijadperestî diherikin ber navenda polîsan lê polîs kujer ji wir direvînin. Piştî vê azerî dadikevin qadê û bi dirûşmên nijadperestî yên wekî, ‘Bu torpaxtan pay olmaz, Soldoz Kurdistan olmaz’ ku tê wateya ‘hûn nabin beşek ji vê axê û Soldoz nabe Kurdistan’ gotin. Li ser zêdebûna aloziyan hêzên rejîmê ji bajarên derdor jî ji bo mûdaxeleyê hêz şandin Neqede û di xwepêşandanê de kurdek bi navê Mihemed hat qetilkirin.
Li gorî welatiyan, hêzên rejîmê destwerdan li kesên nijadperest nekiriye û êrîşî kurdan kiriye.