Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Li ser xeta Fermandar Egîd têkoşîn divê’

YJA Star a bi boneya salvegera 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da, wiha got: “Em şervanên azadiyê yên gelê xwe li ber ronahiya ramanên Rêbertiya xwe û li ser rêya Egîdan bê dudilî, bi fedayî şer dikin, bi biryar û îradeyeke mezin dê bigihêjin serkeftinê.”

YJA Star bi boneya salvegera 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da.

YJA Star di serî de Pêngava 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê li Rêberê Modernîteya Demokratîk Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê pradîgmaya azadî û jiyana azad ava kir û dîsa hemû berxwedêr, şervan û gelê kurd û gerîlayên li hemû çepar, kolan û zindanan bê dudilî di rêya serketinê de berdêlan dide pîroz kir.

YJA Star di şexsê Fermandarê Mezin Mahsûm Korkmaz (Egîd) hemû şehîdên berxwedanê yên bi fedayî xwe ji bo berxwedana azadiyê bexşandin bi rêzdarî û minet bi bîr anî, soz da ku dê berxwedana pîroz bi serketinê tacîdar bikin.

Dewleta tirk NATO-Gladyo destek dike

YJA Starê bal kişand ser polîtîkayên qirkirinê yên hêzên emperyalîst û ev tişt anî ziman: “Hêzên emperyalîst li Rojhilata Navîn bi armanca polîtîkayên xwe yên mêtingeriyê pêk bîne, bi destê netew-dewletê ku berhemê aqilê mêr ê serwer e, spartekên berxwedêr ên civakê kirine hedef. Dewleta TC a mêtinger a NATO-Gladyo destek dike, siyaseta asîmlasyon, îmha û înkarê, ji roja avabûnê heta niha li ser Kurdistan û gelên qedîm ên Anatoliyayê pêk tîne, îmzeya xwe daniye binê qetlîamên herî mezin ên sedsalan. Dewleta TC a bi qirkirina ermeniyan avakirina xwe îlan kir, ji bo mercên hebûna xwe bihêz bikin, bi hovane rûm, keldanî, sûryanî, asûrî, tirkmen di qirkirinê re derbas kirin. Sala 1921’ê li Deryaya Reş Mûstafa Sûphî û hevalên wî qetilkirin, piştre jî Denîz, Îbrahîm û Mahîr ên pêşengên tevgerên ciwanan ên çepgir ên Tirkiyeyê qetil kirin. Bi vê yekê xwestin ku li Tirkiyeyê tevgerên sosyalîst tasfiye bikin. Dîsa heman demê  gelê kurd rû bi rûyê qetlîamên herî bi êş hatin. Her çendî gelek ku xwestibin tune jî bike, tevî parçe jî bû lê li dijî faşîzm TC’ê bênavber li ber xwe da. Dewleta TC a dixwaze rastiya berxwedanê ya gelê kurd ji holê rake, li Agir, Zîlan, Dêrsim, Hênê û Koçgiriyê serhildanên rabûne êrîşeke îmhayê ku di dîrokê de nimûneyê wê nîne bi ser de çûn û xwestine tune bikin. Di nava van şert û mercan de sala 1980’ê rastiya gelekî ku li ber sînorê tunebûnê, vîna wê hatî şikandin, hatî înkarkirin û li ber cendereya qirkirinê, mîna ku xwe ji nû ve ava bike, derket holê.”

Dîrok guherî

Di dewama daxuyaniya YJA Starê de hat destnîşankirin ku bi avakirina PKK’ê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve têkoşînek ji tunebûnê ava kir û dîrok da guherîn û ev tişt hat gotin: “Dewleta TC a dagirker 12’ê Îlonê bi pêşxistina darbeya leşkerî-faşîzan a hewldana tesfiyekirina Têkoşîna Azadiyê li Zindana Amedê bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an ev yek vala derket. Li ser vê xeta berxwedana pîroz Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi pêşengtiya Fermandarê Nemir Mahsûm Korkmaz hêza parastina gel esas hat girtin, bûye bersiva qêrîna azadiyê ya li Zindana Amedê bilind bûyî. Di vê wateyê de Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê kurd ne tenê di wateya vejînê heman demê ji Baba Îshak bigire heta Şêx Bedreddîn, Pîr Sûltan Abdal heta Şêx Îsmaîl sembolên çanda berxwedanê ya vê axê ku li dijî zilmê berê xwe dan çiyayan, çanda berxwedanê ji nû ve ava kir.”

Li ser xeta fermandar Egîd têkoşîn divê

Her wiha YJA Starê di dawiya daxuyaniya xwe de ev nirxandin kir: “Bi îfadeya Rêber Apo, mîna zûlfîkarê di destê Hz. Elî de Fermandarê Mezin Mehsûm Korkmaz jî bû şûrê di destê gel de, ji bo avakirina jiyana azad li dijî faşîzm û dîktatoriyê bû hêza tolhildana dîrokî ya berxwedêran.

Artêşa me ya 15’ê Tebaxa 1984’an bû guleya di mejiyê dagirkeran de teqiya, li ser bingehê ARGK’ê ku îro ala artêşa me ya bi rûmet a HPG/YJA Starê li hewa bi azad li ba dike. Têkoşîna Azadiyê ya Gelê me, îro ji bo hemû gelên hejar, çînî û ji bo jinên cîhanê yên di bin zilma hişmendiya mêr de tune tên hesibandin bûye çavkaniya hêvî û berxwedanê. 15’ê Tebaxê heman demê têkoşîna li dijî hişmendiya feodal, paşvrû ya asteniyên herî mezin ên li pêşiya pêşketina gerîlayên jin dibe asteng. Jina avakarê xweser a civakî, berê wê da refên şoreşê, bûye vîn û çavkaniya ceseratê ya jinên kurd. Yekîneyên Jinên Azad ên YJA Starê ku şênberiya israra hestê jiyana azad e, garantiya parêzvaniya jinan e. Artêşbûna jinan li ser bingehê xwedîderketina li Pêngava 15’ê Tebaxê, bûye bersiva dîrokî ya tolhildana ji koletiya jinan û hişmendiya mêr. Nasnameya Jinên Azad YJA Star ji sekna hevrê Sara ya li pêşberî spandina bêrûmetî, bê nasnametî û koletiyê ya li hember dijmin mîras hatiye girtin. YJA Satar sekna jinan a paşvemayî hilweşand, li ser şerê 15’ê Tebaxê xwe kûr kir, fermandarên mîna Hava, Xanim, dîsa şopdarên wan Ezîme, Jiyan, Saadet, Zîlan, Bêrîtan û dîsa fermandarên jin ên mezin ava kir, bûne şopdarê xeta jinan a ‘Şer dike ciwan dibe’ bûne hêza parêzvan û îro dijîn. Îro hevrêyên jinên  leheng ên Fermandarê Nemir ên Egîd, li çiyayên Amed, Nûjin, li Serhedê Nûda Sason, li Zapê Delal, li Avaşîn Sarya û li Gabarê jî Halîl lehengiyên nîşan dayîn, bûne îdîaya me ya ku heta serketinê her kêliya jinan û têkoşînê wê bi lehengî tevlibûna xwe nîşan bide.

Dewleta TC a mêtinger û faşîst a raste rast hêzên emperyalîst ên navneteweyî destek dide yê, ji roja ku guleya yekem hat teqandin û vir ve, hesabê tunekirina gelê me û tevgera me dike. 37 salên borî da nîşandan ku; tunekirin bidin aliyekê, Têkoşîna Azadiyê hê mezintir bûye, destkeftiyên gelê me bûye gerdûnî, gihiştiye hêza ku rêbertiyê ji demê re bike. Îro ne tenê li Kurdistanê, li cîhanê li ber ronahiya ramanên Rêbertiya me, mirovahiya ronî bûyî, li dijî desthilata paşverû, mêtinger û serwer a mêr tev li refên têkoşînê dibin. Têkoşîna bi pêşengtiya jin û ciwanan pêk hatiye, her roja diçe emrê dîktatoriya faşîst kêm dike. Êrîşên îmha û lînçê yên li dijî têkoşîn û gelê me bêperwa tên kirin, çavkaniya xwe ji enerjiya şoreşgerî ya ku Rêber Apo derxistiye holê tê.

Dem dema ku li ser xeta Fermandar Egîd têkoşîn bê kirin e. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zap, Avaşîn, Metîna, Heftanîn, Xakurkê, Botan, Dêrsim, Serhedê û çar aliyên Kurdistanê dibin Egîd, di dil û mejiyên dijmin de diteqin. Em YJA Star ên şervanên azadiyê yên gelê xwe li ber ronahiya ramanên Rêbertiya xwe û li ser rêya Egîdan bê dudilî, bi fedayî şer dikin bi biryar û îrade ne ku bigihêjin serketinê. Berxwedana me wê li ser bingehê azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê heta konsepta îmhayê ya li ser gelê xwe bawî bikin wê dewam bike.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar