Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Gerîla, doçka û Çiyayê Şengalê

Dema DAIŞ’ê di fermana 2014’an de êrîşê Çiyayê Şengalê kir, doçkayek ku pêşmerge li pey xwe hiştibûn û doçkayek di destê gerîla de bûn çekên herî girîng a parastinê. Gerîla her 2 doçkayan wisa bicihkirin ku hem pişta xwe bidin hev û hevdû biparêzin hem jî Çiyayê Şengalê. Vîn û baweriya gerîla, doçka û çiyayê pîroz gihîştin hev û Şengalê parastin

Êzdî Şengalê |

Di fermana 2014’an de rastiya ku rê li ber tunekirina êzidiyan girt bêgûman bang û hişyariyên Rêber Apo û liv û tevgera gerîlayên azadiya Kurdistanê ya li ser vê bangê bû. Beriya fermanê dema gerîla xwe gîhandin Çiyayê Şengalê di destê wan de ji keleşên wan pê ve tiştek tunebû. Ji ber ku PDK’ê destûr nedabû gerîla derbasî Şengalê bibe, bi awayek veşartî û tenê bi çekên ferdî gerîla karibû xwe bigihîne çiyayê pîroz.

Dema DAIŞ dest bi êrîşên qirkirinê kir, di destê civaka êzidî ya berxwedêr de jî û di destê gerîla de jî tenê ev çekên ferdî hebûn ku pê parastinê bikin. Lê hem di destê artêşa Iraqê de hem jî di destê peşmergeyên PDK’ê de çekên giran ên bi bandor hebûn ku ji bo parastina Şengalê bikaranîna wan gelekî girîng bû. Lê wekî tê zanîn ne artêş ne PDK’ê yek ji van çekan ji bikar neanî, di ser de dest danî çek û cebilxaneyên gel.

Di nav vê bêderfetiyê de çekek hebû ku wê bandor li ser qedera parastina Çiyayê Şengalê bikira, ew jî doçkayek 23,5 a li çiyayê pîroz bû. Doçka di rastiyê de yê pêşmergeyên PDK’ê bû, dema DAIŞ’ê êrîş kir û pêşmerge bi lez û bez reviyan vê doçkayê li pey xwe hiştibûn. Dem û derfet nedîtibûn ku bi xwe re bibin, yan na li dû xwe tu çek an jî cebilxanê nehiştibûn ku gel parastina xwe pê bike.

Doçka ji aliyê pêşmergeyan ve li eraziya Çiyayê Şengalê tê hiştin. Piştî êrîşa DAIŞ’ê û berxwedana gerîla destpê dike, gundî ev doçka dibînin û agahî didin gerilayan ku werin bigirin. Çîroka vê doçkayê me ji Hedar Reşîd yek ji fermandarên YJŞ’ê ku di êrîşên destpêkê de li Çiyayê Şengalê bû û heya niha jî ji bo parastina Êzîdxanê kar dike, guhdar kir.

Fermandara YJŞ’ê Hedar Reşîd

‘Peşmergeyên ku direviyan çekên xwe nedidan’

Fermandara YJŞ’ê Hedar Reşîd destpêkê behsa rewşa gerîla ya wê demê û liv û tevgera gerîla dike. Reşîd dibêje ji ber ku hejmara gerîlayan di destpêkê de kêm bû, wan xwe kiriye komên biçûk û ji Sinûnê heya Qizilkentê di gundan de bicih kirine. Ji ber ku çekên di destê gerîla de têrî parastinê nake, heval biryar didin ku ji peşmergeyên ku direvin çekên wan bigirin û gel biparêzin. Reşîd bi van gotinan behsa hewldanên gerîla û bersiva pêşmergeyan dike: “Her heval xwedî keleş û rext bû, wekî din sîleh nebû. Me li ku seyareyek pêşmerge didît, disekinand. Me digot hûn diçin qet nebe sîlehan bidin lê nedidan.”

‘Doçka li sêgoşeya Çiyayê Şengalê tê bicihkirin’

Ji ber vê rewşê di parastina çiyê de zehmetî çêdibin, ji ber ku di dest de tenê keleş heye. Tam wê demê agahiyek wekî mizgîniyê digiheje gerîla. Gundî di eraziyê de doçkayekî mezin ê 23,5 dibînin. Hewl didin derxin lê nikarin, hewl didin ku bişxulînin ew jî nabe. Dawiya dawî agahî didin gerîlayan ku werin doçkayê bigirin. Hedar Reşîd wê dema xweş wiha tîne ser ziman: “Em çûn, me bi dozerê cih çêkir û heval doçka anîn û bicihkirin. Me mewzî li wir çekir, li xeta lofa ya Amûd. Milek diçe Çilmêran, milek diçe bajêr milek jî tê Serdeştê. Me di wê sêgoşeyê de danî, cihê herî stratejîk, cihê bilind bû.”

‘Her du doçka pişta xwe didin hev’

Li gel doçkaya 23,5 doçkayekî biçûk ê 12,5 jî heye. Diviya ku ev her du çekên giran di eraziyê de pir baş werin bicihkirin. Gerîla jî wisa dike, doçka biçûk li milê Amûd bicih dikin û berê wî didin lofayên Serdeştê. Doçkayê mezin jî berê wî didin Şengalê. Her du doçka wisa hatin bicihkirin ku hem hevdû biparêzin hem jî Çiyayê Şengalê. Komek gerîla ji bo bikaranîna doçkayan erkdar dibin lê yê herî zêdetir doçkayê dişxulîne heval Zagros e ku yek ji 12 siwariyan bû.”

‘Dema doçka şixulî rewş guherî’

Bi vî rengî mewzîkirina doçkayan bandoreke mezin li ser şikandina êrîşên DAIŞ’ê û parastina Çiyayê Şengalê dike. Hedar Reşîd vê rewşê wiha şîrove dike: “Rola doçkayê di berxwedan û parastinê de pir girîng bû. Milet bi rastî pir bêçare mabû, navê DAIŞ’ê bi hovîtî derketibû. Dema dîtin pêşmerge bi çekên xwe direvin, di milet de jî tirs çêbû. Ya me jî hejmar kêm bû û her komek li cihek bûn. Em ne li gel hev bûn. Dema me doçka şixuland, milet dît ku DAIŞ nikare bi ser bikeve.”

‘Doçka nebûya DAIŞ xwe digîhand Çiyayê Şengalê’

Di rojekê de 6 caran konvoyên DAIŞ’ê dixwazin ber bi lofan ve werin, ji milê bajêr ve heya nîvê rê jî tên. Lê gerîla her bi wê doçkayê li DAIŞ’ê dide û nahêle xwe nêzî çiya bikin. Fermandar Hedar Reşîd wiha pê de diçe: “Wê doçkayê ev çiya parast. Bi rastî jî nehişt DAIŞ bikeve çiya. Di dîrokê de jî, gelê êzidî, gelê kurd her xwe di çiyayan de parastine. Ji ber ku di çiyê de rê hebûn, dijmin dikarî bi çekên xwe hilkişe jorê. Lê doçka rola xwe lîst, kete dîrokê. DAIŞ bi konvoy dihatin, heval bi doçka lê dida, direviyan diçûn. Eger ev doçka nebana, wê dijmin xwe bigîhanda çiya.”

Ji gelê me kî dihat doçka wan diparast’

Li gor nirxandina Hedar Reşîd ger doçka nebûna, gelê êzidî yên ku xwe gîhandibûn cihên ewle jî ne mimkûn bû bihata parastin, dibû ku bikevin destê DAIŞ’ê. Reşîd ji bo stratejiya parastina Çiyayê Şengalê jî vê nirxandinê dike: “Her du doçka wekî ku pişt dabin hev, hevdû diparastin. Me digot ger ji milê Kersê werin wê Hevalê Canpolat bi doçkaya 12.5 biparêze û ger ji milê din werin Hevalê Zagros ew li ser doçkayê mezin bûn. Bi vî awayî çiya hat parastin. Dema heval doçka dişixulandin, nedihiştin DAIŞ were, gelek milet xwe wisa rizgar kir. Kî dihat, doçka wan diparast, heval diçûn pêşiya wan, milet dianîn.”

Hedar Reşîd dibêje gelek kes bi vî rengî ji êrîşên DAIŞ’ê hatine parastin û mînakek jî dide: “Dayikek di seyarê de mabû, çend ciwan çûn pey wê lê dayik nedihat, ez û komek heval çûn. Em çûn me derî vekir dayikê qîr dida, ditirsiya. Me dayik di nav betaniyê de rakir, me wisa xilas kir.  Ev hemû di bin parastina vê doçkayê de bû.”

‘DAIŞ xwest bi seyareyên sivîl were’

Ji ber ku doçka çiya diparêzin, çeteyên DAIŞ’ê jî nikarin bi hêsanî xwe bigihînin. Ji ber vê jî dest bi taktîkan dikin ku xwe bigihînin çiyê. Hedar Reşîd wiha behsa hewldanên DAIŞ’ê dike: “Di roja duyemîn de bû, DAIŞ hat, bi seyareyek sivîl hatin, me dûrbîn diavêt. Me got seyareya tê jorê bi şik e, me got dibe yê gel be lê me dîsa tedbîrên xwe girt. Diyar bû, keşifa DAIŞ’ê bû ku konvoy jî pey re were. Hatin  ber doçkayê dîtin, wisa nêzîk bûn, zilam destê xwe derxist û zivirî, me hemû bi hev re lêda, seyareya wan teqle avêt. Heval çûn ser erebê, her du zilamên di seyarê de birîndar bûn, di dolê de çûn. Ew hejmara me ya ku em bidin pey wan tunebû. Mecbur em rê biparêzin.”

‘Bi sedan doçkayên pêşmerge hebûn lê îradeya şer tunebû’

Piştî van nirxandinan, fermandar Hedar Reşîd gotinê tîne ser rastiya însan û dibêje ‘ji hebûna doçkayê zêdetir a girîng îradeya berxwedanê û taktîkên bikaranîna doçkayê bû, ango rastiya însan bû.’ Ev nirxandina Hedar Reşîd gotina Rêber Apo ya ‘Teknîka herî mezin însan e’ tîne bîra mirov. Reşîd bi vê mînakê girîngiya vîna azadiyê destnîşan dike: “Bi sedan doçka di destê pêşmergeyan de hebûn, hiştin û çûn. Polîsên Iraqê li wir bûn. Herkes hebû û çekên wan jî zêde bû. Lê nezanîn çawa bişuxulînin. Di esasê de, îradeya şerkirina li hemberi dijmin tunebû bi wan re.”

‘PDK’ê xwest li ser doçkayê tevliheviyê çêke’

Piştî ku gerîla xwe di çiya de bicih dike, parastina gel pêş dixe û rewşa şer diguherîne, vê carê PDK dixwaze xwe bike şîrikê vê berxwedanê û xwedî li doçkayê derdikeve. PDK’ê, bi rêya hin êzidiyên ku ji bo wan pêşmergetî dikin daxwaza doçkayê ji gerîlayan dike. Destpêkê gerîla ji ber îxaneta PDK’ê naxwaze doçkayê teslîm bike lê pişt re dide. Sedema ku gerîla doçkayê paş ve dide, Hedar Reşîd wiha şîrove dike: “Xwestin xwedî lê derkevin, gotin ev doçkaya pêşmergeyan e. Hemû li dora heval Dilşêr (Dilşêr Herekol) kom bûne, dibêjin lazim e hûn bidin me, ya pêşmergeyan e. Min xwe aciz kir. Pêşmerge ew dahf dida, mala Qasim Dirbo jî her vê mijarê dixistin rojevê. PDK dizanî em wan nagirin, êrîşê wan nakin, ji ber ew jî êzidî ne. Êdî piştî demekî heval doçkayê dan. Wê demê hêzên HPG’ê, YJA-Starê hatin, yên YPG-YPJ’ê hatin. Heval gotin ji bo doçkayek bila tevlihevî çênebe. PDK dixwest bi hinceta doçkayê heval û hin êzidiyan berê hev bide.”

‘PDK’ê xwest rûyê reş bi peykerê spî bike’

Niha peykera wê doçkayê li Çiyayê Şengalê hatiye çêkirin. Bi çêkirina vê peykerê re PDK dixwaze xwedî li berxwedan û parastina pîroz a Çiyayê Şengalê derkeve.  Fermandar Hedar Reşîd dibêje ku projeya çêkirina vê peykerê jî ya gerîlayan bûye û van agahiyan dide: “Peykerê doçkayê çêkirine lê ev jî projeya hevalan bû. Heval Netewî vê projeyê got, Qasim Dirbo jî rûniştibû. Heval Netewî got lazim e em rojek peykerê vê doçkayê çêkin. Qasim Dirbo û PDK’ê projeya hevalan pêk anî, ji bo bikin navê xwe. Em bi parastina gel ve mijûl dibûn, PDK bi navê xwe re mijûl bû, ji bo rûyê xwe yê rêş spî bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar