Îro li gelek deverên cîhanê bûyer û karesatên xwezayî derketine. Li aliyekî şewat, li aliyekî lehî, li aliyê din jî nexweşî hene. Ji ber van bûyeran jî her roj mirov dimirin û xwezaya li cîhanê tune dibe. Ev tiştên diqewimin jî yekser bi destê mirovan pêk tên. Dema ku nexweşiya vîrûsa koronayê derket dîsa heman tişt hat gotin. Nexweşiyeke ku bi destê mirovan hat çêkirin. Di encama vê nexweşiyê de heta niha zêdetirîn 4 milyon kes mirin û zêdetirîn 200 milyon kes jî bi nexweşiyê ketin. Hê jî bandora nexweşiyê li gelek deveran heye û jiyana xelkê serûbin bûye. Bandora wê ya derûnî û civakî aliyekî din ê meselê ye.
Tiştên ku îro diqewimin yekser bi pergala kapîtalîzmê re têkildar e. Ewqasî bi şekil û şemaya cîhanê lîstin û encam jî îro li meydanê ye. Rêber Apo li ser bûyerên îro diqewimin beriya bi çend salan hişyarî dabûn. Rêber Apo di parêznameya xwe ya “Sosyolojiya Azadiyê” de balê dikişîne ser pirsgirêkên îro û dibêje pêdivî bi zanistiyeke nû ya ekolojîk heye. Abdullah Ocalan tîne ziman ku tu pirsgirêk bi qasî yên ekolojîk girîng û giran nebûne û wiha dibêje: „Gemarbûna derya û çeman, çolbûn ji niha ve gihiştine sînorên felaketê. Bi tevahî nîşane diyar dikin ku qiyamet wê bi destê hin komên xwe weke şebekeyan birêxistinkirî bi serê civakê de bê anîn.“
Ew felaket û qiyameta ku Rêber Apo qala wê dike îro ye. Rapora Netewên Yekbûyî ya li ser guherîna avhewayê jî vê yekê nîşan dide. Rapor tîne ziman ku germbûna kurewî bi destê mirovan pêk tê û gihîştiye asta xeterê ye. Di raporê de tê gotin ger ew bibin yek dikarin dawî li vê felaketê bînin.
Erê em qala felaketekê dikin. Li aliyekî cîhanê baran nasekine û lehî radibe. Li aliyekî cîhanê jî ziwabûn û hişkesalî heye. Germbûna li cîhanê zêde bûye û qeşa jî dihelin. Êdî demsal ketine nava hev. Demsala havînî gelekî germ, demsala zivistanê jî gelekî dijwar derbas dibe. Yên ku welat û dewletan jî bi rêve dibin li vê felaketê temaşe dikin. Gelek welat jî bi destê xwe vê yekê pêk tînin. Mesela em li Tirkiyê binêrin bi çêkirina bendavan re xweza û dîrok çawa talan kirine. Bi zêdekirina fabrîkeyan û qirêjiya ji wan hewa çiqasî lewitandine. Êdî tiştekî xwezayî li cîhanê nehiştine. Her tişt li gorî pergala kapîtalîzmê tê amadekirin. Tiştên xwezayî ku me dixwar û vedixwar êdî nemane. Ji kincên ku em li xwe dikin heta tiştên em bi kar tînin ne xwezayî ne.
Pirsgirêkek din a encama vê felaket jî nebûna avê ye. Li gorî raporên zanyaran wê piştî 10 salên din nîvê cîhanê bê av bimîne. Bêguman gelek sedemên wê hene. Li aliyekî hejmara mirovan li cîhanê zêde dibe. Lê pirsgirêka esasî mirov bi xwe ne. Îro bi milyaran kes bi pirsgirêka avê re rûbirû ne. Lê li aliyekî cîhanê jî ev pirsgirêk tuneye. Di raporên Netewên Yekbûyî de tê gotin dê piştî sala 2050‘î li 54 welatan wê av tunebe. Ev yek jî wê bibe sedema şer û pevçûnan. Yanî wê şerê li ser avê dest pê bike. Ji ber vê yekê ye hêzên mêtînger û dagirker berê xwe didin deverên çavkaniya avê lê hene. Hebûn û dagirkeriya wan a li ser axa bi bereket a Mezopotamyayê ji vê yekê ye.
Belê em qala felaketa cîhanê dikin. Ev felaket wê dawiya cîhanê bîne ango wekî qiyametê tê binavkirin. Nexweşiya ku îro li cîhanê belav dibe bi destê mirovan çêdibe. Hevsengî li cîhanê nehiştine û her tiştî li gorî pergala kapîtalîzmê dimeşînin. Ev pergal jî wê dawiya cîhanê bîne. Dibe ku bi zanebûn be lê wê encam xerab be. Ji bo nexweşiya korona digotin armanc kêmkirina hejmara mirovan li cîhanê ye. Hêzên cîhanî îro vê yekê pêk tînin. Xuyaye ku wê salên pêşiya me xerabtir derbas bibin û rojeva cîhanê jî ev mijar be.