PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Hevdîtinên ‘Dem dema azadiyê’: AKP-MHP neyarê kurdan in

Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz, di çarçoveya ‘Hevdîtinên Azadiyê’ de bi esnafên Colemêrgê re civiya û ev tişt got: “Desthilata AKP-MHP'ê gelê kurd ji xwe re weke dijmin dibînin.”

Heyeta ku ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîj (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenterê Partiya Demokratîk  a Gelan (HDP) Saît Dede pêk hat, di çarçoveya hevdîtinên kampanyaya ‘Dem dema azadiyê’ de li Sîteya Pîşesaziyê ya Colemêrgê bi esnafan re civiya.

Heyeta ku pirsgirêkên esnafan guhdar kir, bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin. Di serdanê de Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û wiha got: “Di encama polîtîkayên ewlehiyê yên AKP-MHP’ê de krîz kûr bûye. Em îro li pîşesaziyê ne û ev der di hêla aboriyê de yek ji cihên ku herî zêde pirsgirêk dijî ye. Di hêla aboriyê de tiştekî ku vê desthilatê ji esnafan re bibêje tune ye. Lê dîsa jî desthilat bi polîtîkayên zext, zilm, çek û zordariyê emrê xwe dirêj dike. Bi vê re desthilata AKP-MHP’ê bêyî ku ciwan, jin, kal û pîran cihê bike dijminatiya gelê kurd dike. Kî li ku derê dibe bila bibe ferq nake. Îro kesên ku bi qeyûman re dixebitin, di hêla aboriyê de li cemaweriyê dixebitin jî ji bo AKP’ê neyar in. AKP kesên bi xwe re jî weke dijmin dihesibîne.”

Wê hevdîtinên heyetê bi serdanên malan bidome. COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar