Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Li Heftanînê bi çekên giran çalakî hat lidarxistin

Hêzên gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li Girê Dûpişkê yê Heftanînê 2 caran bi çekên giran li leşkerên tirk ên dagirker xistin

Navenda Nûçeyan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;

7’ê tebaxê saet di 06:15 û 08:30’î de li qada Minînê li dijî dagirkerên li ser Girê Dûpişkê 2 caran bi çekên giran çalakî hat lidarxistin. Di van çalakiyan de bi rengekî serkeftî derb li hedefên ku hatine diyarkirin, hate xistin.

Dewleta tirk a dagirker li herêma Avaşînê li pêşberî berxwedana serkeftî ya hêzên me xitimî ye. Dewleta tirk a dagirker ku bi rêbazên şerê qirêj êrişê dibe ser tunelên şer, her roj gazên kîmyewî gelekî zêde bi kar tîne û sûcên şer dike. Artêşa tirk a dagirker 9’ê tebaxê saet di navbera 07:00-19:00’an de li herêma Avaşînê 5 caran bi gazên kîmyewî êriş bir ser tunelên şer ên li qada Werxelê. Heman rojê saet di navbera 11:30-22:40’î de tunelên şer ên li Girê Sor û Werxelê hatin bombekirin.

Liv û tevgera droneyan a li ser herêmê dewam dike.

9’ê tebaxê saet di navbera 12:00-18:00’an de li herêma Garê qada Kafyayê bi balafirên şer 2 caran hat bombekirin.

9’ê tebaxê saet di navbera 21:10-01:30’an de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Banista, Tabûra Ereban, Girê Silêman û Girê Spî geriyan.

Di van êrişên artêşa tirk a dagirker de tiştek bi hêzên me nehatiye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar