Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Rojnameger û şervana heqîqetê; Denîz Firat

Rojnameger Denîz Firat ku têkoşîna wê ji zaroktiyê ve ji bakurê Kurdistanê destpê dike, heta Rojhilat dewam dike û li Başûr jî derdikeve asta herî jor. Ji bo ronîkirina heqîqetê, bi pênûs û kamereya xwe dest bi rêwîtiya azadiyê dike. Piştî têkoşîna salan, di oxira gihandina heqîqetê de tev li karwanê nemiran dibe.

Rojnameger Methiye Yildiztan (Denîz Firat) di 1984’an de li gundê Xecîxatunê ya bi ser navçeya Ebexa Wanê ji dayik bû. Denîz Firat a ku hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ji cîhanê re radigihand, di 4 saliya wê de dayika wê diçe ser dilovaniya xwe. Bavê wê jî bi hinceta alîkarî daye rêxistinê, ji aliyê Tirkiyeyê ve tê girtin. Piştre jî 1991’an de ji ber ku lêgerîna bavê wê, di 7 saliya xwe de bi 4 xwîşkên xwe re diçin gundê Arapken a rojhilatê Kurdistanê û ji wir jî derbasî başûrê Kurdistanê dibin.

Denîz Firat di çar parçeyên Kurdistanê de rojnamegeriyê dike, 2 caran bi giranî birîndar dibe. Li gel ku xwendin û nivîsandina wê nîne jî ev yek li pêşiya wê nabe asteng. Di serî de xwendin û nivîsandinê fêr dibe, piştre jî dibe nivîskar. Xeyala wê ya herî mezin jî nivîsandina jiyana xwişkên xwe Binefş û Saryayê ye. Hovîtiya çeteyan li hemberî vê daxwaza wê dibe asteng. Di axaftineke xwe de gotibû ku piştî ku bûye rojnameger li hemberî her tiştî bêhtir meraqa wê çêbûye. Denîz Firat bi vê nêzîkatiya xwe kevneşopiya çapemeniya azad heta dawî bi cih anî. Denîz Firat, rojnamevan û şervaneke heqîqetê bû.

 

Jiyana wê bi penaberiyê derbas bûye

Xwişka wê Binefş tev li nava refên PKK’ê dibe. Dema Binefş dikeve rê da ku biçe nava PKK’ê, ji ber ku navber pir dirêj e, lewma dayik û bavê wê jî pê re diçin. Di vegerê de jinbav û bavê wê ji aliyê rejîma Îranê ve tên girtin. Piştî ku tên berdan, ji wir derbasî bajarê Ûrmiye dibin û heya demekê li wir dimînin. Di sala 1991’an de ji Ûrmiyeyê jî derbasî herêma Xakûrkê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibin. Ji wir jî derbasî bajarokê Sîdekan a başûrê Kurdistanê dibin. Mirov dikare bêje ku jiyana Denîz Firat bi penaberiyê derbas bûye.

Di zarokatiya xwe de li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê hezkirina wê çêdibe, destpêkê xwişka wê ya 17 salî Ayfer (Binefş), piştre jî xwîşka wê ya din Şukran (Sarya) tev li PKK’ê dibin. Ji ber hezkirina wê ya bi tevgerê re heye ew jî navê Denîz digire. Di 1997’an de li Zapê di şerekê de xwişka wê Binefş şehîd dibe. Di 8’ê Tebaxa 1999’an de jî di şerekê de li Metînayê xwişka wê ya din Şukran şehîd dibe. Di wê demê de xwişka wê ya din Horiya tev li nav refên PKK’ê dibe û navê Binefşê li xwe dike. Malbata ku bi tevahî di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de cih digirin çeka yên ku şehîd dibin, hildigirin û têkoşînê didomînin.

Denîz Firat weke xwişka xwe Sarya di 8’ê Tebaxa 2014’an de, di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da. Denîz piştî salan vegeriya xaka xwe ya ku jê dûr ketibû. Li cihê jê dayik bûyî li Wanê hat veşartin.

Cara despêkê di kovara ‘Tanriça Zîlan’ de di beşa nivîskî de cihê xwe digire û demek dirêj kar dimeşîne.  Di radyoya ‘Dengê Welat’ de bernameya Rojeva Jin jî pêşkêş dike. Çavkanî: Rojnameya Xwebûnê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar