Hevserokê Konseya Rêveber KCK’ê Cemil Bayik ji bo salvegera 37’an a Pêngava 15’ê Tebaxê ji ANF’ê re axivî.
Bayik di axaftina xwe de diyar kir ku dewleta tirk ji damezirandina komarê û wir ve li bakurê Kurdistanê şerekî berfireh ê taybet daye destpêkirin û bi rêbazên şerê psîkolojîk hatiye xwestin ku civaka kurd di bin nîrê mêtingeriyê de vîna wê bê şikandin û Peymana Lozanê destûra hiqûqa navneteweuyî daye vê û gelê kurd li hêviya qirkeriya dewleta tirk hatiye hiştin û wiha got: ”Ji vî alî ve dewleta tirk divê weke dewleteke qirker were pênasekirin. Heta ku ev rastî neyê fehmkirin mirov nikare kirinên dewleta tirk fêhm bike. Jixwe karakterekî vê dewleta tirk jî ew e ku qirkirineke bêkêmasî bike lê vê di bin hin tiştan de veşêre.”
‘Rêber Apo rastiya dewletê dahurandiye’
Bayik bi lêv kir ku hêla herî balkêş a Rêber Apo û PKK’ê ew e ku ev rastiya dewleta tirk dahurandiye û wiha axivî: “Rêber Apo hê ji gotina pêşî ve rastiya kurd û dijmin li ser civakîbûna dîrokî analîz kiriye û li ser vê bingehê hemû rastiyên civakî yên siyasî bi rengekî aşkera daniye holê. Ji vî alî ve divê mirov Rêber Apo weke sosyologê siyasetê bibîne. Rêber Apo bi vî aliyê xwe rastiya kurdan û dijmin hingî wiha zelilandiye, vê jî kiriye ku Rêber Apo û PKK li dijî vê mêtingeriya qirker têkoşîneke karîger bide. Rêber Apo û PKK bi vê hê ji serî de neketine kemînên qirkeran û heq ji rêbazên şerê taybet ên TC’ê derketine. Bi vê dehabûna sosyolojiya siyasetê Rêbertî heq ji nokeriya çînên serwer ên serwerên kurd û kemînan derketiye.”
Bayik desnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye polîtîkayên siyasî, netewî, civakî û çandî yên TC’ê kiriye ku rastiya civaka kurd were berevajîkirin ên ku kurdbûna xwe înkar dikin û ketine vê rêyê li hêlekê yên ku xwedî li kurdbûnê derdikevin, ew bixwe jî hay ji rastiya têdeyî nînin û diyar kiriye her kî bixwaze li dijî mêtingeriyê têkoşîneke karîger bike pêşî divê hay ji rastiya civakî hebin û ji wê kesayatiya ku bi vî rengî bi dirûv bûye xilas bibin.
Kesayetiya ku dijmin ava kiriye
Bayik di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku Pêngava 15’ê Tebaxê bi vê bîreweriyê hatiye hazirkirin û wiha pêde çû: “Diyar kiriye ji bo ku mirov heq ji kesayata ku rastiya dijmin ava kiriye, derkeve. Hewceyî bi têkoşîneke wiha heye ku navika mirov ji wê kesayetê ku ji hêla siyasî û civakî ve bi destê dijmin hatiye avakirin qut bike. Yek ji hedefa sereke ya pêngava 15’ê Tebaxê bûye ev. Ji vî alî ve ji 15’ê Tebaxê re ‘Guleya Pêşîn’ hatiye gotin.”
Guleya yekemîn
Bayik diyar kir guleya pêşî ya 15’ê Tebaxê li wê paşverûtiyê hatiye xistin ku di kurdatiyê de hatiye afirandin, li wê rastiya kurd hatiye xistin ku ji gelek hêlan ve ketiye rewşa civaka travmatîk û divê rastiya 15’ê Tebaxê ji gelek aliyan ve were dîtin. Ji hêla leşkerî ve îfadekirina wê tenê hêleke wê ye ku piştre hatiye û ev tişt got: ”Ev şêwaza vegotinê veşartin, berevajîkirina 15’ê Tebaxê ye. Jixwe mêtingeriya qirker tenê ev aliyê wê daye pêş. Ji ber ku hewl daye ku nehêle hêlên esasî yên vê pêngavê werin dîtin.”
