Dijmin ji bo kurdan qir bike, pêwîst bi hincetan nîne. Kurd be bes e. Ev sed sal in bêyî ku hincetek hebe kurd bi her cûre rengî tê qetilkirin û qirkirin. Gelo ma rêbazek heye vî dijminî ne ceribandî li ser kurdan ku îro em li ya heyî bi heyirin û hincetek bê nîşandan?
Ji bo ev rastî were famkirin, li dîroka kurdan û qirkirinên li serê wan hatî li ber çav nin. Eger mînakek pêwîst jî bike civaka êzidî ya kurd mînaka herî şênber e. 73 caran ferman lê hatiye rakirin. Dewleta tirk a faşîst û mêtinger hebûna xwe li ser qirkirina kurdan daye avakirin, ji bo wê di her fersend û kêliyê de, îro di sedsala 21’ê de li ber çavê hemû civakê tên qirkirin. Di rewşek wiha de ma ji bo kurdan qir bikin, çi hincet pêwîst e?
Dewleta tirk tu demê bi qasî niha bi desthilata AKP-MHP’ê ya faşîst li hemberî kurdan neketiye çiravê. Ji bo vê desthilata AKP-MHP’ê hem dixwaze îtîbara xwe hem jî ya dewletê qezenc bike, bê serûber di serî de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd PKK’ê şerekî bê exlaqî û ji her pîvanên mirovî û hiqûqê dûr daye destpêkirin, didomîne. Artêşa tirk a di destê vê desthilata faşîst de, li çiyayan bi kîmya, bi çekên qedexekirî êrîşî gerîla dike, li bajar û metrepolên Tirkiyeyê jî bi rêbazên girtin, qetilkirin û hejariyê dixwaze kurdên bi ramanê Rêber Apo serî rakirî û li ser xeta PKK’ê dimeşin, tune bike.
Ev desthilata ku di roja îro de li ber sikiratê ye, ji bo xwe ji vê rizgar bike, di serî de êrîşî kurdan û dîsa hemû hêz û aliyên li dijî hikûmetê radibin, serkut dikin. Desthilateke welê ye ku ji derveyî xwe reng û dengek din qebûl nake, ev ji bo kurdan hê zêdetir xedartir e. Jixwe li deng û rengê kurdan ragirtinê zêdetir, dixwazin qira wan bînin. Hişmendiyek ewqas genî û qirêj e. Ji bo civakek ji kokê ve tune bike, serî li her cûre kiryarên dijmirovî û exlaqî dide.
Her roj kurdan bi hincetên cuda di bin navê aloziyên malbatî de qetil dikin. Herî dawî li Konyayê malbatek kurd tenê kurd bûn, ji aliyê nijadperestên ku ji aliyê desthilatê ve hatine sorkirin ve hatin qetilkirin.
Jixwe ziman û hişmendiya genî ya vê desthilata AKP-MHP’ê ya faşîst û mêtinger têra xwe, kurdan dike hedef, bi ser vê re jî rast e rast berê nijadperest dana ser kurdan dike ku her kêliyê kiryarek nijadperest li ser kurdan bê kirin. Her kurd li cihê lê dibe hedef û dibe bê qirkirin.
Jixwe êrîşên faşîzan û nijadperest tu demê li ser kurdan dawî nebûye lê dema em dibînin piştî şewata li herêmên peravên behrê yê Tirkiye û şûnde em dibînin êrîşên nijadperest li ser kurdan zêdetir dibe. Îro di weşanên dewletê de û zimanê dewlet bikar tîne, şewat û mijarên din weke hincet tê nîşandan ku êrîş li ser kurdan tê kirin. Dîsa qirkirina kurdan a bi destê nijadperestan weke aloziyên malbatî nîşan didin. Ev jî bi raya giştî ya cîhanê û herêmê bidin veşartin.
Hemû desthilat û dîktator dema desthilata wan li ber hilweşînê ye, em dibînin ku ew hêzên xwe yên veşartî, ji bo vê desthilatê biparêzin, van çeteyan dixin dewrê bê ku hesabek ji wan bê xwestin, dikevin nava civakê, her kes û sazî, dezgeh li dijî hikûmetê bin dikin hedef û wan tune dikin.
Îro jî em dibînin ew komên çete û dîsa nijadperestên hov berê wan daye ser kurdan. Li ser rê bendan datînin û ketine nêçira kurdan. Li navçeya Doşemealti ya Antalyayê komek nijadperest pêşiya hevserokê HDP’ê Mehmet Denîz girtin, pirsa nasname kirin. Her wiha rojên dawî li Manavgat, Gazîpaşa, Alanyayê jî rê dibirin û êrîşî kesan dikin.
Em ji vê dibînin ku êdî hikûmet, sazî, dezgeh, leşkerî û artêş hemû rewabûna wan nemaye. Ev komên çete û nijadperestên girêdayî dîktator Erdogan tên erkdarkirin, di serî de li dijî kurdan, hemû hêzên demokratîk ên li dijî hikûmetê bi plan ketine nêçirê. Divê ev yek êdî bê zanîn ku ev kes ji derveyî desthilata ne rewa ya heyî, hesabê nade kesê û hesab jî ji wan nayê xwestin.
Ev yek dide nîşandan ku rewşa Tirkiyeyê ya heyî li holê ye. Berê jî di mikûrhatinên serçete û mafya Sedat Peker de derketibû holê ku çek li alîgirên desthilatê hatiye parvekirin. Em îro dibînin ev komên nijadperest ên bi çek rê digirin û kurdan qetil dikin.
Divê êdî gelê kurd û Tirkiyeyê vê yekê vekirî bibîne, ev desthilat tenê ji bo xwe ye, dinya taybet civaka Tirkiyeyê berpirsyariya wê ya li ber agir vemirînê dît. Ji derveyî hedefkirin û zimanên nijadperestiyê tiştekî din nekir.
Taybet divê kurd di vê rewşê û demê de ji her demê bêhtir baldar û hişyar be. Provaktor û êrîşên qirkirinê yên nijadperestan wê dewam bike. JÎTEM, kontra û Hîzbûlaha salên 90’î bi rengekî din li kolanan û li pey kurdan e. Her kurdek li ku dibe bila bibe, divê ha ji xwe û derdora xwe hebe. Xweparastin ji her demê bêhtir bûye pîvaneke têkoşînê. Sibe dibe rewş aloztir bibe ev çete li kolanan çek li destan êrîşî kurdan, jin û ciwanan bike. Ji ber ku ev yek di karekterê vê desthilatê de heye.
Xweparastin û rêxistinkirin divê nan û ava me kurdan be. Em îro ji her demê zêdetir xurt têkoşînê dikin û nêzî serketinê dibin. Çiqasî em xwe biparêzin û rêxistin bikin, em ê ewqasî zûtir bikarin van çeta û serçeteyên wan têk bibin. Ev yek divê kar û erkê me yê esasî be. Em vê nekin, wê her roj dora yek ji me kurdan bê…