“Ji pêşengên leheng ên partî û gelê me hevrê Mahsûm 28’ê Adarê di berbanga sibehê de dema ku ala rizgariyê ya gelê me hil dida, gava ku kemînên dijmin ên xayîn têk dibir, şehîd bû. Bîranîna hevrê Egîd, vegotina têkoşîna wî, bîranîna yek ji lehengên pêşeng ên têkoşîna me ya rizgariyê ye, vegotina vê destanê ye. Mêtingerên tirk ên bêzar û riziyayî bi pênaseyên ‘Celadê PKK’ê, berpirsyarê leşkerî, Sekreterê HRK’ê’ hewl dan li gorî aqlê xwe ji aliyekî ve nîşan bidin ku derbeke gelekî mezin li PKK’ê xistine, li aliyê din jî wî biçûk bixînin. Lê belê dijmin baş zane ku ew şûrê tûj ê partiya me û gelê me ye.
Hevrê Mahsûm yek ji wan pêşengan bû ku baweriya xwe bi wê yekê anî; divê xencera xayîn a bi sedan sal in li dil û mejiyê gelê me hatiye xistin divê bê derxistin, li dil û mejiyê dijmin bê xistin, hewldana bêdawî ya vê yekê jî di kesayetiya xwe de şênber kir û dît ku tenê bi çekê gel dikare rizgar bibe.
Rêberê me yê leheng, Egîdê me ku herî zêde lehengî li wî tê û şûrê hemdem ê gelê me ye, ji aliyê fîzîkî ve me ji dest da. Lê belê gelo mirov dikare qala mirin an jî ji destdana yên ku rabirdû û paşeroja esîl a çînên mezlûm û gelekî di şexsê xwe de gihandiye hev bike? Hevrê Egîd xwe gihand kesayetiyeke bilind ku taybetmendiyên pêvajoya rizgariyê ya partî, enî û artêşê bigihîne gelê me. Şêweyê jiyana koletiye ku mîna qederê kete nava asoyê gelê me, di kesayetiya xwe de parçe kir; kesayetiya xwe ya azad û xurt a ku bi pêngavên şoreşgerî afirand, ji bo serxwebûn û azadiya bi milyonan kesî û sosyalîzmê veguherand bangê. Wî qîma xwe bi vê jî neanî û ji bo vî kesayetî û van taybetmendiyan bike malê gel şerekî mezin da û di asteke girîng de ev bi ser xist. Cihê xwe di destpêka meşa nemiran a gelê Kurdistanê de girt ku bi çeka partî, enî û artêşê dihate meşandin. Di dil û mejiyê me de bi zindîbûna xwe ya bêdawî tacîdar bû; li nava gel û partiya xwe di asta hêjayî wî ye, cihê xwe girt. Em bejna xwe li ber bîranîna vî lehengê lehengan bi rêzdarî û hezkirin ditewînin; diyar dikin ku bi birêxistinkirin û şerkirina artêşa rizgariya vî gelî dikarin deynê xwe yê wefayê yê ji bo wî bi cih bînin.
Hevrê Egîd! Belê, divê mirov wî nas bike û fêhm bike. Hevrê Egîd şêrîn bû, wêrek bû, fedakar bû! Divê ev hevrêyê dilovan bê vegotin û bîranîn. Hevrêtiya bi wî re, xwegihandina mezinahiya wî biqasî hilmstandinê pêwîstî û mecbûrî ye…
Rastiya ku di kesayetiya şehîdê şehîdan Egîd de hatiye vegotin çi ye? Mirovê pêşverû kî ye? Mirovê paşverû kî ye? Rewşa hêzên şerker çi ye? Maf û edalet li ku ye? Egîd ji her demê bêhtir bersiva vekirî ya li van pirsan e.
Di vê bûyerê de Egîd dilek e ku cihê xwe di nava gelekî bi milyonan de girtiye. Dijmin jî bi artêşa xwe ya bi milyonan kesî û teknîka xwe hebûneke riziyayî ye ku bi pêncî hezar kesî êrîş bir ser kesekî û komekê. Serketinên bi vî rengî di dîroka mirovahiyê de kêm têne dîtin. Di dîrokê de gelek şer di navbera mezlûm û zaliman de, di nava şert û mercên bêrehm de qewimîne. Her wiha gelek serketinên mezlûman hene ku di nava van şert û mercan de afirandine. Lê belê şer û serketinên ku gel û partiya me di şexsê van lehengên berxwedanê de afirandine kêm hatine dîtin. Bêteredût em dikarin bêjin; gelê me tevî ku yek ji hebûneyên xwe yên herî hêja ji dest dabe jî di şehadeta hevrê Egîd de yek ji serketinên herî mezin ê dîroka xwe ya berxwedanê bi dest xistiye. Vê bûyerê, xwegihandina asta herî bilind a azadiyê careke din bi rengê herî xurt û neyekser nîşanî gelê me daye û bûye banga ji bo vê yekê. Rastiya ku di destana berxwedanê ya hevrê Egîd de aşkera bûn û peyamên vê yekê, destketiyeke mezin e ku wê bandorê li tevahiya pêvajoya rizgariya neteweyî bike.
Xxwe jî gelê me jî nemir kir
Hevrê Mahsûm mirovekî mezin e ku ji destpêkê heta dawiyê bû mejî û dilê xeleka şehîdan, dil û mejiyê gelekî di kesayetiya xwe de hewand. Mirovek dema xwe gihand taybetmendiyên wî, hingî dikare hêjayî pênaseyên bilindahî û lehengiyê bibe. Ji bo kesekî ku rastiyeke bi vî rengî afirandiye, ne di cih de ye ku qala gotina mirinê bê kirin. Mirovekî ku di nava jiyana herî esîl de heliya ye, bi xwe bûye ew jiyan, gelo dikare bimire?
Gelê me yê ku xwedî kesayet û rêberekî bi vî rengî ye, di şexsê wî de xwe gihand vejîneke mezin û nemiriye.
Hevrê Mahsûm ku wateya wî ya ji bo gelê me û partiya me wiha ye, yek ji wan pêşengan bû ku di berxwedana neteweyî de partîbûn pêk anî, di şexsê wî de bawerî veguherî rêxistin û çalakiyê. Weke ku her tiştên di jiyana gelê me ya azad a siberojê de bê hezkirin, di kesayetiya wî de şênber bûn.
Kêm tê dîtin ku li dijî serweriyeke barbar a bi hezaran salî, heft salan qet bêbawerî nebe, dilê xwe qet bêdeng neke, çeka xwe qet ji dest nexîne û bêyî ku ji çiyê dakeve şer bike.
Bi gotina ‘Celadê PKK’ê’ dewleta tirk li xwe mikur hat ku gelê Kurdistanê di şexsê wî de çawa bûye xwedî şûrekî tûj. Di jiyana mirovan de îmhaya fîzîkî tim pêkan e, lê belê eger mirovek bi îradeya gel re bûbe yek û xwe gihandibe wê hêzê ku vê îradeyê di nava her şert û mercî de serwer bike, nepêkan e ku ew bê îmhakirin. Rastî ew e; Zulfîkarê di destê Hz. Alî de çi be, hevrê Mahsûm jî di destê gelê me de ew e. Ew şûr carekê hatiye bidestxistin. Dibe ku dijmin bi xistina wî şûrî dikare bêje ‘serketineke mezin’ bi dest xistiye. Lê belê mîna her carê wê di demeke kurt de fêhm bike bê çiqasî şaşitiyê dike, çiqasî xwe dixapîne. Çeka me di destê me de ye, bi şewq û tûjbûna xwe. Mîna duh em îro jî bi vê çekê şer dikin û derbên bêeman li dijmin dixin. Ev şûr wê derbên herî giran ji niha û pê ve lê bixe.
Ev ewladê bêhempa yê gel û partiya me di heman demê de pêşengek bû ku welatparêzî û enternayonalîzm, hişmendî û îrade, teorî û pratîk, hurmet û hezkirin, têgihiştî û zîrekî, dilnizmî û bilindahî gihand hev. Afirandina nirxekî bi vî rengî ji bo PKK’ê û gelê Kurdistanê serketineke. PKK û gelê me bi wî serbilind e.
Meşa destpêkê ya bi heybet bi rengekî serkeftî qedand
Ew yek ji şitlên PKK’ê bû ku li xaka têkoşînê ya dewlemend zû şîn bû, bi rengê herî baş û berhemdar mezin bû. Sala 1979’an bi vî awayî dest bi têkoşînê kir. Sala 1980’î vî şitlî rehê xwe hîn bêhtir berda nava xakê, êrîş bir ser dijmin. Van salan li Êlihê û herêmên derdora wê, li dijî feodalên ku hewl didan dîroka berxwedanê ya gelê me rawestînin bû yek ji pêşengên têkoşînê. Çawa ku êrîş dibir ser milîsên faşîst ên MHP’î, hîn wê demê bêteredût bi ser zilma polîs, jendermeyan ve diçû. Ji bo vê yekê bigihîne asta pêngaveke neteweyî bênavber hewl da. Tevgera derketina derveyî welat, bi keda herî esîl a mirovan veguherand hêviya jinûve vegera li welat a bi rengê herî xurt. Di tevgera ‘vegera li mabedê’ de li refên herî pêş bû. Wî ev yek bi ruhekî rasteqîn ê lehengiyê, bi fedakariya hawariyan kir. Di demeke wiha de bi hêza mezin a dil û mejiyê xwe bersiv da tevgera vegera li welêt. Pêngava bilind a berxwedana şoreşgerî û vegera jinûve li welêt ku hevrê Mahsûm pêşengê wê bû bi rengekî serketî pêk hat. Belê, wî meşa bi heybet a destpêkê ku kêm mirovan diwêrî bike, bi komeke ji hevrêyan bi rengekî serketî temam kir.
Wê baş pênase kiribû ku ava jiyanê ya ku vî gelî ji nû ve vejîne çi ye û divê ji kîjan çavkaniyê bê anîn. Ew endamê tevgereke bi vî rengî bû.
Dema ku partiya me Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an pêk anî, ku mîna birûskekê li ezmanên Kurdistanê xist, ew li refê herî pêş bû. Ji bo hewldanên hatin kirin veguhere artêşa gel û bi HRK’ê şênber û mayinde bibe bi rola diyarker rabû. Mohra xwe li serdema lehengiyê ya nû xist ku bi vê pêngavê re dest pê kir. Ew bû rêberê lehengên sax û şehîd ên vê demê. Ji kûrahî ve fêhm kir ku nûbûna dîroka Kurdistanê bi pêşvebirina vê hêza fikrî dibe û ev yek di kesayetiya xwe de afirand.
…
Hevrê Mahsûm bû xwedî jiyaneke welê ya têkoşînê ku her hevalên dixwazin exlaqa partiyê temsîl bikin û xwedî îdîaya rêbertî û milîtaniyê ne, divê ji xwe re bike mînak.
Pêkanîna xeta partiyê bi rengê herî rast û şareza, bingeha her cûre serkeftinan e. Serkeftinên hevrê Mahsûm ên li qada leşkerî ispata yekser a vê yekê ye. Mîna ku li her qadê têkoşiya, li ser bingeha kedeke esîl û têgihiştineke xurt tev li vê qada têkoşînê bû. Hewldanên têkoşîna me yên teorîk, rêxistinî û çalakiyan ên li ser qada leşkerî, di Pêngava 15’ê Tebaxê de û herî dawî jî di Êrîşa Biharê ya 1986’an de gihîşt asta herî bilind. Xeta leşkerî û hunera leşkerî bi şêweyê herî kûr pejirand, bi cih anî û da bicihanîn.
Her kesên dixwazin bi PKK’ê re bimeşin divê wî fehm bikin, biperjirînin
Bêguman jiyaneke bi vî rengî divê weke asta bilind a PKK’ê, weke pîvaneke bingehîn bê dîtin û weke fermanekê bi cih bê anîn. Eger tê xwestin ku di PKK’ê de kûr bibe divê taybetmendiyên wî bên fêhmkirin, pejirandin û bicihanîn.
Xwedîbûna lehengekî bi vî rengî bi tena serê xwe nirxeke. Siberojê wê di vê mijarê de qala gelek tiştan bêne kirin, mîna şehîdên me yên berxwedanê yên din wê wateya vî şehîdê me jî bê fêhmkirin.
Bi wêrekî, fedakarî, dilnizmî, têgihiştî, ciwantî û biryardariya xwe nirxek bû ku taybetmendiyên jiyana partiya me hemû di kesayetiya xwe de temsîl kir. Her kesên dixwaszin bi PKK’ê re bimeşin, pê re mezin bibin, divê wî nas bikin, vî kesayetî baş fêhm bikin, heta bi her hucreyên xwe wî bipejirînin.
Jiyana wî bi dersan dagirtî ye
Mîna şehîdên me yên din, jiyan û têkoşîna hevrê Mahsûm jî bi dersên jiyanî dagirtî ye. Ji bo berxwedana me ya 1980’î û piştî 15’ê Tebaxê bi têrkerî û rast bê fêhmkirin, di heman demê de çavkaniya me ya hêzê ya ku siberojê em xwe bispêrê rast bê diyarkirin, divê beriya her tiştî em nirxên xwe, şehîdên xwe rast fêhm bikin. Hevrê Mahsûm jî yek ji nirxên sereke ye ku divê em baş fêhm bikin.
Beriya her tiştî ew pêşeng û fermandarê berxwedana me ya çekdarî bû. Wî pêşengî ji hemû karên şoreşgerî yên li vê qadê re kir.
Ya duyemîn, wî di nava şerê me de zor û zehmetiyên mezin veguherand çavkaniya coş û wêrekiyê. Ev uslûba wî ya şer ji bo kadroyên şoreşger ên xwedî îdîaya pêşengiyê ne, gelekî girîng e û divê teqez bibin xwedî vê rêbazê. Rêbertiyeke bi hurmet û hezkirinê nêzî hevrêyên xwe dibe, timî coş û wêrekiyê dide hevrêyên xwe, hîmekî mezin ê pêşvebirinê ye. Wê demê bîranîna hevrêyê me Egîd fermaneke ku divê teqez bi cih bê anîn.
Ya sêyemîn, hevrê Egîd teorî li gorî rastiya jiyanê şîrove dikir, bi rengê herî afirîner veguherand. Mîna ku di nivîsên wî yên dawî de tê dîtin, wî li gorî pêşketina şoreşa Kurdistanê, pêşketina xwe jî gav bi gav afirand. Bi gotineke din, ew yek ji nûnerên bijarte bû ku teorî û pratîk bi awayê herî bi wate gihand hev.
Ya çaremîn, di mijarên parastina partiyê de, di mijara rabûna li ber hewldanên tasfiyekar û provokatîf de, wî bi sekna herî bi biryar û encamgir nîşan da. Hevrê Egîd di nava her şert û mercî de li dijî hewldanên tasfiyekar û hilweşîner di cih de helwest nîşan da û bi biryardarî li ber rabû. Bêguman divê kadroyên partiya me hemû bi van taybetmendiyan şer bikin û li dijî hewldanên hilweşîne û dijmin, vê biryardariya wî di kesayetiya xwe de biafirînin.
Yek ji taybetmendiyên ku di kesayetiya hevrê Egîd de şênber bû welatparêziya mezin e ku divê di her şert û mercî de li Kurdistanê serwer be.
Endamên partiyê hemû deyndarê şehîdên me yên berxwedanê ne. Bi saya hewldan,f edakarî, wêrekiya wan em gihîştin vê hêza xwe ya berxwedanê. Gelê me bi saya wan gav bi gav gihîşt asta berxwedanê û bi pêş ve çû. Lewma neçar e ku qîmetê van destketiyan baş bê zanîn.
Em ê van ewladên bijarte yên malbata partiya xwe di dilê xwe de veşêrin û di hişmendiya ronahî de her tim wan zindî bihêlin.
Amadekariyên bi vê têgihiştinê têne kirin, di mijara afirandina rêxistiniya artêşê de bi lez bi pêş ve diçe, ji bo yekbûna gelê me bi rêxistiniya xwe re, li gel tedbîrên weke amadekirina qanûna leşkerê gelek rê û rêbaz têne afirandin. Partiya me ku avakirina artêşa gerîla xistiye rojeva xwe, vê yekê bi eniya berxwedana neteweyî re dimeşîne.
Hevrê Egîd wê her tim weke sembola dema lehengiyê ya têkoşîna me ya berxwedana neteweyî bê bîranîn.
Ji nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a sala 1986’an hatiye amadekirin.
Çavkanî: ANF