Bayik li ser giringiya dîrokî ya 15’ê Tebaxê ev tişt anî ziman: ”15’ê Tebaxê çalakiyeke wiha ye ku dîrok guherandiye. Di dîrokê de çalakiyên wiha kêm in. Çalakiyên wiha dibin dastana wan gelan. Ango dastan ji bo gelan bi peywireke wiha radibin. Ji vî alî ve 15’ê Tebaxê weke Newrozê dastana neteweyî ya kurdan e. Jixwe Newroz weke 15’ê Tebaxê, weke Roj û Cejna Vejînê hatiye dîtin. Bi hişmendî û nêzîkatiyeke wiha tê pîrozkirin.”
‘15’ê Tebaxê rastiya kurd ava kiriye’
Cemîl Bayik axaftina xwe wiha domand: ”Pêngava vejînê ya ku bi 15’ê Tebaxê re dest pê kirî, şoreşên çandî, netewî, civakî, jinî, demokratîk, siyasî û giyanî kiriye û rastiyeke nû ya kurd ava kiriye. Rêber Apo bi taybetî plansaziya wê kiriye ku 15’ê Tebaxê şoreşên wiha bike. Ji bo vê jî civaka me jî, qedroyên me jî, dostên me jî bi taybetî perwerde kiriye. Analîzên bi sedan cildî yên civakî, siyasî, çandî, li ser kesayatê, neteweyî, jiyana demokratîk, li ser jin û malbatê kiriye. Bêyî ku kurd wiha bi berfirehî bihatana perwerdekirin ne pêkan bû ku ji hemû paşverûtiyan xilas bibûna.”
Bayik diyar kir jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perwerde ye, nirxandinên siyasî, leşkerî, civak, hemû perspektîf û talîmatên ji vî alî ve hatiye dayin bi naveroka perwerdehî ne, Rêbertiya Ocalan Rêbertiyeke wiha ye ku perwerde, veguherînê her kêlî, her saet, her roj dike û ev tişt got: ”Ya ku 15’ê Tebaxê roj bi roj hazir kirî, piştî ku pêngav hat destpêkirin roj bi roj li ser sekinî, kir ku pêngav domdar be, ji hêla çandî, siyasî, civakî û leşkerî ve encamê bîne, ev rastiya Rêbertî ye.”
Pêvanên qebûl û redkirinê
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik her wiha diyar kir ku bi pêngava 15’ê Tebaxê re li nav civaka kurd guherîneke pir mezin çêbûye û wiha domand: ”Şoreşeke wiha ye ku her roj diguhere, şoreşeke wiha ya vejînê ye ku di nav şoreşê de çêbûye. Heke îro li gel hemû êrîşên mêtingeriya qirker jî nikaribe daxwaz û vîna azadiyê were şikandin ev bi vê rastiya şoreşê ye.Rêber Apo, 15’ê Tebaxê kiriye ku dewlet û civak werin pêşberî hev. Kiriye ku civak dewletê şilfûtazî nas bike. Encex bi têkoşîneke wiha tûj bandorên mêtingeriya qirker a li nav civakê ji holê bihatana rakirin. Gerîla her roj ne ku tenê civak guherandiye, kiriye ku civak rastiya pergala mêtingeriya qirker nas bike. Rastiya Rêber Apo û gerîlayên ku li ber destê wî gihaştin bûne perwerdekar û hîndekar. Li nav civakê pîvanên nû yên qebûlkirin û redkirinê anîne. Gelek pîvanên ku berê hatine qebûlkirin hatine redkirin. Di pîvanên red û qebûlkirinê de , di hêla welatparêzî, civakîbûn, demokrasî, gel, rastiya dadmendiyê de guherînên girîng çêbûne.Nexasim têkiliyên bi dewletê re hatine dayin ketine rêza pêşî a pîvana redkirinê; helwesta li dijî mêtingeriya qirker jî bûye rêza pêşî ya pîvana qebûlkirinê, bûye pîvana îtîbarê. Jixwe guherîna civakê bi esasî bi guherîna pîvanên qebûlkirin û redkirinê pêkan e. Rêber Apo pir girîngî daye vê.”
‘Hîseke hevpar a civaka kurd çêbûye’
Têkildarî hêla wê ya avakirina neteweyî ya 15’ê Tebaxê jî Bayik ev tişt got: ”Ji ber ku gerîla ne bi asta xwecih û herêmî lê li hemû Kurdistanê karîger bû, vê kiriye ku hîseke hevpar a civaka kurd çêbibe û li dora nirxên neteweyî kom bibin. Ji vî alî ve pêngava 15’ê Tebaxê her wiha bûye pêngaveke avakirina neteweyî. Şoreşeke netewî ava kiriye.”
Bayik wiha domand: ”15’ê Tebaxê bûye pêngaveke wiha ku êdî ne axa û beg, gelê rêxistinî bi hêz kiriye. Hêza otorîteyê ya axa, beg a kevneşopî û pişivî nemaye, gel bûye hêza sereke. PKK û gerîla weke xurtbûna gel dîtiye. Bêyî ku astengiya axa, beg an jî otorîteyeke kevneşopî hebe rabûye ser xwe, serhildanên mezin ên dîrokî pêk aniye. Ev şoreşa demokratîk hingî wiha xurt çêbûye, derdorên ku heta wê gavê li nav civaka kurd karîger û navdar bûne, ji bo ku vê rewşa xwe biparêzin, ji xwe re pir girîng dîtine ku xwe li cem têkoşîna azadiyê nîşan bidin. Hêza şoreşa demokratîk kiriye ku ev otorîteyên klasîk wiha tevbigerin.
Jin jî li nav vê şoreşa demokratîk karîger bûne û ev jî nîşana wê ye ku karakterê demokratîk ê vê şoreşê çendî berfireh û kûr e. Jixwe Rêber Apo bi analîzên ser jin û malbatê xwestiye ku jinê rake ser piyan û bike hêz. Guherîna civakî bi esasî di van analîzên jin û malbatê de ditiye.”
‘Şoreşa me şoreşa çandî ye’
Der barê bandora 15’ê Tebaxê ya li ser şoreşa çandî jî Bayik ev niirxandin kir: ”Bi vê şoreşê re çand û hunera kurd li her deverê rih pê hatiye. Şoreşa demokratîk, neteweyî, civakî kiriye ku çanda şoreşa kurd pir zengîn, xweşik û karîger be. Çanda kurd weke sirûşta ku bi biharê re zindî be, li her deverê bandora xwe nîşan daye. Gotina Rêber Apo ya ‘şoreşa me beriya her tiştî şoreşa çandî ye, hêla çandî li pêş e’ bi geşedana mezin a çand û hunerê ispat bûye.”
‘Kurd bûne xwedî vîneke siyasî’
Li ser hêla bandora siyasî ya 15’ê Tebaxê jî Bayik ev tişt bilêv kir: ”Cara pêşî bi PKK’ê re kurd bûne xwedî vîneke siyasî. Bi serhildanên salên 90’î hişmendiya polîtîk û rêxistina gel çêbûye. Potansiyela bûyina xwedî vîna siyasî gihaştiye asteke wiha ku tenê êdî bi rêxistiniyên îllegal ên weke ERNK’ê nema pêk dihat. Gelê kurd bi serhildanan vîna xwe ya siyasî meşrû kiriye û her ku çûye li qada siyaseta legal jî gihaştiye rastiyeke ku vîna xwe ya siyasî deyne holê. Te divê bila were dîtin û te divê bila neyê dîtin, pêngava 15’ê Tebaxê kiriye ku gelê kurd bibe xwedî vîneke siyasî ya li ser civaka rêxistinî. Jixwe yên ku vê rastiyê nebînin ne dikarin bibin vîneke siyasî ya demokratîk ne jî dikarin têkoşîneke demokratîk a siyasî bidin.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemil Bayik herî dawî ev tişt got: ”Li Kurdistanê li bin her guherînê pêngava 15’ê Tebaxê heye ku Rêber Apo bi kedeke mezin hazir kiriye. Bi şehîdên me ev pêngav ne tenê li qada leşkerî, li her qadê geş bûye, domdar bûye. Rastiya civakî ya kurd, rastiya neteweyî ya demokratîk bi vê pêngavê çêbûye.” BEHDÎNAN